Rojnameya Heftane

Xelaskirina pêşerojê û pûtepêdana paşerojê

Etîmolojîya peyva "dengbêj"ê ji hêla felsefeya zimannasîyê ve gelekî cîyawaz e: Deng + bêj, ne gotin+bêj. Di nivîsa xwe ya "Albûma Botan û Vejandina Dengan" de min hinekî li têkilîya deng û…

Gelo Kazimî jî bi derdê Qasim diçe?

Di dîroka nêz a Iraqê de navê General Ebdulkerîm Qasim xwedî cihekî girîng e. Piraniya pêkhateyên Iraqê jî bi erênî behsa Qasim dikin. Baş e di rastiyê de Ebdulkerîm Qasim kî ye?…

Çend gotin li ser guman, bîr û cerebeyê

Helîm Barîn

Guman

Fîlozofî bi gumanê dest pê dike. Ên ku ji tu tiştî guman nakin, hewcedariya wan bi fîlozofiyê jî tune ye. Hemû pergal û paradîgamyên wek ol, îdeolojî, zanistî jî bêguman bi gumanê dest pê kiriye. Îbrahîmî ji piroziya Nemrûdî guman nekira, belkî wan olên sereke jî dest pê nekira. Sokratî ji zanebûna xwe guman kir. Bi vê rêyê bûbû zanayekî biesl. Descartesî kûrtir kir; ji hebûna xwe guman kir. Despêka fîlozofî ya modern ji wî dest pê dike. Rewşenbîrên Fransayê (Voltaire, Rousseau, Diderot) hemû jî guherîna dinyayê bi gumanê hewl dan têbigihên. Ciyê guman lê tune be ev yek tê wateya ku li wir desthilatdarî serkeftî ye. Guman, çîrûska destpêka serhildanê ye.

Tiştên mirov rastiya wan ji xwe re nekiribe meraq û qet li ser wan tiştan bi ramanan neketibe, bi çi awayî dîtibe û wisa qebûl kiribe, ji karektera zanînên wiha re mirov dikare bibêje dogma. Dogma, zanîna derfîlozofiyê ye. Li cihên dogma hene, fîlozofî li sirgûnê ye. Dînamîkên di nav fikrên me de yên bi pirsan wan dogmayan ji hev dike û bi vî awayî wan dogmayan tîne asta zanyariyê guman e. Zanyariya bêguman hatibe fêrbûn, ne zanyarî ye. Ev dibe zanîstî be, civaknasî be, çi dibe bila bibe, divê tiştê ku mirov fêr bibe, di bêjinga aqil-gumanê re derbas bike, an na ew tişt matematîk be jî nabe zanyarî… Pirs guman e û guman xercê fîlozofiyê ye.  Çimkî di dîroka şaristaniyê de hemû desthilatdar bi rêya heqîqeta saz kirine, hemû bersivan li gor berjewendiyên xwe yên desthilatiyê dane. Guman, pirs, fîlozofî tên mehkumkirin. Desthilatdar naxwaze û nahêle serê mirov tevlihev bibe. Paraznameya Sokratî bixwînin; li wir, em ê bibînin ku Sokrat bi sucê tevlihevkirina serê ciwanan tê darizandin û dûre jî tê kuştin. Lê em dizanin ger serê mirovan, beriya zelal bibe tevlihev nebe, ew serî pûç e, vala ye. Ger em li nûçeyan binêrin, baş xuya dike ku sedemên hemû tevliheviyên civakî ji serê zelal û bêpirs û “bêguman” derdikevin. Elbet îtiraza Marxî ya bi navê teza 11’mîn em ji bîr nekin: “Fîlozofan, ev dinya bi awayên curbicur şîrove kiriye lê girîng guhertina wê ye.” Ji bo ku  guman û pirsên me nebin (entellektuelîzm) lewçetî divê berê me bide tekoşîna guhertina civakê. Ji bo me jî hilweşandina pergala mêtingeriyê jî encax bi tekoşîna  li ser esasê van  pirs û gumanên li ser vê pergalê mimkun e.

Bîr û cerebe

Bîr, warê serpêhatiyan e. Tiştên em jiyane, tiştên ku em hîn bûne û tiştên ku buhurîne, li bîrê tên tomarkirin. Mirov bixwaze dikare tiştên ku li bîrê hatine tomarkirin bîne ser hişê. Tekiliya dema bihurî (paşeroj) û niha bi saya bîrê çêdibe. Li gorî min hiş perçeyê çalak ê bîrê ye. Ji ber vê yekê bîr û hiş carna tevlihev dibin û li şûna hevdu jî tên bikaranîn. Serpêhatî (serborî, bîranîn) di erebî de (di tirkî de jî) xatira ye. Rayeka vê peyvê xatir e. Wateyên xatirê gelek in: aqil, dil, qedir, rewş, fikir. Peyva xatirê di zimanê kurdî de jî heye. Em ji bo yekê/î qanî bikin em jê re dibêjin “Ji bo xatirê Xwedê”. Her wiha em kengî ji hev diqetin “xatir” ji hev dixwazin. Ev peyva xatirê bi peyva xatirê re girêdayî ye û xatira jî ji peyva hafizayê ango bi bîrê ve têkildar e. Wan tiştan ji bo vê yekê dibêjim: bîr bi aqil, dil, qedir û fikirê ve pêwendîdar e. Vêya tê vê wateyê ku  tiştên bi aqil, dil, fikir û tiştên bi qedir ve têkildar di bîra me de cih digirin. Bîr di îngilîzî de jî memory ye. Lê peyvek  hemwateya wê ya din heye ku em ê pirtir jê sûd werbigirin: Recollectîon (ji wateyên vê peyvê yek jî “bibîrxistin” e.)  “Re” pêşgira vê peyvê ye ku bi wateyên “cardin, dubare” ye. Collectîon, koleksîyon a (hevanî, berhevok) em dizanin e. Koleksîyona pereyên kevn, trêmbêlên antîka hene. Bîr jî,  koleksîyona jiyînê ye, ango koleksîyona serpêhatiyan e. (Ji bo vê meseleyê mirov fehm bike pirtûka Rênas Jiyan a Mehzena Xwînê berhemeke pir baş e. Rênas Jiyan bi vê berhemê serpêhatiyên xwe gihandiye asta cerabeyan û bi civaka xwe re parve kirine) Her çiqas vê berhevkirina serpêhatiyan ji ber xwe, bi jiyînê ve pêk were jî, ji bo jiyanê ji koleksiyona erebên kevn bi qîmetir e. Heger mirov li ser vê koleksîyona serpêhatiyan bifikirin, heger ava vê bîrê bi fîlozofiyê re were vexwarin, ew ê statuya serpêhatiyan bigihê asta cerebeyan. Cerebe, çavkaniyeke çêkirina zanyariyê ye. Rast e; divê mirov nîqaş bike, gelo vê zanyariya mirov bi rêya cerebeyan tedigihêje çi qas ewle ye? Lê beriya wê divê cerebeyên me hebin ku em nîqaş bikin. Me pir bihîstiye, pir kes dibêjin ‘jiyana min were nivîsandin, ew ê bibe roman’. Lê belê yên romana xwe dixwînin kêm in. Ên romana xwe xwendibin û ji vê romanê encam derxistibin, ew xwediyên cerebeyan in. Li cem wana belkî hinek bersivên jiyanê hebin. Lê yên haya wan ji romana nivîsandine (jiyan) tune be, ferqek wan ji ajalan tune ye. “Jiyana ku nehatiye  pirsiyarkirin, hewce nake bê jiyîn.” (Sokrates) Ajal tenê dijî, lê mirov dijîn û diponijin. Ponijandin ji nav çawaniyên mirovan were derxistin, tu ferqa mirov ji ajalan namîne. Ajal û her wiha xweza wek xwe ne; mirov, xwe ava dike. Ponijandin ne wek mil û bask e, ew wek şiyan (potansiyel) di mirov de heye, yên wê şiyanê çalak nekin, ji mirovbûna xwe perçeyekî jê dikin; û ji ber vê, divê ji xwe re bi rehetî nekare bibêje “ez mirov im”. Tiştên mirov dijî dibin serpêhatî; heger em li ser serpêhatiyên xwe bifikirin û ji wan encaman derxin, wê çaxê serpêhatî dibin cerebe. Ji ber vê yekê  serpêhatî sermiyana me ya jiyanê ye. Mirovên ku jiyana xwe biçûk bibînin, li ser jiyana xwe nafikirin û napeyivin, ji ber vê yekê ew nikarin ji jiyana xwe cerebeyan çêbikin. Ji aliyê din ve jî ji bo ev tişt biqewime, ango mirov li ser xwe nefikirin desthilatdar bi hemû hêza xwe dişuxilin. Bi her awayî vê peyamê didin: “Hûn nezan in, zanyarî di destê min de ye. Encax bi dîplomeya (bawername) ku ez bidim, hûn dikarin bizanibin û biaxivin.”. Dîplome dibe pîvana zanyariyê û yên bê dîplome ne, tev dibin nezan. Ji ber ku zimanê dîplomeyê jî tirkî ye, pîvana zanyariyê dibe tirkî û ya nezaniyê dibe kurdî. (Ji bo vê meseleyê li pirtûka Bahoz Baranî ya Ferhenga Bişaftinê binêrin) Ji ber wê her roj di kanalên mêtingeriyê de ku wek kanalîsazyonê van profesorên ehmeq derbixin û gel qanih bikin bo siyasetên xwe. Bi kurt û kurmancî ji bo civakên wek me çavkaniya zanyariyê ya sereke bîra me ye. Serpehatiyên me ne. Xwendin elbet girîng e lê ji bîr nekin Schopenhauer (1788-1860), xwendina bêponijandin wek ehmeqtî dibîne. Kant (1724-1804) nabêje rewşenbîrî xwendin e; li gorî wî rewşenbîrî wêrekiya bikaranîna êqil e (Rewşenbîrî çi ye?). Yek ji çavkaniya zanyariyê jî cerebe ye. Ji ber vê yekê nezan ne yê pirtûk nexwendine; ew ên li ser jiyana xwe qet nefikirîne nezan in..