Rojnameya Heftane

Çerxa zaliman her car nagere

Qedrî Esen

Ev dişibe înkarkirina ayeta Quranê ya ji aliyê sofiyekî ve. Çiqas ku înkarkirina ayetê ya sofiyekî sosret e, hesibandina sûc a şandina pere ya ji bo girtiyek jî ewqas sosret e

Destpêka meha kanûnê, li navçeya Elbistanê ya Mereşê, li dijî endam û rêveberên HDP’ê yên navçeyê operasyoneke siyasî hat lidarxistin. Di vê operasyonê de 3 kes bi hinceta ku “alîkariya rêxistinê” kirine hatibûn binçavkirin û paşê jî hatibûn girtin. Ji van her sê kesan Elîf û Alî Kisa hevjînên hev bûn.

Ji ber “rast ragihandina” çapameniya alîgir, piraniya raya giştî ya Tirkiyeyê binçavkirin û girtina van hevjînan weke derbeke mezin a li dijî PKK’ê bihîst! Lê kurdan û kesên ku bi doza kurdan re mijûl dibin, ev weke binçavkirin û girtina bav û dayika 2 kesên astengdar bihîst.

Derba li dijî mirovahiyê

Belê derba mezin a li dijî PKK’ê ku di çapameniya alîgir de hat ragihandin, di rastiyê de derba mezin a li dijî mirovahiyê bû. Elîf Kisa û hevjînê wê Alî Kisa ku piştî çend rojan li ser îtîraza rêveberên HDP’ê yên Elbistanê bi şertê kontrola edlî hat berdan, ji ber xebatên xwe yên siyasî û hestên mirovî hatin binçavkirin û girtin.

Sedema girtina Elîf Kisa ku weke “alîkariya rêxistinê” derbasî belgeyên hiqûqê bûye, şandina pere ya ji bo girtiyekî siyasî ye. Kisa ji ber ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê pere ji girtiyekî siyasî re şandiye, ev nêzî mehekê ye bi awayekî nehiqûqî girtî ye.

Ji bo Kisa û her dû kurên wê yên astengdar Îsmaîl (43) û Ahmet (41) gelek daxuyanî hatin dayîn û bertek hatin nîşandan. Heta kurên Kisa, Îsmaîl û Ahmet Kisa jî ji bo dayika xwe li gorî derfetên xwe daxuyanî dan û li ser medyaya civakî çalakî li dar xistin. Tenê daxwazek wan hebû ev jî bi gotina wan, ‘Em ji dayika xwe pir hez dikin, bila dayika me bê berdan’.

Qet xwe nakin xwedî

Muktedîrên Tirkiyeyê ku her roj li bernameyan dersên mirovahiyê didin û qala zilm û neheqiyê dikin, qet xwe li van daxuyanî û çalakiyan nekirin xwedî. Ji emelê wan diyar e ku wê xwe qet jî xwe nekin xwedî. Heke xwe kiribana xwedî jixwe tiştek wiha nedikirin û ji ber hesteke mirovî dayika kesên astengdar ji nav wan dernedixistin û nedişandin girtîgehê.

Heta niha li tu derî nehatiye dîtin û bihîstin ku mirov, ji ber şandina pere ya ji bo girtiyan hatine girtin. Ev yek cara yekemîn li Elbistanê hat dîtin. Ev dişibe înkarkirina ayeta Quranê ya ji aliyê sofiyekî ve. Çiqas ku înkarkirina ayetê ya sofiyekî sosret e, hesibandina sûc a şandina pere ya ji bo girtiyek jî ewqas sosret e.

Hem hûn ê di zagonên xwe de rê bidin vê yekê hem jî vê yekê sûc bihesibînin. Ma ev qet dibe? Temam qebûl hûn zilimkar in, di vê mijarê de kes di ser we de tune ye. Lê ji bîr nekin çerxa zaliman her car nagere.