20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Cezayê li Ayşe Gokkan li dijî têkoşîna jinê ye’

Dadgehê li Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan 30 sal ceza girtîgehê birî. Nûner û rêveberên TJA’yê têkildarî mijarê li ber avahiya HDP’ê ya Şirnexê daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Jinan pankarta “Ayşe Gokkan ne bi tenê ye, têkoşîna jinê nayê darizandin” vekirin.

Di daxuyaniyê de Dersîm Dag axivî û cezayê li Ayşe Gokkan hat birîn şermezar kir. Dersîmê, anî ziman ku cezayê ku li Ayşe Gokkan hatiye birîn di şexsê wê de li dijî têkoşîna jinê êrîşeke û wiha got: “Ji bo ku têkoşîna jinê asteng bikin ev ceza dan. Ne cara yekem e ku êrîşî jinê tê kirin. Ayşe Gokkan heta niha 83 caran hat binçavkirin û girtin û derbarê wê de doz hatin vekirin. Di girtîgehê de ma. Lê belê dîsa jî li hember pergala desthilatdar serî netewand. ”

Daxuyanî, bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê