19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cîhan ji vîrûsa koronayê re ne amade ye!

Vîrûsa koronayê li nêzî 40 welatan belav bûye. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo şewbê hişyarî da û diyar kir, divê cîhan xwe ji şewbê re amade bike.

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) ku meha kanûnê li bajarê Wûhan ê Çînê li bazareke heywanan derkete holê, li cîhanê belav dibe. Li gelek welatan tedbîrên cuda hatin wergirtin. Li gorî daneyan li gelemperiya cîhanê zêdeyî 80 hezar kesên bivîrûs hatin tespîtkirin.

Vîrûs roj bi roj belav dibe. Li nêzî 40 welatan belav bûye. Vîrûsa koronayê li Awûstûrya, Swîsre, Hirwatistan, Brezîlya, Yewnanistan, Makedonyaya Bakur, Pakistan û Gurcistan, Îtalya, Fransa, Spanya, Qraliyeta Yekbûyî, Macaristan, Ûkrayna, Luksembûrg, Komara Çekê û Romanyayê hat dîtin.

Vîrûsê li Rojhilata Navîn herî zêde bandor li Îranê kir. Li gorî daneyên fermî li vî welatî bi dehan kesan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha tê gotin ku rastî ji hêla dewletê ve tê weşartin. Rayedarên Îranê ji ber şewba vîrûsa koronayê gera nav welat sînordar kir, gelek çalakiyên giştî hatin betalkirin û dibistan hatin girtin.

Her wiha odeya krîzê ya hikûmeta Iraqê ji bo tedbîrên pêşîlêgirtina vîrûsa koronayê biryar da ku dibistan û zanîngeh heta demekê girtî bin. Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê jî diyar kir ku sînema, çayxane, cafeterya dê girtî bin û bîranîn û şahî jî dê neyên lidarxistin. Her wiha civînên giştî jî hatin qedexekirin.

Li dijî vîrûsê her welatek tedbîrên cuda werdigire. Çalakiyên ku giştî tên kirin hatin betalkirin, seferên di navbera bajar û welatan de hatin kêmkirin, dibistan ketin betlaneyê.

Ji ber şewba vîrûsê gelek şîrketên rêyên hewayî yên cîhanê ‘di rewşeke metirsîdar’ de ne. Komeleya Veguhastina Hewayî ya Navneteweyî (IATA) diyar kir ku vîrûs bandoreke neyînî li gelek şîrketan kiriye. Rêxistina Hewakariya Sivîl a Navneteweyî (ICAO) bi daxuyaniyek diyar kiribû ku 70 şîrketên rêyên hewayî seferên navneteweyî yên ber bi Çînê ve betal kirine. Nêzî 50 şîrketan jî seferên xwe kêm kirin. Nayê zanîn ku maliyeta vîrûsê wê çiqas be. Maliyeta vîrûsa Sars a navbera salên 2002 û 2003’yan 6 milyar dolar bû.  AMED