19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cîhad Hesen piştî 112 rojan hat berdan

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê bajarê Hewlêrê Cîhad Hesen di 10’ê Hezîranê de ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatibû revandin. Hesen piştî 112 rojan serbest hat berdan. Hesen piştî ku hat berdan, hat dersînor kirin. Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, bi daxuyaniyekê bertek nîşanî der sînorkirina Hesen da û diyar kir ku ev kiryar ne exlaqiye û derveyî pîvanên hiqûqiye.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Piştî 112 rojan a revandina Cîhad Hesen ji hêla hêzên PDK’ê ve, li kêleka wê jî rewşa nebaş a Cîhad û qedexeya dîtin û têkilîdanîna parêzer û malbatê pê re û bêyî tu darizandinan, vê êvarê PDK’ê Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Hewlêrê Cîhad Hesen berda. Lê bi kiryareke derqanûnî û dûrî pîvanên mirovahiyê û desteserkirina belgeyên takakesî PDK’ê Cîhad Hesen ji başûrê Kurdistanê ber bi Rojava ve şand.

Ev yek, digel rewşa girêk a metod a ji aliyê başûrê Kurdistanê ve têkildarî Dergeha Sêmalka û tedbîrên taybet ên derbasbûnê pêk hat. Di demekê de ku em vê kiryara bêrewa û dermirovî şermezar dikin, bang li zanayên başûrê Kurdistanê dikin ku li şûna rageşî û kiryarên bêrewa xwedî hişmendî û aramiyê bin. Ji ber ku ev kiryar dikevin xizmeta dijmin.”