19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima hêzên navneteweyî li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng in?

Ji ber ku siyaseta înkar û komkujiyê ev nêzî sed sal in bûye polîtîkaya navendî ya ku dewlet û desthilatdarên tirk li hemberî gelê kurd dimeşîne, bi hemû rêbazên cuda, ji operasyonên leşkerî û ewlekarî heta dorpêçkirina aborî û qirkirina çandî, gelê kurd tevî gelên herêmê li dijî dewleta tirk û pêkanînên wê di nava berxwedaneke civakî û exlaqî ya rewa de ne.

Bi derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li Tirkiyeyê, gelê kurd zêdetirî 12 hezar sal in li ser axa xwe ya dîrokî dijî û civaka kurd neçar bû ku rêyekê û rêbazekê ji bo parastina xwe bibîne li hemberî siyaseta qirkirina etnîkî û guhertina demografîk li herêmên kurdî yên dîrokî. Baştirîn felsefeya jiyanê û rijdkirina li ser azadî û biratiyê û jiyana hevpar û aştiya rast bi gelên herêmê re, ew berxwedana cihêreng û hevbeş û parastina hebûn, nasname, civak û çanda kurdî ye. Piştre avakirina tevgera tekoşîna civatî li Kurdistanê destpêkir. Di parçeyê wê yê mezintirîn de, li bakurê Kurdistanê, ew jî tevgera azadiya gelê kurd û gelên Kurdistanê bû; ku bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê, ji aliyê rêber Abdullah Ocalan û rêhevalên wî ve hate avakirin. Tevger bi fikir, bandor, piştgirî û piştgiran berfireh bû û gihîşt  hemû cihên ku kurd lê hene. Niha tu cihê kurd lê ne, kurd hebin, çênabe ku PKK lê tune be. PKK ji ber ku li wir e, ew dibe îfadeya rast a azadî, şeref, rûmet, siberoj û nirxên wê yên exlaqî û civakî.

Dewleta tirk a ku li gorî Peymana Lozanê ya 1923’an ava bû, tundî û zexteke zêde ya ku bi ti awayî nehate rewakirin li dijî gelê kurd û erdnîgariya wî bi kar anî, ku beşeke herî mezin a wê bi Tirkiyeya nû ve girêdan. Li gorî daxwaza brîtanî û cihûyan piştî ku ew di navbera çar welatan de hate dabeşkirin ku ji hêla hêzên mezin ve bêyî berjewendiya gelên van welatan ji bo berjewendiyên xwe hatine damezirandin.

Û ji ber israra gelê kurd û parastina hebûn û mafên xwe, teslîmnebûna xwe li hemberî dewleta tirk û desthilatdarên wê, tirkkirin, polîtîkayên qirkirina giştî û etnîkî û guhertina demografîk qebûl nekirin. Ji ber xwezaya xwe ya çiyayî; berxwedêr, li hemberî hemû kampaniyên qirkirin û înkara tirkan têk neçûn û sed sal û heta îro jî li ber xwe didin.

Tirkiye ji sala 1925’an û vir ve di kuştina gelê kurd de bi her cure çekan bûye yekemîn û pêşeng. Heta yek ji pîlotên ku gund û welatiyên sivîl ên herêma Geliyê Zîlan, li bakurê Kurdistanê bombe kirine, di pirtûkeke xwe de li ser wê bûyerê wiha gotiye: “Her çi dar û heywan be jî her tiştê ku li Geliyê Zîlan digere bombe bikin.”

Ji sala 1925 heta 1940’î ji bo tepeserkirina serhildanên kurdan li bakurê Kurdistanê, dewleta tirk tevî efserên alman çekên navneteweyî qedexekirî bi kar anîn. Di encamê de bi sed hezaran kurdên sivîl û gelên li herêmên ku piraniya wan kurd lê dijîn li başûr-rojhilatê Tirkiyeyê hatin kuştin. Her wiha bi milyonan kurd ji warên xwe koçber bûn û  guhertinên demografîk peyda bûn.

Bi şoreşa dawî ya Kurdan ku ev 50 sal in û heta îro bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê didome, bi taybet jî piştî destpêkirina şerê çekdarî di 15’ê Tebaxa 1984’an de, weke yek ji amûrên berxwedana civakî û rewa ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser xak û civaka kurd ve tê dîtin. Dewleta Tirk û hêzên serdest ên cîhanê yên ku piştgiriya wê dikin dîn û har bûn.

Ji sala 1985’an ve Tirkiyeyê her cure balafirên şer û her wiha çekan li dijî şoreşa azadiya gelê kurd bi kar aniye. Di destpêka salên nodî de jî bi mebesta zêdekirina rol û bandora tevgera azadiya gelê kurd li ser piraniya herêmên başûrê rojhilatê Tirkiyeyê û lewazkirina dewleta tirk û nêzikî hilweşîna wê bibe, hin hêzên dewletê û artêşa tirk, belkî ji bo pirsgirêka kurd dest bi fikirandinên weke nêzîkatiya ne leşkerî bi doza kurdî re bikin. Lê destwerdana dewleta kûr a tirk a bi Gladîoya NATO’yê ve girêdayî ye (tora veşartî), rê li ber rêbazên nû girt û rê ji nû ve vekir û ronahiya herî metirsîdar a hegemonyaya cîhanî da, ku hemû çekan li dijî gelê kurd û tevgera wî ya azadiyê bi kar bîne. Ji ber vê yekê dewleta tirk di salên nodî de sûcên şer û qirkirina etnîkî kir. Bêhtir ji 4000 gundên kurdan wêran kirin û şewitandin û bi milyonan kurd dan koçkirin û madeyên kîmyewî li dijî wan bi kar anî, bi taybetî li navçeyên herêma Botanê yên li ser sînorên navdewletî yên Iraq û Tirkiyeyê.

