spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

CFWIJ: 70 rojnamegerên jin rastî tundiyê hatin

Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan (CFWIJ) li ser tundiya ku li rojnamegerên jin tên kirin raporek ji bo meha gulanê amade kir. Li gor raporê di meha gulanê de 70 rojnamegerên jin bi tundî, tacîz û gefxwarinê re rû bi rû mane.

Li Xezayê rojnemegereke jin dema ku li ser karê xwe bû hat kuştin. Binpêkirinên ku di raporê de cih girtin wiha ne;

*Herî kên 18 rojnamegerên jin li ser karên xwe hatine astengkirin.

*19 rojnamegerên jin hatine binçavkirin.

*6 rojnamegerên jin tundiyê dîtine û li 7 jinan jî gefa tundiyê hatiye xwarin.

*Edîtora JinNewsê Roza Metîna û edîtora Etkîn Haber Ajansi Îsmînaz Temel û rojnamegera wê Havva Cûştan jî di nav de 7 rojnamegerên jin rastî tacîza qanûnî hatin.

*Pêşkêşvana Haberturkê Ebrû Bakî jî di nav de 4 rojnamegerên jin di bernameyan de hatin tacîzkirin.