Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Çima divê em li filmên sînemayê temaşe bikin?

Dijwar Kalhesinani

Armanca sereke ya lêkolînên zanistên civakî (psîkolojî, civaknasî û antropolojî  hwd.) fêmkirina siruşta mirov û kûrahiya hestên wan e. Her wiha huner jî ne kêmî wan zanistan e. Salên dûvdirêj huner jî nemaze wêje, bûye jêdereke sereke ji bo hizirîna mirov da ku bersiveke maqûl derheqê mirovahî, exlaq, bawerî û ayînan de peyda bike.

Yewnaniyên berê huner dabeşî şeş cureyan kiribûn: mîmarî, mûzîk, nîgarkêşî, peykertiraşî, helbest û semagêrî (dans). Tevî ku di wê serdemê de û piştî wê jî şano berbelav bû, ew wekî beşek ji hunerê nedihat hesibandin. Sedema wê jî ew bû ku şano ji helbest, mûzîk û semagêriyê pêk dihat.

Piştî ku di dawiya sedsala 19’emîn de sînema hate keşifkirin û film belavbûn û wekî tiştekî nû cihê xwe di jiyanê de girt, teorisyenê îtalî yê sînemayê Ricciotto Canudo navê curehunera heftemîn lê kir.

Canudo, dît ku ev şêwaza hunerê ya nû, ew cureyên hunerê ku yewnaniyên berê dabeş kiribûn di hundirê xwe de dihewîne. Sînema ku hunerke bitevger e bi awayekî hemaheng ew her şeş beşên hunerê -ku ji hunerên plastîkî, bihîzbar û ritmîk pêk tên- li hev civandine û di encamê de curehunera heftemîn pêk aniye. Gelo rola  sînemayê ya di jiyanê de tenê ew e, hunereke nû û hevçerx e û hew?

Hêzeke xurt a filmên sînemayê heye ku bi temaşekirina wan -bêguman li gorî cureyê filmê- dikin ku hestên mirovî li mirovî xuya bibin. Ew wisa dikin ku bi hezaran heta bi milyonan mirov bigirîn yan xemgîn bibin; bikenin an jî hest bi bextewariyê bikin; bitirsin an jî  bêne handan ji bo serkeftin an bidestxistina tiştekî. Pirsgirêk ew e ku em kûr li ser filmên sînemayê nahizirin û vê pirsê ji xwe nakin; ka gelo em ê çawa sûdê ji wan werbigirin, da ku bibin alîkar ji bo têgihiştina ji xwe û kesên din. Divê hêz û girîngiya filmên sînemayê ya di warê têgihiştina mirov a hestên xwe de, têkoşîn û lêgerîna wateya jiyanê de neyê piştguhkirin.

Ka çawa yewnaniyên berê li şanoyê dinêrîn, divê em jî wisa li filmên sînemayê binêrin. Filmên sînemayê ne tenê ji bo borîna demeke xweş in, aliyê wan ê fikrî û felsefî jî têra xwe heye. Sînema, amûreke bihêz e ku dike mirov ji aliyê fikir û ramanê ve zindî bimîne. Wekî ku Arîsto berê amaje pê kiribû; temaşekirina lîstikên şanoya trajêdyayê roleke mezin li xwe digire; ji bo mirov di hundirê xwe de pêdeçûnekê li ser hest û ramanên xwe bike û di encamê de bigihîje riyeke rast ji bo kemilandina kesayetiya xwe. Bo nimûne; dibe ku rola lehengê lîstika ku hatî temaşekirin, di jiyana xwe de şaşiyekê bike. Ev jî dibe egera wê yekê ku temaşevan piştî lîstik diqede jî li ser bihizire û helsengadinekê li ser pirsên wekî wijdan, exlaq, dilovanî û peywendiyên civakî divê çawa bin, ji xwe bike. Ev pirs ji bo temaşevanên sînemayê jî maqûl in.

Nexwe bersiva girîngiya temaşekirina filman çi ye? Mirov dikare wiha bêje; mirov divê hin serpêhatiyan bijî da ku bi tecrûbeyên wan  jiyana xwe bi rêk û pêk bike. Film jî ew serpêhatiyên ku mirov di jiyana xwe ya resteqînî de nejiyayî pê dide jiyîn da ku bigihîje zanîn û bi rêk û pêk bûnê.

Di gelek filman de peyamên rasterast hene ku nîşanî me didin li vê cîhanê jiyana me, ne cudatir e ji jiyana kesên li derdora me ne. Em di filman de dibînin ku têkoşîn, tevliheviya hindurîn û derveyîn a mirovan hema bêje heta radeyekê wekî hev in. Ev yek jî sûd û mifayekî dide me ku em jiyana xwe berawirdî jiyana kesên din bikin û di encamê de em çareseriyekê ji bo arîşe û girêkên xwe peyda bikin.

Bo nimûne, dema em li filmên ku derheqê lêgerîna kesayetiyê, hebûn û wateya jiyanê de temaşe dikin, em dibînin ku jiyana lehengê di filmê de, gelekî nêzîkî jiyana me ye. Yan jî filmên derheqê pirsgirêkên di nav jin û mêran de, yên derheqê malbat, zarok, evîn, debar, civak, welat, bindestî û hwd. de jî dîsa tê dîtin ku ne kêmî pirsgirêkên me ne. Bi vê yekê mirov bi ser ve dibe ku ne tenê ew tenêtiyê dijî yan jî dilê wê/î şikestiye û derûniya wê/î ne rehet e. Ev yek jî dike ku aramiyek bi mirov re çêbibe û bizane ku rewşa wî ya acizbûna demkî ye.

Hişê mirov têrî wê yekê nake ku ji her tiştê li hawirdora xwe têbigihê. Wexta li ser tiştekî dihizire û derheqê wî tiştî de agahiyan berhev dike jî bipergalkirin û rastkirina wan agahiyan wextek jê re divê. Lê filmên sînemayê di nav saetekê de yan jî du saetan de, heta bi dîmenekî xwe dikarin ew tiştê di hişê mirov de wekî pirseke bêbersiv mayî, bi awayekî  rohin û aşkera pê bide têgihiştin. Şiyana filman heye ku bikin em ser bi fikrekê ve bibin, an jî dest bi bizavekê bikin.

Filmên sînemayê ji me re dibin rêber da ku em ser bi girêkên xwe yên derûnî ve bibin û wan derman bikin. Filmeke baş dibe wesîle ku mirov hestên xwe û fikrên xwe çêtir derbibire. Sînema, dike ku ew tiştên ji ber xirecira jiyanê li ber çavê me neketine û hatine piştguhkirin em bi ser ve bibin û girîngiyê pê bidin.

Hewcedariya mirov bi nimûneyan heye ji bo qonaxên pircure yên gihiştinê. Ka çawa kesek dikare serkeftî be, yan jî jiyana wê/î dê çawa biguhere û bi zor û zehmetiyan re dê çawa bikare serederiyê bike, di filman de mirov dikare bibîne.

Sînema, berê me dide raman û nîskoka mirovahiyê ya hevpar. Filmên ku mijara wan mirov, çand û çîrokên welatên din e, nîşanî me didin ku em  parçeyek in ji jiyanên cuda yên li ser rûyê dinê. Ew çîrok dibin alîkar ku em xwe nas bikin û bi rolmodelan nîşanî me didin ka çi girîngiya exlaqî heye û di warê têkiliyên civakî û peywendiyên di nav mirovan de divê mirov çawa tev bigere.

Bi kurt û kurmancî her filmek tecrûbeyeke takekesî ye, lewra nayê wê wateyê ku hemû mirov heman wateyê jê derxin lê dîsa jî hin  xalên bingehîn ên filman hene ku bi her kesî re heman hest û wateyê çêdikin. Ji bo em xwe, kesên li dora xwe û jiyanê nas bikin, filmên sînemayê wekî riyeke tekûz li ber mirov in. Ji bo mirov di wê riyê re derbas bibe, teqez divê li filman temaşe bike û li ser wan bifikire.