24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Merwan Bedel bi girseyî defin kirin

Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bi merasîmeke girseyî li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan spartin axê.

Balafira bêmirov a dewleta tirk di 7’ê kanûnê de êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda kir. Di êrîşê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Merwan Bedel îro danê siharê ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate girtin û anîn mala wî. Bi sedan welatî jî li ber mala Şehîd Merwan Bedel kom bûn. Piştî ku merasima olî xilas bû, cenazeyê Merwan Bedel bi dengê def û şibêb û dirûşmeya “şehîd namirin”, anîn goristanê.

Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bi beşdarbûna hezaran kesî û bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, bi merasimeke heybet li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan hate oxirkirin.

Piştî ku darbesta Şehîd Merwan Bedel bi karwaneke bi sedan wesayîtan ji mala wî hate oxirkirin, karwan beriya ku bigihe şehîdgehê, li lofên Kolika sekinî. Li vê derê bi hezaran welatî darbesta wî danîn ser milan û heya şehîdgehê meşiyan. Girse bi lêdana def û şibêban û her wiha bi dirûşma şehîd namirin heya şehîdgehê meşiya.

Li Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş. Berxwedan ji bo Merwan Bedel merasîmeke leşkerî hate kirin. Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Şengalê (TAJÊ), Yekîtiya Ciwanên Êzidî, hevserokên PADÊ, Fermandariya Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ), Asayîşa Êzîdxanê, oldar û eşayîrî û her wiha gelê Ereb jî di merasîmê de amade bûn. Di merasîmê de şervanên YBŞ’ê amadebûn.

Li ser navê Fermandariya YBŞ’ê Tîrêj Şengalî axivî. Tîrêj Şengalî bal kişand ser ked û têkoşîna Şehîd Merwan Bedel û wiha got: “Şehîd Merwan Bedel di dema fermanê de ji bo parastina civaka xwe tevlî refên berxwedanê bû. Bi salan ji bo parastina Şengalê û Êzîdxanê têkoşînê kir.” Tîrêj Şengalî destnîşan kir ku herî dawî jî ji bo rêxistinkirina civaka azad wî di qada civakî de xebat meşandine û wiha berdewam kir: “Malbata hevalê Dijwar Feqîr hebû. Lê malbata wî ya esasî civaka Êzidî bû. Ev şehadet jî car din îspat kir ku ji bilî xwe rêxistinkirin û xwe parastinê tu rêyek cûda ji bo Êzidiyan nîne.”

Şemê Remo li ser navê TAJÊ axaftinek kir û bal kişand ser berpirsyariya hikumeta Iraqê û got: “Ka parastina hikumeta Iraqê, ka parastina dewletan. Hikumeta Iraqê îro hevalê Erdogan e. Em vê hikumetê şermezar dikin.”

Piştî axaftinan cenazeyê Şehîd Merwan Bedel bi dirûşmeyên Şehîd Namirin spartin axê.