18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cengîz Yureklî: Dixwazin Ocalan ji jiyanê qut bikin

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 15’ê Sibata 1999’an bi komploya navdewletî radestî Tirkiyeyê kirin û 23 salin li Girtîgeha Tîpa T a Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Ocalan, ji 27’ê Tîrmeha 2011’ê heta 2019’an bi hinceta “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabe ye” nekarîbû bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê.  Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de piştî hewldana darbeyê, hikûmeta AKP’ê rewşa awarte (OHAL) îlan kir. Hikûmetê piştî OHAL’ê astengî bêhiqûqî li pêş hevdîtinê xwest bi zagonan asayî bike. Ocalan piştî parêzname amade kirin, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd nexşerê amade kir. Ocalan ev ‘Nexşerê” bi rêya rêveberiya girtîgehê di sala 2009’an de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand.  Lê di 23’ê îlona 2020’î de astengiya 6 mehan anîn pêşiya hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re. Sedema astengiya li pêş parêzeran ji wekî cezayê dîsîplînê nîşan dan.
Volta kirin sedena sûc 
Diviya bû astengiya li pêş hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re di 23’ê adarê de bi dawî bûbaya. Lê her çend parêzeran xwestin biçin Îmraliyê jî hevdîtin nehatin kirin. Hemû serledanên parêzeran dîsa bê bersîv hatin hiştin. Rayedarên dewletê bi tu awayî bersîvê nadin serlêdanên parêzeran. Derket holê ku di meha Çile de dîsa cezayê dîsîplinê dane Ocalan û ev yek ji parêzeran re negotine. Ocalan ku nikare bi malbat, parêzer û vasiyê xwe re hevdîtinan bike, vê carê derket holê ku cezayê voltaavêtinê lê birîne. Hat ragihandin ku ji ber di îlona 2018’an de bi hinceta “Volta avêtiye” cezayê dîsiplînê li Ocalan birîne. Li gel ku Ocalan ev yek îtîraz kir û 3 meh di ser ceza re derbas bûn jî hêj parêzer û malbat nikarin biçin Îmrliyê û nikarin hevdîtinê bikin. Li gel ku cezayê dîsîplînê bi dawî bûye jî hêj serdanên parêzeran bê bersîve dimîne.
Têkildarî cezayê dîsîplînê Parêzerê Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengiz Yureklî, nirxandin kirin. Yureklî, anî ziman ku wan îtîraza Ocalan bi bersîva Tirkiyeyê ku daye DMME’ê fêr bûn û wiha got: “Li aliyekî cezayê dîsîplînê didin Ocalan û li aliyê din şertên tecrîda wî giran dikin. Sedema vî cezayî bi helwesta Ocalan re girêdayî ye.”
Dixwazin ji jiyanê qut bikin 
Yureklî, anî ziman ku bi van cezayan û tecrîdê armanc dikin ku bi temamî muwekilê wan Ocalan ji jiyanê qut bikin û wiha got: “Ev êrîşa li dijî hemû aliyê jiyanê ye. Bi van êrîşan dixwaze ji jiyanê, hebûnê, hunerê û refleksên jiyanê qut bike. Di aliyê fîzîkî, ruhî, ramanî û hestiyarî û civakî de dixwazin hemû hestên jiyanê bikujin. Van kiryaran gav bi gav dixin meriyetê. Bi rê û rêbazên cuda dixin meriyetê. Dixwazin tecrîdê bikin rêbazek ji rêzê. Lê bi her awayî tecrîd îşkence ye. Di têgehên cuda de tecrîdê wekî “mirina sipî” pênase dikin. Bi tecrîdê hemû huner û refleksên jiyanî yên mirovan kor dikin û dikujin. Bi vê yekê gefan li mafê jiyanê dixwin.”
Li cîhanê ev mînak tune ye 
Yureklî, bal kişand ser şêwaza tecrîdkirina Ocalan û wiha lê zêde kir: “Tu mînakên vê tecrîdê tune ye. Ev tecrîd berdewama komploya navdewletî ye. Ev ne organizasyona Tirkiyeyê ye. Ev pergala tecrîdê pergala ku hêzên navdewletî plan kiriye û dixin meriyetê ye.”
