20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çeteyên Sultan Murad li Efrînê sûcê şer dikin

Kiryarên komên çeteyan ên li Efrînê û binpêkirina mafan her roj bi rapor û belgeyan ji alî saziyên mafê mirovan û rêxistinên sivîl ve tên aşkerakirin. Li gorî saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê 2 roj berê laşê mirovekî ku temenê wî nêzî 50 salî ye li nêzî Gundê Mazin ê navçeuya Mabatli ya Efrînê di nava darên zeytûnan hatiye dîtin. Mirov girêdayî bûye û şopên îşkenceyê li ser bedena wî ya hebûn. Ev mirov beriya hefteyekê ji alî çeteyên Sultan Murad ve hatibû revandin û wiha xuya dike ku di îşkenceyên de hatiye kuştin û laşê wî avêtine nava zeviya darên zeytûnan.

Li gorî heman çavkaniyê 4 roj in ku çeteyên Sultan Murad piştî ku 29 kes revandine, qedexeya derketina derve li ser gundê Qerteqlik ferz kirine. Hin gundiyan giliyên çeteyên Sultan Murad li leşkerên tirk kiriye û xwestine ku mal û milkên wan ên desteserkirî li wan vegerînin. Çeteyên Sultan Murad jî ji bo tola xwe ji gundiyan hilînin wan bi alîkariya Rêveberiya Xweser tewanbar dikin û dest datînin ser mal û milkên xelkê, xelkê direvînin û fîdyeyan ji xizmên wan dixwazin, xelkê digirin û işkence dikin.

Hêjayî gotinê ye ku di hemû raporên saziyên mafê mirovan ên ku ji herêmê tên de rojane nûçeyên îşkence, revandin, kuştin û binpêkirinên mafên mirovan hene. Lê mixabin heta niha hemû saziyên pêwendîdar ên cîhanê li hember vê zilm û zora li ser efrîniyan tê kirin, bêdeng dimînin.

Tevî vê rewşa ku ji alî her kesî ve tê zanîn em dibînin ku hin rayedarên ENKS’ê bi riya medyaya civakî banga vegera li Efrînê dikin. Ev banga sosret di nava gelê kurd de rastî bertek û nerazîbûnan tê û wekî gaveke din a rewakirina dagirkirina Efrînê tê nirxandin. Di demeke ku mal û milkên wan ji alî van çeteyan ve hatine desteserkirin dê vegerin li ku bicih bibin û çawa bikaribin di nava vê rewşa heyî de bijîn.

Bi her halî wekî di hemû pêvajoyan de û bi taybetî di ya dagirkirina Efrînê de roleke girîng a ENKS û derdora wê hebû niha jî roleke ji wê xerabtir daye ser milê xwe û dixwaze li ser hesabê xwîna mirovan bazirganiya xwe berdewam bike.