23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çete kelemekî mezin in li pêşberî hikûmeta nû ya Lîbyayê

Di demekê de ku hikûmeta nû ya Lîbyayê ya bi serokatiya Abdulhemîd Debîba xwe ji bo pêvajoyeke nû amade dike, dîsa li Trablusê pevçûnên dijwar di navbera komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Wîfaqê dest pê kirin. Pevçûn di navbera koma çekdar a bi navê “ Isûd Tacûra” û koma çekdarên bi navê “ Deman” ku herdu jî girêdayî hikûmeta berê ya bi serokatiya Serac anku hikûmeta Wîfaqê ya Ixwanan, bûn.

Wiha xuya dike hikûmeta nû ya bi serokatiya Debîba, ku dabû xuyakirin ku dixwazin di serî de pirsgirêka komên çekdar çareser bike dê bi astengiyên dijwar re rû bi rû bimîne.

Çav li rê ye ku hikûmeta nû ya di encama lihevkirina aliyan de heftiya borî hate damezrandin di demeke nêz de dest bi peywîra xwe bike. Di vê rewşê de metirsiya hikûmeta nû ew e ku dê çawa di nava vê rewşa aloz û hebûna ewqas komên çekdar ên tundîparêz de,  bikaribin sozên xwe yên aştî û aramiyê bo gelê Lîbayayê pêk bînin. 