23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Chomsky: Li Tirkiyeyê zext zêde dibin

Tirkiye îsal jî di Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de ji lîsteya reş a rêxistinên rojnamegerî yên navneteweyî derneket.

Li gorî rapora azadiya çapemeniyê ku her sal ji aliyê Saziya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ve tê amadekirin, Tirkiye di rêza 154’an de cih girt.

Rêxistina civaka sîvil a Amerîkayê Freedom House diyar kir ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tune ye.

Di rapora dawî ya Komîteya Parastina Rojnamegeran de Tirkiye ew welat e ku piştî Çînê herî zêde rojnameger li girtîgehan e.

Ji aliyê din ve li gorî rapora Yekitiya Nivîskaran PEN a Amerîkayê jî Tirkiye di nav sê welatan de herî zêde rewşenbîr di girtîgehan de ye, cih girt.

Feylesofê amerîkî Prof.Dr. Noam Chomsky û Dîrektorê Mafê Mirovan ê Zanîngeha Columbiayê David Phillips, fikra xwe ya di mijara çapemeniya azad a li Tirkiyeyê de ji Dengê Amerîkayê bi Can Kamîloglu re parve kirin.

Chomsky diyar kir ku li Tirkiyeyê her diçe zextên li ser gel zêdetir dibe û wiha axivî: “Rejîma Erdogan ku xwe dispêre zordariyê, her diçe berfireh dibe û qada azadiyê tune dike. Tirkiye, di mijara azadiya çapemeniyê de di bin xeteriyên mezin de ye.”

 ‘Washington êdî ji Erdogan bêzar bûye’

Dîrektorê Mafê Mirovan a Zanîngeha Columbiayê Davîd Phillips ku ev demeke dirêj e li Wezareta Derveyî ya DYA’yê wekî şêwirmend peywirdar e, destnîşan kir ku ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê Washington ji Erdogan bêzar bûye.

Phillips da zanîn ku hikûmet Tirkiyeyê ji bo muxalîf û rojnamegeran bêdeng bike xwe dispêre hîn zagonan û ev tişt anî ziman: “Xala 31’emîn a Qanûna Cezayê Tirk bi hinceta biçûkxistina tirktiyê bi kar tîne. Li Tirkiyeyê zagona terorê ji bo bêdengkirina muxalîf û rojnamegeran tê bikaranîn. Bi van zagonan li Tirkiyeyê azadiya xweîfadekirinê tê astengkirin. Ev zagon ji bo armancên siyasî tên bikaranîn. Ev rewş binpêkirina mafên mirovan e.”