25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cînara kalemêr

Min ji biçûktiya xwe ve ji kal û pîran pir hez dikir. Nizam ji ber çi lê hezkirina min a wan ji hemû jiyana min zêdetir e. Lewma ez ji ku derê, rastî wan kal û pîran bêm, hema diçim destê wan digirim, ji wan dipirsim gelo alîkariyeke min digêhîje wan an na?… Ew kenê li ser rûyê wan min bextewar dike.

Min demekê li bajarokekî biçûk ji xwe re xaniyekî biçûk kirê kir. Hema wê demê min xwest hinekî bi tena serê xwe bimînim. Belkî şansê min bû, an na! li wî bajarokê biçûk, ciwanan zêdetir kal û pîr dijiyan. Piştî demekê min bihîst ku ciwanên wî bajarê biçûk ji bon xebat û xwendina xwe çûne bajarên mezin.

Her roj ez diçûm cem wan, min alîkariya wan bi her awayî dikir; cilên wan, feraqên wan, xwarina wan amade dikir. Wan jî carna behsa ciwantiya xwe dikir; çîrokên bêsînor ji min re digotin, hema em bêjin, em bi hev re dijiyan. Lê du heb cînarên min hebûn, kalo pir kal bû, cînara wî Gogê (navê wê yê rast Gozel bû, jê re digotin Gogê) jî hinekî ji wî ciwantir bû. Wê her alîkariya kalê reben dikir. Lê wexta ku em dihatin ba hev, Gogê hergavê ji kalo bi hêrs bû, jê re digot; zû bimeşe, tu pir giran dimeşî, xwarina xwe giran dixwî, cilên xwe giran li xwe dikî, hemû tiştan ez nikarim ji te re dubare bikim, carna mêjiyê di nav serê xwe de bi kar bîne, filan û bêvan.

Bi van gotinên Gogê kalo bêdeng dima, carna dixwest behsa tiştekî bike lê Gogê peyva wî di devê wî de dihişt, jê re digot; erê erê, me fêm nekir ka tu behsa çi dikî. Her dem ez bi van gotin û kirinên Gogê, çawa tirseke mezin dabû ser wî kalemêrî aciz dibûm. Her carê ez vedigeriyam aliyê kalemêr, min jê re digot; ez li te guhdarî dikim, ka ji min re gotinên xwe ji serî heta dawî bêje. Dema min wisa digot pir kêfa wî dihat. Ji min re hûrik hûrik, livik livik behsa jiyanê û ciwantiya xwe dikir.

Her çiqas Gogê aciz dibû jî min destê wî bernedida. Ne tenê ez, ew cînarên li der û doran jî aciz dibûn ji ber van kirinên Gogê ên li hemberî kalo. Dîsa rojekê em li ber derî rûniştine, kalo destê min girt û xwest ji min re behsa tiştekî bike. Hema Gogê rabû ser piyan, bi hêrs berê xwe da kalo; ev çend sal in ez cilê te dişom, xwarina te çêdikim, hemû pêlazimiyên te tînim cih, lê dîsa jî dilê te xweş nabe, got û got. Kalo ne dikarî bersiva wê bide, xemgîn bû, piiir xemgîn bû.

Min got; Gogê xanim, hewce nake, ez ê kar û barên kalo hildim ser xwe, tu ji kalo ciwantir û xurtir î, li bendê nesekine ku ew jî wek te bi lez be… heta mehekê min û kalo bi kêf û henek jiyanek xweş derbas kir. Piştî mehekê Gogê hat, wê û kalo bê xeberdan li nav çavên hev nihêrîn, hevûdu himbêz kirin, min dît ku jiyana wan wisa ye, bêyî hevûdu jiyan ji bo wan zehmet e. Niha her tim ez diçim serdana wan, ew jî wek her tim şerê wan ê biçûk didome.