spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çend gotin li ser belgefîlma ‘Jin’ê

Gelek caran mirov dikeve nav meraqeke ku gelo li cîhanê em çend kes wek hev difikirin, dijîn, çi hîs dikin, çawa hîs dikin û çi dibêjin. Bi hezaran kîlometreyan mirovên ji hevûdu dûr, xwedî erdnigariyeke cuda di kîjan alî ve ji hevûdu cuda ne, yan wekhev in, an jî tu eleqeya wan bi hevûdu re tune ye. Ango erdnîgarî bandoreke çawa dide rûyê mirovan, çi li mirov kêm û zêde dike, çandeke çawa ava dike. Bi dehan bersiva pirsên bi vî rengî em dikarin ku di belgefîlma bi navê Human (Mirov) û Women (Jin) de bibîne. Lê di vê nivîsê ez dixwazim kêm be jî ji we re tenê qala belgefîlma ‘Women’ bikim.

Derhênêr û senarîstên belgefîlma bi navê Jin, Anastasia Mikova û Yann Arthus‐Bertrand in. Di vê belgefilma ku ji 50 welatên cuda nêzî 2 hezar jin tê de axivîne mirov dibe qey, cîhan tev dibe welatekî jinan. Wek honaka zanistî ya Charlotte Perkins Gilmanê û Girava Les‐
bosê Yewnenistanê ya ku helbestvana yewnanî Sapho pêşengtiyê ji van jinan re
dike. (Heredotê yewnanî di pirtûka xwe ya bi navê ‘Dîrok’ê de behsa helbestvana jin Saphoyê dike) Bi deng, hest, fikr, xeml, şekl û şemal, meyzandin, ken, bêdengî û afirîneriya du hezar jinan xebateke balkêş û jinwarî ye.

Dengê du hezar jinên cuda

Gotineke her jineke di vê bêlgefîlmê de ji aliyekî rastiya rolên civaka zayendperestiyê ji aliyê din ve jî xeta serhildêr a li hemberî ku jinan tune dihesibîne radixe ber çavan. Ji jinên siyasetmedar, dayik, hevjîn, xwîşk, hunermend, lezbiyen, laşfiroş, şoreşger heta jinên di nav kabileyan de, yên wek ‘mêran’ hatine mezinkirin, jinên kedkar û hwd. fikrê jinên ji 50 welatên cuda em dibihîsin, difikirin û dibêjin ‘aha ev jina afrîqî wek min difikire, ev dayik wek dayika min e, tişta ku brîtanyayî dibêje, tev li dibim…’ Yanî portreyên jinên ji welatên cuda û xwedî çandên cuda, portreyên ji dil in û mirov zêde ferq nake ku ya li pêşberî mirov belgefîlmek e.

Qedrajeke berfireh

Ev belgefîlma ku bi qedrajeke berfireh jinên cîhanê anîne gel hev di heman demê de em dikarin wek fersendeke ronîkirina bêedaletiya li ser jinan jî bînin. Jinên ku di her kêliyê de, di her quncikeke jiyanê de, di malê de, di dîrokê de û di her qadên jiyanê de rastî tunehesibandin, zext û zimanekî tund, zor û zehmetiyan hatine. Ji ber vê yekê jî ‘Belgefîlma Jin’ê wek eynik ango ronahiya vê rastiya ku li her deverê cîhanê bi heman rengî ye.

Rêwîtiya hestên jinên cîhanê Li gel vê yekê Mikova û Arthus bi taybetî bi vê xebatê xwestine ku herî zêde balê bikişînin ser rêwitiya hestên jinên cîhanê, hêza van û hestên wan. Her wiha ji portreyên jinên herî bi hêz heta yên ku li hember cîhanê tu helwest û hêviya wan tuneyî, ji jinên afirîner heta yên ku tenê dane pey jiyana ji wan re hatiye
amadekirin, hatine xêzkirin. Armanca vê belgefîlmê ne tenê gerîna li pey şopa mafê jinan û pirsgirêkên globalî yên li ser pişt jinan e; di heman demê de li pey çareseriya van pirsgirêkan û lihevkirineke ji bo di navbera her du cînsan de ye jî.

Hin gotinên jinan

Dema em li hin gotinên jinên di belgefîlmê de meyze dikin wiha ne; ‘Rengê wan cînsê wan, nijada wan her çi dibe bila bibe, bi porên hîtî û bi ya xelekî jin bi her awayî li deverî rêzgirtinê heq dikin’. ‘Ez wek jinekî wisa hîs dikim ku ez dikarim di kêliyekî de cîhanê biguherînim’. ‘Li gorî min dayikeke ku ji zarokekî astengdar re dayiktiyê dike, kedkara herî pîroz e’.