Rojnameya Heftane

Çima dinivîsim?

Gotina “çima tu dinîvîsî?” her çiqas pir hêsan bixuye jî, yek ji pirsên herî zehmet e. Çima ez dinivîsim? Çima min nivîsand? Çima min bi kurdî nivîsand? Ma mamosteyê min ez teşwîq kirim? Na! Ma rîsipiyên malbatê halan di min hildan, gotin Firatê min, binivîse? Na! Ma rêxistina min, partiya min, eşîra min got, binivîse? Na! Ma min bi kurdî binivîsanda ez ê navdar bibûma? Na! Ma ez ê bi nivîsandina kurdî dewlemend bibûma û pê bibûma xwediyê mal û milk? Dîsa na.

Gava min nivîsand, ev hemû gotinên ku min li dû hev rêz kirin li dijberî min radiwestiyan. Bi nivîsandinê girtin, koçberî, heta kuştin li benda min bûn. Ji ber ku ên berî min di wê riyê re bihurîbûn. Ên ku berî min bi kurdî nivîsandibûn di nav xelatan de nemabûn. Wan ji ber nivîsandinê tenê êş û elem kişandibûn.

Ya rastî gava min nivîsand, haya min zêde ji wan jî tunebû. Tenê mîna ku dengek diket guhên min û digot binivîse! Min jî nivîsand. Ev nêzîkî çil salî ye ez di vê riyê re dimeşim. Carina riya min teng, carina fireh dibe. Ez carina mîna bi serkaşekî ve hilkişim, diwestim, lê ranawestim û bi jor ve radipelikim. Ez carina diêşim, carina ên ku ez bi zarê wan dinivîsim min diêşînin, lê wê êşê jî dinivîsim. Gava nanivîsim aciz dibim, gava nikarim binivîsim dinya li ber çavên min reş dibe. Nivîsandin her tim ji min re bûye gopalê hêviyê û min xwe daye ser. Her cara ez bêhêvî bûme nivîsandin hatiye hawara min. Gotina ”Berê gotin hebû” di dil û mêjiyê min de rûniştiye û loma min hertim xwe spartiye gotinê. Min hêrsa xwe, evîna xwe, bêrîkirina xwe, bêhntengiya xwe bi gotina nivîskî daye der. Nivîsê carina cîhana fireh li min teng kiriye, carina jî cîhana teng li min pir fireh kiriye. Cîhanek kiriye du, sê, çar cîhan. Bi xêra nivîsê min gelek caran xwe ji vê cîhana heyî daye alî û li cîhanine din geriyame. Ez ji rastiya heyî bi dûr ketime û min li gora xwe rastîne din ava kirine. Ez di cîhana xeyalan de li dû xeyal û fantaziyan beziyame. Ez carina bi dû nêçîra mirovên belengaz ketime, min bi destê wan girtiye, ew ji quncikên wan ên xalî derxistine û xwestiye balê bikişînim ser wan. Ez carina pêrgî hin gernasan hatime ku ji wan re xerab ketiye û di quncikên xwe de hatine jibîrkirin. Heta ji min hatiye min ew jî derxistine rûkala dinyayê. Ez carina keniyame, carina jî ewrekî xemgîniyê bi ser min de girtiye û bi qûre qûr giriyame. Ez carina bi rojan li dû gotinekê geriyame, carina jî mîna ku yek di guhên min de bike pistînî, gotin li dû hev rêz bûne. Min carina jiyanek, carina bajarek, carina cîhaneke din ava kiriye. Carina jî min jiyanek, bajarek, cîhanek bi du rêzan ji navê rakiriye. Ez hingî bi hêza gotinê hesiyame. Gava min ew hêz di xwe de dîtiye ez ji xwe tirsiyame. Lê ez ji tu hêzeke din netirsiyame. Min cesareta xwe ji nivîsê standiye. Min bi nivîsa xwe tu carî nexwestiye ez kesî pîs bikim an biêşînim. Min pê pesnê pîsan jî nedaye. Ez bi aqilê xwe şêwirîme û min daye dû dilê xwe.

Nivîsandin wek vîrusekê ye, di hemû laşê min de geriyaye, ez bixwazim jî nikarim jê pak bibim. Min di jiyana xwe de nexweşî mîna nexweşiya nivîskariyê nedîtiye. Gava tê, mirov nema jê pak dibe, heta mirinê dev ji mirov bernade. Loma, nivîsandin nexweşiyeke şexsî ye. Gava mirovê nivîskar nenivîse, diêşe, bi nivîsê êşa xwe sivik dike. Ez ê nebêjim ji bo ez êşa mirovatiyê kêm bikim ez dinivîsim û ez ê nebêjim armanca nivîsandina min ji zilmê rizgarkirina xelkên dinyayê ne jî. Ez dikarim tenê vê bibêjim, dibe ku bi nivîsandinê ez êşa xwe kêm dikim. Ez yek im, gelek kesên din jî dikarin xwe di min de bibînin. Bi nivîsandinê, ez gelek jiyanan di jiyanekê de dicivînim. Gelek kesan di kesekî de. Ez dibêjim, mirovek nikare xwe di jiyana hezar kesî de bibîne, lê hezar kes dikarin xwe di jiyana yekî de bibînin. Loma, divê ew yekê ku ji destê nivîskar hatiye afirandin dereweke ji rastiyê rastir be ku xwe dirêjî dil û mêjiyê bi hezaran bike.

Her çiqas hezar jî xwe tê de bibînin, divê ez bi durustî bibêjim ku di gava pêşî de ez ji bo xwe, ji bo liva di hundirê xwe de, ji bo dermankirina birînên dil û ruhê xwe dinivîsim. Ev helwest carina dikare bi kêrî dermankirina birînên dil û ruhên ên din jî bê.

Dîsa jî armanca nivîsê ne bi tenê dermankirina êş û janan e. Mirovan bi hezar salan, bi hezar armancan nivîsandine. Ya min jî bi tenê nixteyek ji wan e, dilopek ji deryaya bêbinî ya gotinê ye…