Sêşem, Nîsan 20, 2021

Çimaya Newroza kurdan!

Delal Aydin

Wekî ku tê zanîn reh û rîşeyên Newrozê di serdemên antîk de veşartî ne. Her çiqas 21’ê Adarê çawa roja hatina biharê be were pîrozkirin jî ji aliyê naveroka xwe ya îranî ve xwe dispêre pergala ayînî ya zerdeştiyê. Bi misilmankirina axa Îranê re Newroz ji cewhera xwe hat dûrxistin û bi baweriya îslamê re hat guncandin. Îro jî li Îranê 21’ê Adarê wekî sersalê tê pejirandin. Her wiha di nav nexşeya Îrana Mezin de, li deverên ku kurd jî tê de, li Azerbeycan, Afganistan û Komarên Asyaya Navîn her sal Newroz tê pîrozkirin. Newroz li her çar parçeyên Kurdistanê di nav hemû rêxistinên kurdan de wekî cejna neteweyî ya hevpar tê qebûlkirin.

Em dikarin bibêjin ku Newroz di nav hemû rêxistinên kurdan de wekî mîta damezirîner hatiye cîbicîkirin û bêhtir li ser ‘çima tê pîrozkirin’ hatiye rawestandin. Em ê di vê nivîsê de bêhtir bal bikişînin ser wê yekê ku Newroz çawa bûye ya kurdan. Di vê çarçoveyê de em cara ewil di nav nimûneya kovara Jînê de rastî vê yekê tên ku ji bo netewesaziyê efsaneya Kawa hatiye bikaranîn. Kovara Jînê ji aliyê “Kurdistan Tealî Cemiyeti” ve di navbera salên 1918-1919’an de dihat derxistin. Li ser vê esasê efsaneya Kawa wekî mîteke ku kurdan ji gelên dîtir cuda dike, wekî vegêrana “rûdaneke neteweyî” dihat sazkirin.

Wekî ku em dizanin Kurd Tealî Cemiyeti negiha mirazê xwe û sazkariya der barê efsaneya Kawa û Newrozê de qut bû. Piştî gelek salan Îhsan Nurî Paşa dest avêt mijarê. Îhsan Nurî Paşayê ku fermandarê Serhildana Agiriyê bû, piştî têkçûna serhildanê derbasî Îranê bû û li wir pirtûka xwe ya bi navê Rehên Kurdan weşand. Di pirtûka xwe de bi helwesteke neteweperwer hewl dida hebûna kurdan îspat bike.

Îhsan Nurî dema li jêderkên neteweya kurd digeriya pêrgî efsaneya Kawa hat. Lê belê Îhsan Nurî roja ku efsaneya Kawa dê bê pîrozkirin li gorî roja “tolhildanê” destnîşan kiribû. Wisa dixuyê ku ji bo fermandarê serhildaneke têkçûyî Îhsan Nurî Paşa, cejnê wekî “tolhildan” binavkirin watedartir bûye.

Hewldanên avakirina mîtekê yên Îhsan Nurî deng veneda, lewra berhema wî di sala 1977’an de ji bo zimanê tirkî hat wergerandin. Di vê serdemê de rêxistinên kurdan ên li ser xeteke sosyalîst û dijkolonyal bûn, efsaneya Kawa li gorî teşeyeke tezetir ava kiribûn. Beriya her tiştî cejna Newrozê û efsaneya Kawa bûbûn tiştek. Jê wêdetir êdî “Kawa bi pêşmalka xwe ya ku kiribû direfş bûbû proleterê pêşeng ê gelê kurd ê bindest”. Her wiha kovara bi navê Kawa Kawayê Hesinkar wekî “Spartakûsê Kurdistanê” pênase kiribû.

Şoreşgeran piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî karibûn kelecaniya xwe ya Newrozê bi gel re parve bikin. Di dema darbeyê de wekî encamên îşkenceyên li girtîgeha Amedê, Mazlûm Dogan di 21’ê adarê de bi çalakiya fedayî dawî li jiyana xwe anî û bû sembola berxwedanê. Ji teref PKK’ê ve wekî “Kawayê Hemdem” hat îlankirin. Kawayê Hemdem ê ku di nav bêjara PKK’ê de cih digirt jî hejar bû lê ji “pêşengekî proleter” wêdetir wekî “lehengekî ku xwe ji bo kurdayetiya dihat tunekirin vejîne feda kiriye” dihat pênasekirin. Rojên Newrozê wekî rojên serhildana li dijî “TC’ya zalim” hatin qebûlkirin û Newroz wekî mîteke berxwedanê di navenda bêjara PKK’ê de cihê xwe girt. Ji ber vê yekê partiyê alaya xwe ya ku li ser stêrka sor das û çakûç hebû, di sala 1995’an de guherand û li ser stêrka sor pêtala (meşale) ku agirê Newrozê temsîl dikir bi cih kir.

Nemaze di salên 1990’î de çalakiyên ku rojên Newrozan dihatin kirin bû sedem ku tevgera kurdî berfirehtir bibe û bibe tevgereke girseyî. Ji aliyekî dîtir ve Newroz bû sedem ku pirsa kurdî û nîqaşên li ser tên kirin demildest bên biencamkirin.
Digel vê yekê peywirdarên dewletê pîrozkirina cejnê bi navê ‘Nevruz’ fermî kirin û di van pîrozbahiyan de dihat destnîşankirin ku Newroz di bingeha xwe de cejneke tirkan e û ev jî bû rehendeke îdeolojîk a dîtir ku rengê xwe da şer. Bi vî awayî Newroz bi temamî veguherî qadeke şerê îdeolojîk.

Dewletê ji bo vê nêzîkatiya xwe ya li ser Newrozê bide rûniştandin tenê tundiyê bi kar neanî, her wiha hewl da ku ev wekî çîrokeke alternatîf bê navxweyîkirin. Ji bo vê jî dewletê îdiayên hin nivîskaran esas digirt û Newroz wekî Cejna Ergenekonê ya Tirkan dihesiband. Lê gelek kesên di nav çapemeniya wan a sereke de cih digirtin jî tiranê xwe bi vê helwesta dewletê dikirin. Polîtîkaya Nevruzê ji bo veçirandin û aşkerakirina îdeolojiya serdest xaleke girîng û balkêş bû. Çalakiyên Nevruzê yên ku dewlet mecbûr ma demildest wan pêk bîne, amûrên îdeolojîk ên dewletê jî yek bi yek îfşa dikir.

Wisa dixuyê ku ew kelecaniya rayedarên dewletê ya der barê pîrozkirina Nevruzê de îro çilmisiye. Lê beramberî vê li her deverên Kurdistan û Tirkiyeyê bi milyonan kurd Newrozê dipên û pîroz dikin. Her wiha êdî her kes pê dizane ku Newroz cejneke kurdan e.

Nevruza ku Cejna Ergenekonê ya Tirkan temsîl dike ji domandina zilmê wêdetir ne tu tişt e. Ligorî min ew tîpa “w”yê ya di Newrozê de vê tiştê radixe ber çavan.