Bi heman awayî jî rejîma Sedam Husên çekên kîmyewî di sala 1988’an de li bajarê Helebçeyê xistibû, û zêdetirî 5 hezar kurdên sivîl di encamê de hatin kuştin. Her wiha operasyonên Enfalê yên rejîm û artêşa Iraqê ku di navbera salên 1986-1989’an de destpêkiribûn û zêdetirî 182 hezar kurdên başûrê Kurdistanê (Herêma Kurdistana Iraqê) jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo dewleta Tirkiyeyê jî piştî hatina AKP’ê û Erdogan û her çendî ku îdiaya îslametiyê bikin jî ji îslamê û nirxên wê dûr bûn, bi îslama xwe ya xapînok û sexte bûn perdeya netewperestiya Tirkan. Hikûmetên berê, li hundirê Tirkiyeyê şerê kurdan dikirin, lê ev desthilata îslamî ya neteweperest niha li ku derê hebe, her li wê derê şer dike û hemû cûre çekan li dijî wan bi kar tîne. Nemaze çekên kîmyewî yên navdewletî û qedexekirî. Ji sala 2015’an ve, dewleta Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi taybetî gazê, di navbera salên 2015 û 2016’an de li bajarên Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Sûra Amedê û herî dawî jî li Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn û hwd. li dijî civaka kurd bi kar tîne.

Ji 23’ê nîsana 2021’ê û heta îro, zêdeyî 6 mehan e dewleta tirk her roj herêmên Parastina Medyayê li Metîna, Zap , Avaşîn, Zagros, Xakurkê, Heftanîn û Garê armanc digire û çekên kîmyewî û qedexe jî di nav de, bi kar tîne. Gelek dîmenên ku navenda ragihandina Hêzên Parastina Gel weşandine xuya dike ku ji ber berxwedana destanî, dîrokî ya hêzên gerîla li hemberî hemû teknîka artêşa tirk û ji bo li hin deveran bi pêş ve biçe û têkçûna xwe li pêşberî gerîla veşêre, çekên kîmyewî û gazên jehrî yên cur bi cur bi kar tîne, ku bûn sedema şehîdbûna hejmarek ji gerîlayan.

Di vir de nêzîkatiyek heye ku divê bê zanîn û bê gotin; ji ber ku civaka bi navê navneteweyî dema ku kesek li herêmê û cîhanê van çekan bi kar bîne, bersiv, kiryar û pêkanînên xwe zêde dike. Wek bertekên civaka navdewletî di sala 2003’an de bi Sedam Husên re û wek sala 2013 û 2017’an de bi rêjîma  Beşar Esed re. Dema ku hat gotin ku artêşa Sûriyeyê ya girêdayî Beşar Esed çekên kîmyewî bi kar aniye ev helewsta wan xuya bû. Her wiha helwesta civaka navdewletî li hember Îranê û çekên wê jî wisa ye. Bi Koreya Bakûr û çekên wê û yên din re jî. Lê belê dema ku mijar dibe rewşa Tirkiyeyê û çekên wê û bikaranîna wan li dijî gelê kurd û şoreşgerên azadiya kurd, bêdengî û ya rastir jî tevlêbûna wan bi Tirkiyeyê re, di sûcên wê yên li dijî gelê kurd û gelên herêmê tevayî de, bê guman dibe serwer.

Lê bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yan jî wek tê gotin, Partiya Demokrat a Kurdistanê, PDK’ê ya ku hikûmetê kontrol dike û ji prensîba “dijminê dijminê min dostê min e”, PDK’ê derfetekê ji bo berfirehkirina bandora xwe li ser herêma Kurdistanê û heta Kurdistan bi giştî jî ji bo xwe distîne. Ji ber ku PDK PKK’ê wek metirsiyekê dibîne û ji ber wê jî ew û Tirkiyê bi hev re hewil didin ku rola PKK’ê kêm bikin.

Ji aliyê din ve, gelek bûyer, kampanya û çalakî hatin destpêkirin ji bo ku ji dewleta tirk hesabê bikaranîna çekên kîmyewî were pirsîn. Lê tevî hemû belgeyên berdest û tevî hemû bangawaziyên serkirdeyên PKK’ê û ji ber berjewendiyên navneteweyî, aliyên navneteweyî çavên xwe ji kiryarên Tirkiyeyê re digirin û berxwedana dîrokî ya gerîla li hemberî hemû êrîşên qirkirinê yên li ser civaka kurd bi tenê maye weke çek.