spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cîhan bûye warê penaberan

M. Alî Ertaş

Ji destpêka şerê di navbera civak, êl û dewletan de heta niha koçberî û penaberî jî heye. Her ku diçe şer zêde dibe. Bi zêdebûna şer re, koçberî û penaberî jî zêde dibe. Her çend mafên penaberan ên gerdûnî hebe û gelek welatan mafên wan qebûl kiribe jî dîsa mafên penaberan nayê parastin. Di salên dawî de herî zêde mafên penaberan tê binpêkirin. Gelek ji ber nasnameya xwe bi zextên dijwar re rû bir û dimînin. Di nava şertên herî dijwar de dijîn. Bi deh hezaran penaberan di rêwîtiya bejahî û deryayê de jiyana xwe ji dest dane. Bi hezaran penaber ji ber birçîbûn û nexweşiyan jiyana xwe ji dest dane. Her çend rêxistinên mafên penaberan raporan amade dikin û hewl didin mafên penaberan biparêzin jî dîsa daxwazên penaberan pêk nayê.
Her tim hêzên navdewletî li gorî berjewendî û daxwazên xwe zagonan rast dikin û li dijî mafên penaberan van zagonan dixin meriyetê. Rêxistinên mafên penaberan ku hatine avakirin her sal raporan amade dikin. Bi van raporan rewş û mafên penaberan aşkera nîşanî me didin.
Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî a ji bo Penaberan (UNHCR), yek ji komîseriyên xebatê yên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Li gorî rêziknameyê, armanc û peywirdariya wê parastin û bipêşdebirina jiyana penaberan e. Di esasê xwe de li ser hûmanîzmê ava bûye. Di 14’ê kanûna pêşîn 1950’î de ji aliyê meclîsa NY’yê ve hatiye damezirandin. Li 116 welatan 266 buroyên xwe hene û bi texmînî 6.500 kes li van buroyan bo mafê penaberan dixebitin.

Bi zorê tên koçberkirin

Li Tirkiye û cîhanê rêjeya koçberî û penaberiyê her ku diçe zêde dibe. Li gorî raporên rêxistinên navdewletî hejmara koçberan zêde dibe. Li gorî UNHCR’ê di sala 2020’î de hejmara mirovên ku bi zorê ji cih û warên xwe koç kirine gihişt 82,4 milyon mirovan. Li gorî raporê di sala 2019’an de hejmara penaberan 79,5 milyon bû. Di sala 2020’î de penaberî ji sedî 4 zêde bû. Li gorî raporê bi milyonan mirov di nava welatên xwe de koç bûne. Bi taybetî li welatên Etiyopya, Sudan, Sahel, ji ber qeyranên li welatên Mozambîk, Yemen, Afganistan û Kolombiyayê di nava welatên xwe de koç kirine. Hejmara van mirovên di nava welat de koç kirine 2,3 milyon mirov in.
Li welatên cîhanê di salên 1990’î de her sal nêzî 1,5 milyon penaber dikaribûn dîsa vegerin malên xwe. Lê di 10 salên dawî de salê tenê nêzî 385.000 penaber dikarin vegerin malên xwe. Ev yek nîşan dide ku koçberiya bi zorê her diçe zêdetir dibe.
Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Filippo Grandi diyar dike ku ew êdî dibînin ku koçberiya bi zorê, bûye koçberiyeke bêveger û kesên koç dikin êdî nikarin dîsa li warên xwe vegerin.

Li Tirkiye û cîhanê rêjeya koçberî û penaberiyê her diçe zêde dibe. Li gorî UNHCR’ê di sala 2020’î de hejmara mirovên ku bi zorê ji cih û warên xwe koç kirine gihişt 82,4 milyon mirovan

Li gorî rapora UNHCR’ê ya cîhanî, 79,5 milyon kesên ji warên xwe koç kirine, ji wan 45,7 milyon kesan di nava welatên xwe de koçî herêmek din kirine. 4,2 milyon li bendê ne ku daxwaza wan a parastin û starê pêk bên. Dîsa 29,6 milyon kes jî bûne penaber û welatên xwe terk kirine.

