18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima Erdogan ji nişkan ve vegeriya Tirkiyeyê?

Di 30-31 cotmehê de li paytexta Îtalya lûtkeya welatên G20 pêk hat. Di wê Lûtkeyê de derdora 190 welat beşadar bûn. Li kêleka civîna lûtkeyê gelek serok û rayedarên welatan bi hevre hevdîtin kirin. Di nava wan hevdîtinan de hevdîtina serokkomarê Tirkiye Tayip Erdogan û serokê Amerîkayê Joe Biden jî hebû.

Piştî vê civînê dê rayedarên van welatan berê xwe bidana Skotlandayê û li wir jî tev li civînên ji bo germahiya Global bûbûna. Lê Erdogan piştî lûtkeya Romayê û di nav de hevdîtina bi Biden re vegeriya welatê xwe û neçû tevli civîna Glasco ya Skotlandayê nebû.

Li gorî çavkaniyên medya tirk sedemê tevlênebûna Erdogan wekî pirsgirêkên di protokolê de hatin destnîşankirin.

Wekî tê zanîn beriya civîna lûtkeya Romayê hin çavkaniyan der barê hevdîtina Erdogan û Biden de digotin ku heke li Romayê nebe dibe ku li Glasco ya Skotlandayê hev bibînin.

Dema ku mirov bala xwe bide van daxuyaniyan wiha xuyaye dike ku derdê Erdogan ji tevlêbûna lûtkeya Roma û Glascoyê bêtir hevdîtina bi Biden re bû. Ji ber ku piştî hevdîtin bi Biden re kir di cih de berê xwe da Tirkiyeyê û neçû tevli civîna Skotlandayê nebû. Ji aliyekî din ve telêbûna civîna ji bo germahiya Global ya li Glasco ya Skotlandayê tê wateya sozxên alîkariya bi welatên xizan re. Bi gotineke din tê wateya xisareke madî.

Lewre jî dibe ku Erdogan ji ber van sedeman nexwestibe tevli wê civînê bibe.