spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima Erdogan telefonî serokê Israîlê kir?

Li gorî medyaya Israîlê Serokomarê tirk Tayip Erdogan bi telefonê  li serokê Israîlê Isaac Herzog geriyaye.  Her wiha Televizyona Can a Israîlê cih daye gotinên rayedarekî tirk bêyî ku navê wî bêje û wiha gotiye: Serokê nû yê Israîlê  Isaac Herzog dikare di warê têkiliyên navdewletî de roleke sereke bilîze û di navbera Tirkiye û Israîlê de rûpelekî nû veke. Her wiha heman çavkaniyê li ser devê rayedarekî tirk gotiye ku dibe di demeke nêz de serokomarê tirk bi serokwezîrê Israîlê yê nû re jî hevdîtinekê bike.

Li gorî vê çavkaniyê beriya salekê jî hin hewldanên rayedarên hikûmeta tirk hebûn lê ew tev di asta daxuyanî û daxwazan de mabûn.

Her wiha serokê Israîlê Herzog li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirineke bi rengî kiriye: “Serokomarê tirk li min geriya ji bo pîrozbahiya peywira min a nû û me her duyan piştrast kir ku têkliyên Israîl û Tirkiyeyê gelekî giring in û xwedî roleke mezin in di aramî û aştiya Rojhilata Navîn de”

Hêjayî gotinê ye ku di hemû dîroka komara Tirkiyeyê de û di serdema hemû hikûmetên wê de tu caran têkiliya bi Israîlê re qut nebûye. Lê her dem di asteke veşartî û bi peymanan de hatiye kirin. Hemû têkilî dûrî medyayê hatine kirin, ji ber di medyayê de her du welat wekî dijberên hev dihatin xuyakirin lê di rastiya xwe de ew hevalbend û xwedî têkliyên herî xurt ên dostane bûn.

Her çendî ku hikûmetên tirk xwe wekî alîgirên doza gelê Filistînê didan nîşandan jî di rastiya xwe de ne wiha bû û Tirkiye yek ji welatan e ku herî zêde peymanên mezin bi Israîlê re çêkirine.

Bi her halî piştî ku Misir, Urdun û gelek welatên Kendava Erebî di van demên dawî de bi Israîlê re têkikliyên aşkera danîn êdî ew hişmendiya ku berê digotin Israîl dijmine û divê têkilî pê re neyên danîn hate şikandin. Lewre rayedarên tirk jî wiha xuyaye ku êdî dê têkliyên xwe bi rengekî aşkera bi Israîlê re deynin.