Sunday, December 5, 2021

Cenazeyên malbata Gulo bi girseyî spartin axê

Duh li Qamişlo 3 ferdên malbata Gulo di êrîşa hewayî ya SÎHA de hatin qetilkirin. Îro cenazeyên endamên malbata Gulo bi girseyî spartin axê. Ji bo cenazeyên Yûsûf Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo merasîmeke bi heybet hat lidarxistin. Bi hezaran Qamişloyî li goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn û bi dirûşmeyan cenaze spartin axê. Endamên partiyên siyasî yên kurd, dreb û suryan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk beşdarî merasîmê bûn. Karwanê oxirkirinê ji çerxerêya Sonî ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ket. Beşdaran al û sembolên herêmê û pankartên bi nivîsên “Bi vîna gelan em ê erşa faşîzmê û sîxurên wê hilweşînin”, “Em komkujiya hovane ya li dijî malbata welatparêz û gelê Kurd şeremzar dikin” û “Em bang dikin ku qada hawayî li ber êrişên Tirkiyê bigrin” hildan. Girsê bê navber diruşmeyên “Bijî berxwedana Qamişlo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” berz kirin.

Karwanê cenazeyê li goristanê ji aliyê hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Li goristanê merasîmek hate lidarixistin, ji bo bîranîna têkoşerên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif axivî û got: “Apê Yûsif jiyana xwe xist xizmeta doza kurd û Kurdistanê, bav û bapîrê şehîdan e, em îro wî oxir dikin.”

Foza Yûsif bal kişand ser têkoşîna Yûsûf û wiha got: “Hûn nimûneyê têkoşerên kurd in. We rêyeke nû ji kurdan re xêz kir ku serî ji dijmin re na tewîne.”

Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta tirk bi rêya hedefgirtina kesayetên welatparêz dixwaze vîna gelan bişkîne û wiha domand: “Em ji Erdogan re dibêjin, me bi şehîdan destpêkir, şoreş bi şehîdan berdewam dike û em natirsin ku em şehîdan bidin. Tu kes nikare li hemberî hêz û lehengiya gelê me bisekine.”

Foza Yûsif banga têkoşînê û şopandina xeta ehîdan kir û got: “Ciwanên Kurd wê tola şehîdan hilînin û hesab ji sûcdaran bixwazin. Xiyanet wê têk biçe û berxwedan biserkeve.”

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer jî êrişa li ser Qamişlo bi êrişeke nemerd bi nav kir û wiha got: “Êrişên li ser sivîlan têkçûna siyaseta rejîma Tirk nîşan dide, her wiha îsbat dike ku ev rejîm di îqnakirina hêzên navneteweyî de ku operasyonên leşkerî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin têk çû.”

Dayika Mezlûm Gulo, Necah Gulo jî axivî û got: “Ez û şehîd Yûsûf Gulo me bi hev re da ser vê rêyê û em bi hev re têkoşiyan. Rêber Ocalan dibêje, şoreş mîna trenê ye. Stasyon hene, dikare siwaran rake û zêde bike. Me ji Rêbertî re got, madem hûn Rêber in, em ê bi we re heya stasyona dawî, stasyona serkeftin û azadiya gelê me berdewam bikin.”

Necah Gulo bi van gotinan bang li civata navneteweyî kir: “Çima hûn van êrişan nasekinînin? kesên temen mezin û ciwan têne qetilkirin, hûn bi bêdengiya xwe şirîkên Tirkiyê ne, lê bizanibin ku hûn nikarin gelê Kurd tune bikin, serkeftin wê para gelê Kurd be.”

Piştî axaftinan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Şêxmûs nasnameya 3 endamên malbata Gulo xwend û radestî malbatê kir. Malbatê diyar kir ku ew bi şehîdên xwe serbilind in.

Ji bo wefedariya bi xwîna hevalê xwe yê Mihemed Gulo, Cûdî Botan tevlêbûna xwe nava QSD’ê ragihand. Li ser wesiyeta Yûsûf Gulo strana “Gava ez mirim” ya Mihemed Şêxo di merasîm de hate guhdarkirin. Girse cenazeyên her sê kesan bi diruşme û tilîliyên dayikan spartin axê.