19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cîhan li çareseriyê digere

Bîlonçoya vîrusa koronayê her ku diçe girantir dibe. Êdî mijara sereke ya cîhanê bû vîrus. Her welat ji bo pêşilêgirtina vîrusê tedbîrên cuda digire. Li Fransa, Îspanya, Îtalya, Belçika, Sirbistan, başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tunus, Çîn, Îran, Koreya Başûr û Iraqê biryara qedexeya derketina derve hat dayîn.

Vîrus heta niha li 150 welatan belav bûye. Hejmara kesên ku bi vîrusê dikevin û an jî jiyana xwe ji dest didin saet bi saetê diguhere. Ji ber vîrusê heta niha zêdetirî 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest da û her ku diçe hejmara kesên ku bi vîrusê dikevin jî zêdetir dibe. Ligel bîlançoya giran hikûmetên dewletan her roj ji bo pêşîlêgirtina vîrusê paketên nû aşkera dikin. Her wiha xebatên ji bo dîtîna aşiyê jî didomin.

Vîrus bi her awayî li her qada jiyanê bi bandor bû. Têrnekirina xebatên zanyarî mirovan dixe nav fikaran. Ji ber vîrusê li gelek welatan jiyan rawestiyaye. Aborî ber bi têkçûnê ve diçe. Perwerde hatine rawestandin, gelek fabrîqe û kargehên mezin navber dan xebatên xwe. Her wiha derket holê ku li gelek welatan jî qelsiya xizmetên tenduristiyê derketin holê. Gelek welatan deriyên xwe yên sînor girtin.

Li Bakur rewşeke nediyar

Ji ber polîtîkayên ku li Tirkiyeyê tê birêvebirin ligel rewşa gelek welatan agahdar bûn jî tedbîrên berfireh nehatin girtin û di encamê de kesên bi vîrusa koronayê dikevin her roj qat bi qat zêde dibin. Dema me rojnameya xwe çap kir hejmara kesên ku bi vîrusê ketin ji 191 kesan derket 359 kesan. Her wiha 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dabû. Sazî, dezgeh û rêxistinên sivîl li gorî derfetên xwe ji gel re dibin alîkar û hişyariyên zanyarî dikin. Gelek bername û çalakiyên saziyên sivîl hatin betalkirin, koordînasyonên krîzê û maseyên krîzê hatin avakirin û daxuyaniyên “Ji malên xwe dernekevin û li xwe baldar bin!” û “Girtiyên siyasî berdin” hatin dayîn. Ligel ev qas geşedanan hikûmet tenê der barê aboriyê de daxuyaniyek da û ji bo teqewitiyan çend biryaran girtin. Ji bilî vê jî Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca têkildarî mijarê diyar kir ne hewce ye mirov OHAL’ê îlan bike û her ferdek divê ji bo xwe OHAL’ê îlan bike. Her wiha ligel krîza aborî û bêkariyê bi vîrusê re gelek bûhayên tiştan hatin zêdekirin. Welatî li aliyek tenduristiya xwe difikirin û li aliyê din jî aboriya xwe difikirin. Niha rewşeke ne diyar li Tirkiyeyê heye.

Li Başûr qedexekirina derve

Li başûrê Kurdistanê jî gelek tedbîr hatin girtin, bi taybetî qedexeya derketina derve hefteya borî hatibû dirêjkirin. Bi qedexeyê re gelek kolanên bajaran vala man. Çalakiyên giştî û bername hatin betalkirin. Wargeha Mexmûrê ligel amborgoyê li gor derfetên xwe dest bi xebatên hişyariyê û dezenfegteyan kirin, lê ji ber amborgoyê nikarin pêwistiyên xwe yên tenduristiyê bigirin. Her wiha li Şengalê jî li dijî vîrusê komîsyoneke hevbeş hat avakirin û dest bi xebatan kir. Komîsyon li dijî vîrusê dest bi dezenfegteya derdorê kir. Îsal ji ber metirsiya belavbûna vîrusê pîrozbahiyên Newrozê hatin betalkirin. Li sînor jî hin tedbîr hatin girtin hemû mede tên paqijkirin û tên kontrolkirin. Piştre ji bo embar û bajaran re tên şandin. Li sînor tu wesayîtên barhilgir derbasî herêmê nabin û ji herêmê jî tu wesayît naçin ji derveyî herêmê. Li gorî daneyên fermî hefteya borî li herêmê 40 kes bi virusê ketin û 13 nexweş jî baş bûne.

Li Rojava tedbîr tên girtin

Li Rojava jî ji bo vîrusê tedbîrên berfireh hatin girtin. Rêxistinên tenduristiyê, rêxistinên saziyên sivîl ji bo parastina gel dest bi dezenfegteya derdorê kir. Li gorî daneyên fermî heta niha nexweşî nehatiye dîtin. Çalakî û bername jî hatin betalkirin. Her wiha pîrozbahiyên Newrozê jî li seranserê Rojava hatin betalkirin. Her wiha hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji bo pêşîlêgirtina vîrusê biryara qedexeya derketina derve da. Her wiha li gorî agahiyan li Efrîn, Serêkanî û Girî Spî çete bi nexweşiya koronayê ketine.

Li Rojhilat bîlonço giran dibe

Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî her ku diçe rewş xirabtir dibe. Di nav 24 saetan de nêzî 100 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li Îranê jî qedexeya derketina derve hatibû dayîn. Her wiha hat diyar kirin ku dê 10 hezar girtî di nav de yên siyasî jî hene dê bên efûkirin. Dîsa rejîma Îranê herî dawî biryara berdana demkî ya 85 hezar mehkûmî dabû. Li gelek bajarên Rojhilat jî rewş di xetereyê de ye. Hem di xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkan dijîn û hem jî agahiyên rast ji bo raya giştî re nayên parvekirin.

Cîhanê penaber ji bîr kirin

Hejmara qurbaniyên vîrusa koronayê kêlî bi kêlî zêde dibe. Di rewşeke wiha de penaberên ku hejmara wan bi milyonan kes in hatine jibîrkirin. Herî dawî Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Ajansa Koçê ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) ragihand ku piştî sînor ji ber şewbê hatin girtin û welatan çûn û hatin rawestandin, wan bernameyên xwe yên têkildarî penaberan hemû rawestandine. Li giravên Lesbos, Chîos, Samos, Leros û Kos ên Yewnanistanê 42 hezar penaber li kampan dimînin Yekitiya Doktorên Sînornenas diyar kir ku ji niha ve pirsgirêkên av, xwarin û paqijiyê li kampan rû dane û banga lezgîn li Yekitiya Ewropayê kirin.

Pêwistî bi piştevaniyê heye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Gûterres hişyariya ku heke li dijî pandemiya vîrusa koronayê piştevanî nebe, di serî de welatên hejar wê jiyana bi milyonan kesan bikeve xeteriyê, da. Guterres got: “Eger em rê bidin mîna şewatê vîrus belavî herêmên herî nazik ên cîhanê bibe, ev wê bi milyonan mirov bikuje. Piştevaniyeke kurewî ne tenê neçariyeke exlaqî, di berjewendiyê her kesê de ye.”