19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çînê ji Joe Biden re got: Bi agir nelîze

Lûtkeya di navbera serokê DYA’ê Joe Biden û yê Çînê Şi Cinping bidawî bû. Herdu serokan lihev kir ku tiştên dibin sedema krîz û nakokiyên di navbera herdu aliyan de hinekî kêm bikin.

Di hevdîtinê de serokê Çînê Şi Cinping, serokê Amerîkayê Biden di mijara têkiliyên bi Taywanê re hişyar kir û wiha got: “Navtêdan û alîkariya Taywanê ji bo veqetîna ji Çînê wekî leystika bi agir e, kesê bi agir bilîze dê bişewite.”

Ji aliyekî din ve Biden jî metirsiyên xwe yên der barê demokrasî û mafê mirovan de anî ziman û her wiha nêzîkatiyên Çînê yên li dijî Taywanê jî rexne kir.

Hêjayî gotinê ye ku mijara Taywanê bûbû sedema gengeşî û nakokiyek mezin di navbera Çîn û DYA’yê de. Li gorî Wezareta Karên Derve ya DYA’yê, Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken li hempîşeyê xwe yê Çînê Wang Yi geriyabû û nerazîbûna xwe li hember zext û pêkotiyên Çînê yên leşkerî û siyasî li dijî Taywanê anîbû ziman.

Ji aliyê xwe ve Wang Yi jî DYA’yê hişyar kiribû ku ew daxuyanî û piştgiriya wê ji bo Taywanê nebe sedemê cudaxwaziya Taywanê.

Wiha xuyaye ku nakokiyên di navbera herdu welatan de ne tenê di mijara Taywanê de ye lê di hin mijarên din ên wekî bazirganî û mijara mafê mirovan de jî, nakokiyên mezin di navbera wan de hene.