20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Christine Blower: Ocalan û PKK’ê mûxatab bigirin

Endama Encûmena Lordan a Parlementoya Brîtanyayê û endama daîmî ya Kampanyaya ‘Ji Kurdistanê re Aşitî’ Christine Blower  diyar kir Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de mûxatebê esasiye û got: “Em bang li hikûmeta  Brîtanyayê dikin ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd Ocalan û PKK mûxatab bêne girtin û PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.”

Christine Blower têkildarî derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ name ji Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê re şand. Blower di peyama bi dîmen de pêşî xwe da naskirin û paşê jî got: “Dixwazim bi vê peyamê balê bikişînim ser nameya Kampanyaya ‘Ji Kurdistanê re aşitî’ ya ji hikûmeta Brîtanyayê re nivîsandine.  Name, li ser rapora Koma ji Hemû Partiyan Pêktê (All Party Parliamentary Group)  ya ji Wezareta Karên Derve ya Brîtanya û Kabîneya Herêmê re pêşkêş kiriye hatiye nivîsîn. Di raporê de daxwaz ji hikûmetê hatiye kirin ku Biryara Dadgeha Bilind a Belçîkayê û saziyên Konseya Ewropayê yên wekî ‘PKK ne rêxistineke terorîst’ e hilde dîqetê û nêrîna xwe ya der barê PKK’ê de berçavan re derbas bikeye. Em dixwazin careke din bibîrbixin di çareseriya pirsgirêka kurd de wê rola Abdullah Ocalan esas be.”