spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Yasîn Bûlût sipartin axê

Cenazeyê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût ku di êrîşa çekdarî de hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî û bi heybet sipartin axê.

Cenazeyê Yasîn Bûlût ku hat qetilkirin, piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî, bi dirûşmeya “Şehîd namirin” birin Mizgefa Ehmedê Hacî Elî ya li taxa Serçinar. Piştî malbatê cenaze wergirt, bi hezaran kes ji Hewlêr Kelar, Ranya, Silêmanî, Helebce û gelek navçeyan hatin li mizgeftê kom bûn. Bi hezaran cenazeyê Bûlût, dan ser mile xwe û meşiyan. Girseyê di merasimê de bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” berz kir. Girseyê dema cenaze birin Goristana Şehîdan a li Binarê Qendîlê, karwan li navçeya Sengeser, ji aliyê sedan kesên ku ji Ranya, Sengeser û Qeladizê hatine ve hat pêşwazîkirin. Li Goristana Şehîd Mehmet Karasungur merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê Ebdulwehab Ehmed daxuyanî xwend û got: “Heval Şukrî zêdetirî 40 salane tevlî têkoşîna PKK’ê bûye û di vê demê de ked û têkoşînek mezin pêşkêş kiriye. Piştî axaftinan cenazeyê Bûlût, spartin axê.