spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Çima PKK di lîsteya terorê de ye?’

Hisên Omer

Di lîsteya welatên Rojava û Amerîkayê de hema bêje hemû tevgerên ku têkoşîna rizgariya neteweyî dikin, tê de cih digirtin. Heta beriya çend salan jî tevî têkliyên xurt ên van welatan bi partiyên başûrê Kurdistanê yên wekî PDK û YNK re, ev partî bixwe jî di wê lîsteya terorê de cih digirtin. Tevî ku ji salên 70’yî de têkliyên DYA û welatên Rojava bi van herdu partiyan re hebûn hê nû beriya 4-5 salan navê wan herdu partiyên kurdan ên başûrê Kurdistanê ji nav lîsteya xwe ya terorê derxistin.

Ji destpêka tevgera rizgariya gelê Kurdistanê û çalakbûna Partiya Karkerên Kurdistanê li Tirkiyeyê yan ku ji destpêka salên 90’î de welatên Rojava û Amerîkayê navê PKK xistiye nava lîsteya xwe ya rêxistinên terorê.

Bi rastî ji tevgerên vê partiyê wêdetir ew li ser daxwaza dewleta tirk di vê lîsteyê de hatine bicihkirin. Ji ber di wê demê pêwendiyên gelekî xurt di navbera Tirkiye û DYA û welatên Rojava re hebûn. Lewre sedema bingehîn ji zêdekirina navê PKK li vê lîsteyê razîkirina dewleta tirk bû.

Bangên ji bo derxistinê

Bêguman bang û hewldanên ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê ji destpêka xistina navê ya lîsteyê de û heta roja me ya îro berdewam dike.

Di vê dema dawî ev daxwaz bi dengekî bilindtir dikeve rojevê û vê carê ev daxwaz ji PKK lê ji gelê kurd, dost û hevalên vê partiyên hatiye destpêkirin. Ev bang ne nû ye lê em dikarin bêjin ku vê carê bang bi dengekî bilintir û berfirehtir û bi tevlibûna gelek kesyaetên navdar tê meşandin. Kesên ku vê carê tev li banga ku PKK ji lîsteya terorê derxînin, ne tenê kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ne lê kurdên ku li seranserê cîhanê dijîn û dostên wan û di nava wan de kesayetên navdar, akademisyen, nivîskar, rewşenbîr û gelek kesayetên din ên navdar tev li vê bangê bûne.

Tevgerên PKK’ê yên li Ewropayê

Heta niha Partiya Karkerên Kurdistanê li welatên Ewropayê û Amerîkayê zirar negihandiye tu kesî ne tenê mirovan wê zirar nedaye perperîkekê jî. Baskên PKK ê leşkerî heye, şervanên wê têkoşîna xwe ji bo bidestxistina mafê gelê kurd dimeşîne û zextan li hikûmeta tirk dike ku bersivê bide daxwazên gelê kurd ên azadî û wekheviyê. PKK daxwaza mafê demokratîk ê gelê kurd dike. Lê vê partiyên tu çalakî an jî zirarek negihandiye welatên Ewropayê û dost û hevalên wê li seranserê cîhanê dijîn.

Ji beriya 30 salî de PKK meş û mitîng û xwepêşandanan li Ewropayê dike û carinan hejmara kesên ku tev li van xwepêşandanan dibe bidehezaran kes lê tu caran di van xwepêşandanan de tundî yan jî zirareke berbiçav nehatiye kirin. Em dikarin bêjin ku car caran hin ciwanên xwîngerm hin karên ji derveyî îradeya rêveberên xwepêşandanan kirine lê ew pirsgirêkên biçûk bûn û di hemû xwepêşandanên din ên gelê Ewropayê jî car caran rû didin.

Ji ber vê yekê mirov nikare bêje ku PKK ji ber kiryarên xwe yan jî tevgera alîgirên xwe xistine nava lîsteya terorê de lê ya aşkera ew e ku welatên Rojava û Amerîkayê ji bo berjewendiyên xwe yên bi dewleta tirk re PKK li ser dawxaza dewleta tirk xistine nava wê lîsteyê.

Lobiya dewleta tirk a di nava hikûmetên Rojava û welatên din de zexteke mezin li wan welatan kir ku PKK têxin nava lîsteya terorê.  Bi taybetî jî Amerîka û hevalbendên dewleta tirk ên welatên NATO’yê roleke mezin di vê yekê de lîstin û ji bo razîkirina dewleta tirk PKK xistin lîsteyên xwe yên terorê.

Hêjayî gotinê ye ku mirov bibîr bixe ji salên 70 û 80’yî de Amerîka, NATO û hin welatên din hema bêje navê hemû Tevgerên Rizgariya Neteweyî dixistin nava lîsteyên xwe yên terorê. Lewre jî hebûna PKK di nava vê lîsteyê de neheqiyeke mezin e û tenê li ser daxwaza dewleta tirk û berjewendiyên di navbera dewleta tirk û welatên NATO’yê û yên Rojava de hatiye kirin. Bi derxistina navê PKK ji lîsteya terorê dê pêşî li çareseriya pirsa kurd bi rêyên diyalogê jî vebe.