spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima Erdogan xwe avêt bextê Israîlê?

Her çendî ku car carnan sarbûnek di navbera Israîl û Tirkiyeyê de çêdibû jî; tu caran têkiliya van herdu welatan ji hev qut nebûye.  Herdem têkiliya di navbera van herdu aliyan de xwedî 2 cure têkilî bûn. Têkiliyeke fermî û aşkera û têkliyeke bi dizî û vaşartî. Di celebê têkiliya veşartî de her dem heye û tucaran qut nebûye. Lê di cureyê têkiliya aşkera de car caran peyamên nexweş didan hev û bi wan peyaman xizmeta hin polîtîkayên xwe dikirin.

Piştî demeke dirêj ji vê şabûna têkiliyên aşkera ê di navbera wan herdu welatan de serokkomar Tayip Erdogan li serokê Israîlê Yitzak Hertzog geriya û piştî wê hevdîtinê daxuyaniyeke wiha da çapemeniyê: “Têkiliya di navbera Tirkiye û Israîlê de ji bo aramiya Rojhilata Navîn gelekî girîng e.”

Tirkiye welatê herî sereke û yekemîn e di hinartina hesin û çîmentoyê de ji bo Israîlê. Tirkiye tenê di  sala 2017’an de milyonek ton çîmento firotiye Israîlê.  Her wiha bi giştî di 15 salên dawî de Israîlê derdora 10 milyon ton çîmento ji Tirkiyeyê kiriye.

Ji aliyekî din ve serokê Israîlê jî bi daxuyaniyekê spasiyên xwe ji bo Erdogan pêşkêş kir û wiha got: “Em spasiya serokkomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan dikin ji ber rola wî ya di serbestberdana 2 welatiyên Israîlê de”

Wekî tê zanîn beriya çend rojan hêzên ewlekariya Tirkiyeyê 2 welatiyên Israîlê girtibûn. Tirkiye ew bi casûsiyê tewanbar dikirin ji ber wêneyê qesra Erdogan kişandibûn.  Lê piştî çend rojan ji binçavkirinê ew 2 kesên ku hevjînê hev bûn û bi sîxuriyê dihatin tewanbar kirin bi destwerdana Erdogan hatin serbest berdan.

Balkêşe ku ev hewldana Erdogan a xweşkirina têkliyên bi Israîlê di demeke wiha de pêk hat ku têkliya di navbera welatên ereb û Sûriyeyê de xweş dibin. Her wiha têkiliyên Israîlê ên bi Misir , welatên Kendavê û Erebistana Siûdî re jî zêde bûne.

Lewre jî hikûmeta tirk dixwaze ku bi rêya Israîlê balaseke nû li herêmê ava bike an jî bi kêmanî ew têkliyên nû ên di navbera Israîl û Welatên Ereban de zirarê nedin plan û projeyên wê yên li Sûriye, Lîbya û Behra Spî.

Her wiha dixwaze ku Israîlê bi lobiya xwe ya xurt a li Amerîkayê alîkariya hikûmeta wî bike û zextê li rêveberiya Joe Biden bike. Ew rêveberiya ku ji destpêkê de helwesta wî ya li hemberî Erdogan baş tê zanîn.

Tê gotin ku Israîlê sefîrekî xwe yê nû dişîne Tirkiyeyê û ev hevdîtina di navbera serokê herdu welatan de bi hêviya ku dê rê li pêşiya gelek hevdîtinên din di navbera rayedarên herdu welatan de veke, wekî destpêkeke nû hatiye kirin.