Nijadperestî, tundî û xizanî

Li gorî rapora ÎHD’ê ya di 2020’î de li ser penaberan amade kir; 16 kes neheq hatine binçavkirin, 18 kes bi îşkenceyê re rû bi rû mane, 6 kes ji aliyê leşker û polîsan ve hatine kuştin. 62 kes jî di rêwîtiya penaberiyê de mirin. Bi tevahî mafê 658 penaberan hat binpêkirin.
Li cîhanê nijadperestî, tundî, xizanî zêde dibe û bi vê yekê re tundiya li dijî penaberan jî zêde dibe. Ji ber dewlet çareseriyê pêş naxe binpêkirina mafan zêde dibe. Li Tirkiyeyê heta 13’ê çileya 2021’ê bi giştî 3 milyon û 645 hezar û 557 penaberên sûriyeyî yên hatine qeydkirin û divê bên parastin hene. Dîsa nêzî 400 hezar penaber ji welatên din hatine li Tirkiyeyê bi cih bûne. Nêzî 1 milyon penaber jî bê qeyd li Tirkiyeyê dijîn.

Maf tên binpêkirin

Penaberên mafê statuyê girtine serî li ÎHD’ê didin. Penaber naxwazin serî li rayedarên edlî bidin. Ditirsin ku rayedar wan dersînor bikin. Ji ber vê tirsê gelek mafên wan ên tên binpêkirin aşkera nakin û ev yek nakeve qeydan. Li gorî yên hatin tespîtkirin, tundiya li dijî jinê, îstîsmara zayendî, binpêkirina mafên zarokan heye. Keda wan tê xwarin. Bi cudakarî û neheqiyan re rû bi rû dimînin. Mafê wan ê ragihandinê tê astengkirin û biçûk tên dîtin.
Ji ber daxuyaniyên aktorên siyasî bi helwesta nifrîn û cudakariyê re rû bi rû dimînin. Li gel vê astengiyê jî dîsa bi wêrekî tev digerin û diçin serî li ÎHD’ê didin. Ev nîşan dide ku binpêkirina mafên penaberan gelek zêde ye.
Li gorî serlêdanên di sala 2020’î de 658 maf hatine binpêkirin. 16 kes bi awayekî neheq hatine binçavkirin. 2 kes mafê wan ê darizandina bi edalet ji destê wan hatiye girtin. 18 kes bi îşkenceyê re rû bi rû mane. 6 kes ji aliyê leşker û polîsan ve hatine kuştin. 62 kes di rêwîtiya penaberiyê de mirin. 7 kes di êrîşên nifrînê de hatin kuştin. 101 kes di cînayetên kar de mirin. 22 kes di êrîşên nifrînê de birîndar bûn. 77 kesan xwest bên parastin. 19 kesan xwest li Tirkiyeyê bên parastin. 16 kes paşve şandin. 209 kes mafên wan ên siyasetê ji destê wan hat girtin. 4 kes bi îstîsmarê re rû bi rû man. 12 penaber jî hatin binçavkirin.”

Divê mafên wan bê parastin

Divê mafê penaberan bê naskirin û qebûlkirin. Divê medya dest ji zimanê cudakarî û nifrînê berde. Divê kesên êrîş û sûcê nifrînê dikin bên cezakirin. Divê fikara Peymana Cenevre ya 1951’ê ya erdnîgariyê bê rakirin. Divê Peymana lêvegerê ya di navbera Tirkiye û YE’ê de paşve bê kişandin. Divê qaçaxvaniya mirovan a sînor bê astengkirin. Divê ewlehî û daxwaza penaberan li ber çavan bê girtin û qebûlkirin. Divê êrîş, tundî û îstîsmara li dijî zarok û jinên penaber bi dawî bibe û tedbîr bên girtin. Divê rewşa nijad û ziman jî esas bê girtin û mafê wan ê edaletê bê parastin.”
Li gorî lêkolînan welatên herî zêde penaber lê dijîn Tirkiye, Kolombiya, Pakistan, Uganda, Almanya ye. Li Tirkiyeyê herî zêde sûriyeyî dijîn. Zêdeyî 3 milyon penaberên sûriyeyî dijîn. Li Kolombiyayê zêdeyî milyonek û 700 hezar venezuelayî dijîn. Li Pakistanê milyonek û 400 hezar penaber dijîn. Milyonek û 400 hezar penaber jî li Ugandayê dijîn. Milyon û 200 hezar penaber jî li Almanyayê dijîn.
Welatiyên herî zêde bûne penaber jî sûriyeyî ne. Zêdeyî 6 mîlyon û 700 hezar sûriyeyî penaber in. Dîsa di cîhanê de 4 milyon venezuelayî, 2 milyon û 600 hezar afganî, 2 milyon û 200 hezar sûdaniyên başûr, milyonek û 100 hezar myanmarî koçî welatên din kirine.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê