19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima hilbijartinên Lîbyayê hatin taloqkirin?

Saziya Bilind a Hilbijartinan biryara taloqkirina  hilbijartinên serokkomariya Lîbyayê da. Saziyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ji ber tevliheviyên biryarên der barê lîsteya dawî ya namzetan de wan biryar daye ku hilbijartin ne di 24’ê kanûnê de, dê di 24’ê çile de pêk were.

Ji aliyekî din ve meclisa parlamentoya Lîbyayê bang li Aqil Salih kir ku vegere peywîra xwe ya berê bidomîne ji ber ku dê hilbijartin di dema xwe de neyên kirin. Wekî tê zanîn Aqilê Salih berê srokê parlamentoyê bû û ew jî bûbû namzetê srokatiya Lîbyayê.

Saziya Bilind a Hilbijartinan di daxuyaniya xwe de behsa astengiyên li pêşiya lidarxistina hilbijartinan kiriye û wiha bal kişandiye ser vê yekê: “Yek ji sedemên derengmayîna derxistina lîsteya dawî ya namzetan ew bû ku pêvajoya nerazîbûnên li dijî namzetan dirêj kiriye û bi nakokî derbas bûye. Her wiha nakokiyên di navbera  biryarên Saziya Hilbijartinan û yên dadgehê de der barê namzetan de sedemeke din a derengmayîna amadekariyên hilbijartinan bû.”