Pergala Îmraliyê teşîr bûye 
Yureklî, bibîr xist ku hêzên navdewletî bawer nedikir ku dê Ocalan li dijî vê pergala tecrîdê ew qas li ber xwe bide û wiha lê zêde kir: “Bawer û texmîn nedikirin ku Ocalan ew qas li ber tecrîdê li ber xwe bide. DMME û CPT yên ku berpirsiyarê vê tecrîdê ne ev yek texmîn nedikirin. Birêz Ocalan li dijî vê tecrîdê berxwedanek pir mezin nîşan dide. Êdî tu aliyê rewa yê vê tecrîdê nemaye. Tecrîda Îmraliyê êdî teşhir bûye. Pergala tecrîda li Îmraliyê di şexsê Birêz Ocalan de li ser hemû gelê Tirkiyeyê dixwin meriyetê. Tecrîd konsepta şer ku li ser gelê Tirkiyeyê tê ferzkirin e.”
Di zagon û hiqûqa cîhanê de cihê vê yekê tune
Yureklî, da zanîn ku bi tecrîdê dixwazin gelan bînin beramberî hev û di nava gelan de berberiyê ava bikin û wiha dirêj kir: “Em ji Ocalan û muvekkilên xwe bi tu awayî agahiyê ji wan nagirin. Di tu zagonan de cihê vê yekê tune ye. Di zagonên navdewletî, sinc û hiqûqê de cihê vê yekê tune ye. Di wicdanan de jî cihê vê yekê tune ye.”
Yureklî bal kişand ser cezayê dîsîlînê yê ji ber “Nexşerêyê” jî û wiha pêde çû: “Tu aliyê rewa, zagonî û li gorî aqilan ê vî cezayî tune ye. Tu zagonên vî cezayî ji tune ye. Ji sala 2011’ê heta 20’ê tîrmeha 2016’an bi hincetên “keştî xerabe ye”, “muxalefeta hewayê heye” destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê. Piştre jî OHAL kirin hincet. Bi biryarekê heta 2 salan mafê Ocalan ên hevdîtinê qedexe kirin. Girtîgeha Îmraliyê li hemû cîhana derve girtin. Pirştre hin zagon çêkirin û bi van zagonan kras li van qedexeyan kir. Disa ji ber Ocalan di 2009’an de ‘Nexşerê” şand DMME’ê  cezayê dîsîplînê lê birîn.”
Naxwazin Ocalan projeyên çareseriyê pêş bixe 
Yureklî bal kişand ser sedema cezayê dîsîplînê yê ji ber “Nexşerêyê”jî  û wiha axivî: “Ocalan bi Nexşerêyê xwest pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bike. Ev yek wekî pêvek da DMME’ê. Ev pêvek bi rêya rêveberiya girtîgehê da derve. Ev bi awayekî zagonî pêk hat. Li vir bi vî cezayî peyama “Tu li vir ji bo aştiyê têdikoşe. Tu ji bo çareseriya pirsgirêka kurd fikrê pêş dixe. Ya li dijî vê yekê pêş bikeve pergala tecridê ye” didin Birêz Ocalan. Tu aliyê zagonî û hiqûqî yê vî cezayî tune ye. Li gel Ocalan dîsa bi heman hincetê cezayê dîsiplînê dane Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî. Ev li dijî zagon, hiqûq û mafê mirovan e.”
Yureklî, da zanîn ku ji ber cezayên dîsîplînê û tecrîdê bi tu awayî agahiyê ji Ocalan û girtiyên din nagirin û wiha bi dawî kir: “Herî dawî di 25’ê Adarê de agahî hat. Piştî vê dîrokê ne ji Ocalan û ne jî hevalên li gel wî tu agahî nehatin. Birêz Ocalan, nirxên kurdan û hafizaya civakî temsîl dike. Bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin di aliyê fîzîkî û ruhî de têk bibin. Disa dixwazin hafizaya civakî jî têk bibin. Dixwazin bi tecrîdê bandora Ocalan a siyasî û civakî bê tesîr bikin.
Ocalan her dem bi dengê bilind li dijî komkujiya kurd derketiye. Li aliyê din her tim li dijî vê yekê çareserî pêş xistiye. Em li plan û projeyên ku Ocalan dane derve binerin, her tim çareserî heye. Di tu plan û projeyan de tundî tune ye. Ocalan, her tim ji bo hemû gel bi hevre di nava hevde bijîn çaresî pêş xistiye.
Çareserî Ocalan e
 
Ocalan her tim perspektifa çareseriye pêş xistiye. Her tim rê li pêş kaos û qeyrana girtiye. Kî demokrasiyê biparêze û li dijî tecrîda Îmraliyê dernekeve ev şolîkirina bîrê ye. Eger çareseriya li dijî vê kaosê hebe ew jî bi rakirina tecrîdê pêkan e.
Çavkanî: Ajansa Mezopotamya