Duşem, Mijdar 29, 2021

Cezayê ‘voltaavêtinê’ li Ocalan birîne

Derket holê ku di 6’ê îlona 2018’an de bi hinceta ku Ocalan di dema ‘sporê’ de ‘volta avêtiye’ 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi malbatê re li Ocalan hatiye birîn. Di 14’ê îlonê de heman ceza ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê jî hatiye birîn.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de tê tecrîdkirin. Qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji 27’ê Tîrhema 2011’ê ve bi hincetên “rewşa hewayê”, “koster xerabe ye” û “personel tune ye” dest pê kir û heta 2’ê gulana 2019’an berdewam kir. Parêzer 8 salan bi heman hincetê nekaribûn biçin Îmraliyê. Parêzer piştî çalakiya Hevseroka  KDC’ê Leyla Guven, di 2 û 22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de 5 caran hevdîtin pêk anîn. Lê serlêdanên parêzeran ên piştî vê hevdîtina dawî hemû ya hatin redkirin an jî bêbersiv hatin hiştin

Dadgeha Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê, di 13’ê adara 2019’an de di çaroveya ‘Astengiyên Der barê Tevdîrên Înfazê yên Ceza û Ewlehiyê de’ li Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim 6 meh cezayê hevdîtinê yê bi parêzeran re birîn.

Di 20’ê adara 2019’an de, di dema çalakiya greva birçîbûnê ya ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê di 8’ê mijdara 2018’an de dabû destpêkirin. Dadgeriya Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê ji bo serlêdana parêzeran a derbarê qedexeya hevdîtînê de biryar da. Dadgeriyê biryar da ku qedexeya bi hinceta “cezayê dîsîplînê” hatiye danîn, bê rakirin. Piştî vê, parêzeran di 2 û 22’yê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de 5 caran hevdîtin pêk anîn. Lê serlêdanên parêzeran ên piştî vê hevdîtina dawî hemû ya hatin redkirin an jî bêbersiv hatin hiştin.

Nexşerê

Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta “Nexşerê” ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wekî pêveka parastina xwe ya di 2009’an de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, di 23’yê îlona 2020’î de 6 mehan cezayê hevdîtinê biriye. Ev ceza, di 23’yê adara 2021’ê de temam bû, lê astengkirina hevdîtinan dewam kir. Piştî vî cezayê dîsîplînê, vê carê derket holê ku di meha çileyê de 3 meh cezayê dîsîplînê li Ocalan hatiye birîn. Lê ev ceza teblîxî parêzerên Ocalan nehat kirin.

Di 7 salan de 5 hevdîtinên bi malbatê re

Ji xeynî astengkirina hevdîtina bi parêzeran, a bi malbatê û wasî re jî tên astengkirin. Piştî 5’ê nîsana 2015’an hevdîtina bi malbatê re jî hatin astengkirin. Lê piştî hewldana derbeyê ya 15’ê tîrmehê şik û gumanên di vî warî de zêde bûn û ji ber vê 50 siyasetmedarên kurd di 5’ê îlona 2016’an de bi daxwaza ku hevdîtin bi Ocalan re bê çêkirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di 11’ê îlona 2016’an de, di dema grevê de Mehmet Ocalan û Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re çêkir. Lê serlêdanên malbatê û wasî yên piştî vê hevdîtinê yan bê bersiv hatin hiştin an jî hatin redkirin.

Di 12’ê çileya 2019’an de Mehmet Ocalan hevdîtin bi birayê xwe re kir. Piştî vê di 27’ê Sibata 2020’î de li Girava Îmraliyê şewatek çêbû û ev şewat jî bû cihê fikaran. Ji ber vê Mehmet Ocalan di 3’yê adara 2020’î de carek din hevdîtin bi Ocalan re kir. Ji ber şewba Covîd-19’ê fikarên raya giştî zêde bûn û piştî van fikaran Ocalan cara ewil bi telefonê hevdîtin bi malbata xwe re kir. Ocalan, di 27’ê nîsana 2020’î de bi telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir. Piştî di 27’ê Mijdara 2020’î de li girtîgehan li dijî tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dest pê kir, Ocalan di 25’ê Adarê de cardin bi telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir. Mehmet Ocalan, ragihand ku ev hevdîtin tenê 4 deqe û nîvan dewam kiriye û di nîvî de hatiye qutkirin.

Cezayê volta avêtinê!

Qedexeyên ku bi hincetên wekî ‘rewşa hewayê’ û ‘keştî xerabe ye’ dest pê kirin, paşê di çarçoveya Rewşa Awarte de bi hincetên wekî “cezayê dîsîplînê” dewam kirin.

Derket holê ku di 6’ê îlona 2018’an de bi hinceta ku Ocalan di dema “sporê” de “volta avêtiye” 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtina bi malbatê re lê hatiye birîn. Di 14’ê îlonê de heman ceza ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê jî hatiye birîn.

Ocalan îtîraz kir

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî ji ber vî cezayî serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê daye û îtiraz kiriye. Ocalan, di îtiraza xwe de diyar kiriye ku volta tekane tevgera herî standart a girtîgehan e û ev mafê wî hatiye astengkirin û divê ev şaşî bê rastkirin.

Ev cezayê dîsîplînê, di rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya der barê serdanên wê yên 6-17’ê gulana 2019’an de jî cih girtiye. CPT’î di vê rapora xwe ya ku di 6’ê Tebaxa 2020’î de weşand, diyar kir ku hincetên ji bo astengkirina serdanên malbatan hatine nîşandan, hincetine xapînok in û divê ji bo hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re pergaleke berdewamiyî bê çêkirin.

Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê