20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima DYA zextê li Misrê dike

Senatorê amerîkî yê komarparêz Ted Cruz da xuyakirin ku rêveberiya serokê DYA’yê Joe Biden 130 milyon dolarên hikûmeta Misrê yên ji bo şerê li dijî terorê li ba xwe girtine. Li gorî Cruz şertê DYA’yê ji bo ku hikûmeta Misrê bikaribe wan pereyan bigire divê 16 rêveberên ixwanan ên girtî berde.  Di daxuyaniyê de Cruz dibêje ku rêveberiya Biden navê wan 16 kesên ku dixwaze hikûmeta Misrê wan berde aşkera nake û pirsên xwe wiha berdewam dike: Ew 16 girtî kî ne? Gelo ew endamên rêxistina ‘Birayên Misilman’ in? Gelo têkliya wan bi karê terorê re heye? Gelo ew welatiyên amerîkî ne?

Ji aliyekî din ve senatorê amerîkî da xuyakirin ku pêşnûmeyek pêşkêşî rêveberiya Biden kiriye ku rêxistina Birayên Misilman bixin nava lîsteya rêxistinên terorê.

Li gorî agahiyên malpera El Erebiye di nava wan 16 kesan de ev rêveberên rêxistina Ixwanan hene: Salah Sultan û kurê wî Muhemed Sultan, Îsam El Hedad ku alîkarê serokê berê Muhemed Mursî bû, her wiha kurê wî Cîhad Hedad û Ala Qeredawî ku keça oldarê siûdî Yûsuf El Qerdawî ye.