25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çend Dîmen…

Berê li malan, ceryan biçûna, televzîyon bitefiya, extîyarên malê berê xwe didan serpêhatîyên xwe û ji wan serpêhatîyan pirek çêdikirin,  xwe digihandin ciwanên malê. Niha jî ji ber vê kambaxa vîrûsê, îhtîmal e rewşa gellek malan wiha ye. Bi çîrok û meselokan, bi serborî û cerabeyan dagirtî ye. Ji bo kesên ku ji van meselokan mehrûm dimînin, ha ji we ra çend meselok û serborîyên ku xwe  gihandine min.

Ziman, Dîrok e

Xalê Mehme Şah. Dengbêjiya wî heye. Rojekê li eskerîyê,fermanderek jê ra dibêje ka bistrê. De ka  Xalê Mehme Şah stranên Tirkî nizane. Hevalên wî ji fermandar ra rewşê dibêjin. Fermandar dibêje, bi Kurdî jî dikarî bibêjî. Xalê Mehme Şah dest bi klamê dike û bi kelecaniya klamê ji bîr dike ji kê ra û li ku klamê dibêje. Xwe ber dide, her dû destên xwe biriye ber guhên xwe û bi dengê bilind distrê : “kulê tu kul bî, bikevî devê deriyê yuzbaşiya û albaya”. Fermandar jî kurdek xwefiroş e. Kurdî dizane.  Wî dide seknandin û heqerat û lêdan. Welhasil, dewleta hercar.

Telîsa zimên, bi dîrokê dagirtî ye. Kurdî, dîroka Kurdistanê dihewîne. Ji zimên dîrok derkeve dê matematîk bimîne. Matematîk bê dîrok e. Ziman, dîrok e. Matematîk bê welat e. Lê ji zimên ra welat divê.

Ji bo Covîd-19ê şîretek: bişon û bixwin !

Feqîrî hebû berê, feqîrî ! Dema mêvan dihatin;  her car xwarinên giran peyda nedibûn. Lê rez û hêjîr hebûn, gûz û bastêq hebûn. Ew dihatin hewara feqîran. Salên 1940î ne. Li cîhanê herb heye lê li gundê me feqîrî. Mêvan tên. Nîvro ye. Kalê bavê min feqîrîya xwe bi dengê xwe yê  bilind dinuxumîne : “ka ji mêvanên me re tirî bînin ji bexçê; bila firavîna xwe bikin”  Tirî kom dikin û tînin. Dixwin. Qaskî şûnda kalê bavê min  dêşê. Qutîya di deste wî de dikeve. Sanco dest pê dike. Ê de kal e, oldar e. Li ber xwe nade. Pirr naçe û dimre. Ji nav mêvanan jî xortek pirr diêşê. Sanco dest pê dike. Lê ciwan e, berxwedêr e. Namre. Dibêjin ev çi bû, hewar, qêrîn. Yekî biaqil “ka em li mêwê binêrin dibêje” û diçin dinêrin. Wey li min,  çi bibînin. Marek du mîtro û pirr qalind li ser mêwê dibînin.

Tê fehmkirin: Kalê bavê min ji ber tirîyên neşûştî mirîye.

“Ji Te Hez Dikim, Bila Dinya Bizane”

Li taxa me, li ser dîwarekî wisa dinivîsî. “Ji Te Hez Dikim, Bila Dinya Bizane”. Camêrê me ne ku pê bawer e ku dinyaya ku çi tê serê Kurdan nizane, wê evîna wî bizane. Lê ew ê malbat, cîran pê bihesin. Ji xwe “dinya” ew e. Ew tax e. Ew keçik e. Ne jê zêde. Forma evîna modern, dinyaya evîndaran  biçûk dike. Tê bîra min rojekê,  Li Endonezyayê tsunamî çêbûye bi hezar însan mirine. Cardin li kurdistanê kujertiya mêtingeriyê çalak e. Welhasil ji nûçeyan xerabî dibare.. Wan rojan li taxa me, min  xortek dî, cîranê me bû, moral tune bû, min got qey ji ber nûçeyan e. Min pirsî, ka çi bi te hatîye. Qasî saetekê em axifîn. Bi kurtasî, sedem ne ew nûçe bûn ku behsa mirina bi hezaran însanan dikirin. Ne ji ber rewşa welêt bû jî..Erê, digot “ev çend roj in hevala min bi min re sar dipeyve”.. “berê emoşin pirr dişandin, niha wek gotarê li ser kîmyayê be, dinivîse”.

Çîrokek mînîmînal a Spanîyan

Rojeka zivistanê ye. Sar e, pirr sar e, heya çokê berf li erdê ye. Li çoleka xwedê, li ser dareka hişk, çûkek  dike biqerise. Siwariyek ji wir derbas dibe, çûkê dibîne, disekine, naxwaze çûk bimire…Di wê kêliya ku difikirî ka çi bike, hespê wî, rêxa xwe dike, Zilam dûmana ku ji rêxê difûre, dibîne. Nişkava çûkê radihêje û dike nav rêxa germ. Çûk tê ser hemdê xwe, wîtewîta wê ye. Zilam kêfxweş dibe.. Çûkê li wir dihêle û diçe. Çûk di nav rêxê de ye, naxwaze derkeve.

Pirr naçe. Psîkek tê dora darê. Çûkê dibîne. Xwe davê ser çûkê, ji nav rêxê derdixe û ji xwe ra dixwe. Çîrok xelas.

Ka em bifikirin, Spanyolîyan çima ev çîrok qeyd kiriye ?

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê