18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Cezayê wan xelas bû jî dîsa nayên berdan’

Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a ji bo girtiyên nexweş serbest bêne berdan li Wan û Amedê berdewam dike.

Çalakiya malbatên girtiyên nexweş a Nobeda Edaletê ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan şewiteye serbest bêne berdan di roja 41’an de didome. Malbatên girtiyan 41 roj in her roj diçin Baroya Amedê û daxwaza edaletê tînin ziman. Her roj saziyên civakî serdana malbatan dikin û piştgiriya xwe tînin ziman. Di çalakiya Nobeda Edaletê de Dayika girtiyê li Girtigeha Bafrayê Mehmet Yildirim, Hazal Yildirim, anî ziman ku duh bi kurê xwe re bi telefonê axivî û wiha got: “Kurê min, Emrullah Gezer û Kazim Kit ên li heman girtîgehê dimînin, li gel ku cezayê wan xelas bûye jî dîsa nayên berdan. Tahliya kurê min taloq dikin. Rapora Kazim Kit heye û divê bê berdan. Divê hemû girtiyên nexweş bi lez bêne berdan. Heta daxwazên me pêk bên em ê li vir bin. Em ji vir naçin. Ez bang li hemû dayikan dikim destekê bidin me. Li zarokên xwe xwedî derkevin.”

Bang: Bila her malbat dest bi nobedê bikin

Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin li Eywana Konferansayê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê dane destpêkirin di roja 18’an de berdewam dike. Ji malbata girtî Îbrahîm Alkan, Dilşah Alkan, di nobedê de axivî û got: “Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan. Em naxwazin girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin. Em bang li hemû malbatan dikin ku bên li vir dest bi nobetê bikin. Êdî bes e wê heta kîngî wiha bidome, em edaletê dixwazin.”