19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima êdî welatên ereb têkliyên xwe bi rejîma Şamê re datînin

Di dema dawî de gelek welatên ereban têkiliyên xwe bi rejîma Sûriyeyê re ji nû ve di ber çavan re derbas dikin. Heta hin welatên Kendavê û Erebistana Siûdî jî yên ku piştgirî didan muxalefetê ji bo hilweşîna rejîma Şamê niha pê re di nava têkliyan de ne.

Yek ji welatên ku di dema dawî de dixwaze têkiliyên xwe bi hikûmeta Sûriyeyê re baş bike Urdun bû.  Der barê vê yekê de Wezîrê Karên Derve yê Urdunê Eymen Sefedî behsa sedemên têkliyê welatê xwe bi rejîma Şamê re kir û wiha got: “ Tiştê ku welatê me dike ew e ku em piştrast bibin ku pêvajoyek ji bo çareseriya siyasî hatiye destpêkirin.”

Eymen Sefedî di berdewamiya axaftina xwe ya ji ajansa CNN re wiha dibêje: “ Mirov nikare di rêbazên ku negihiştine encamê de israr bikin. Pêdivî û hewcedarî bi çareseriyeke siyasî heye . Êdî em tev dizanin ku hewldanên bi rêbazên leşkerî heta niha tu encam bi xwe re neaniye û dê neyne jî, rêbazên şer bi xwe re tenê wêranî, koçberî û krîz bi xwe re aniye ”

Eymen Sefedî di dawiya axaftina xwe de rewşa Sûriyeyê wiha anî ziman:“Tiştê ku welatê me dixwaze li Sûriyeyê were kirin çareseriya siyasî ye û dawîanîna li şer, pevçûnane. Em ji bo wê yekê van têkliyên xwe bi hikûmeta Şamê re xurt dikin.”

Hêjayî gotinê ye ku di dawiya meha îlona 2021’ê de li paytexta Urdun Umanê bi heyeta rejîma Şamê re hevdîtin hatin kirin û mijarên wekî bazirganî, elektrîk, çandinî û mijarên din ên hevkariya di navbera herdu welatan de hatin nîqaşkirin. Piştî wan hevdîtinan jî di cotmeha borî de Qiralê Urdunê Abdulah El Sanî bi riya telefonê bi Beşar Esed re axivîbû.