24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çemê Hesarê zûha bû

Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ji ber kêmaniya baranê çavkaniya ava Çemê Hesarê bi temamî zûha bû. Bi zûwabûna avê li gel ziyanên mezin ên cotkaran bi hezaran masiyên di nava avê de telefbûn.

Çavkaniya ava Hesar dikeve rojhilata navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê. Cotyarên gundên Keluran, Şatwan û Bîreşke, vê avê ji bo avdaniya berhemên xwe yên çandiniyê bikartanîn. Ji bilî wê jî gelek masî di nava wê avê de hebûn.

Welatiyê bi navê Şiwan Ebdullah yê ji navçeya Seyîdsadiq der barê mijarê de wiha got: “Salek berê jî ava Çemê Hesarê pir zêde bû. Cotyaran ji bo çandiniyê sûd jê werdigirtin. Ciwanên deverê jî wek cihek geştiyarî berê xwe didan ser avê û di demsala Havînê de têde melevanî dikirin. Lê îsal ji ber kêmaniya baranê bi temamî zûwa bû.”

Serokê Şaredariya Seyîdsadiq Hemze Mihemed jî da diyarkirin ew ê bi hevkariya kompanya Karêks bi temamî cihê avê paqij bikin û wek cihek geştiyarî bi karbînin. Hemze got, sedemê zûhabûna çem tenê ji ber kêmaniya baranê ye, ne ji ber kolana bîrên avê ye.

Welatiyê bi navê Hemze Mihemed jî da zanîn ku ji ber kêmaniya baranê îsal gelek çem, robar û kaniyên avê li herêma Kurdistanê zûha bûne. Vê yekê jî metirsiyek mezin li ser kerta çandiniyê çêkiriye.