25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cezayê rojnameger û aktîvîstan hat pesendkirin

Dadgeha Temyîzê ya Başûrê Kurdistanê cezayê rojnameger û aktîvîstên Behdînanê pesend kir.

Roja 16’ê sibata 2021’ê Dadgeha Ceza ya Hewlêrê li her rojnameger û aktîvîst Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Şivan Seîd, Şêrwan Şêrwanî û Eyaz Kerîm 6 sal cezayê girtîgehê birî. Piştî biryarê serî li Dadgeha Temyîzê ya başûrê Kurdistanê hat dayîn. Dadgeha Temyîzê biryara xwe da.

Tevî hemû nerazîbûn û bertekên navxweyî û navneteweyî Dadgeha Temyîzê ya başûrê Kurdistanê ev cezayê li rojnameger û aktivîstên Behdînanê hatibû birîn erê kir.

Di biryarnameya Dadgeha Temyîzê de, tê gotin ku van 5 kesan kar ziyan dane başûrê Kurdistanê û li xwe mikur hatine.

Di biryarnameyê de tê gotin ku ev kesên hatine cezakirin, bi konsoloxaneyên Amerîka û Almanyayê re civiyane û pere ji wan wergirtine.