25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Gokkan bi girseyî defin kirin

Cenazeyê Dayika Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan, Lutfiye Gokkan ku bi vîrûsa Covît-19’yê jiyana xwe ji dest da, li gundê Kulînçeyê yê Pirsûsê spartin axê. Malbatê û hevalên Ayşe Gokkanê cenazeyê Lutfiye Gokkan ji Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Harranê wergirtin û birin gundê Kulînçe yê navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Semra Guzel, nûnerên Federasyona Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan a Medê (MED TUHAD-FED), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê beşdarî merasîma cenaze bûn. Jinan darbesta cenazeyê Lutfiye Gokkan bi tililiyan anîn goristanê. Girseyê piştî cenazeyê Gokkan spartin axê, ji bo şînê derbasî mala Gokkan bû.

Li aliyê din Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan a li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî ye, ji bo beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe bi rêya parêzeran serlêdan kiribû lê rayedaran tu bersiv nedan serlêdanê û beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe nebû.