Rojnameya Heftane

Çirkek beriya şîyarbûna ji xewnê ku sedem fira mozekê bû li dora hinarekê

Bîlal Ata Aktaş

Gava ku hêj li lîseyê bûm, wek gêncekî wan çaxan, navbera min û bajarê lê çêbûme hêdî hêdî xira dibû. Hest û baweriyên min şid û teng dibûn di bin sî û sîstema qerase ya kesên ne ji me de. Hingê pê nedihesiyam ka ev tarîtî ji ku ve tê û bi kîjan şiklî derdikeve pêşiya min, çawa cism û rismê xwe digire. Lê binhişa min hey zorê dida maqûltiyê, acizîyek hebû ku çavkaniya wê ji min ve ne eyan bû. Tengezariya min a wî çaxî hinek jî girêdayî vî tiştî bû.

Wê demê me bajar bi kar dianî. Ji me ve nebû, me çavên xwe li vê rastiyê vekiribû çimkî. Dilê me bixwesta biçe ku derê em diçûn wê derê, qet nebe ev îhtîmaleke asayî bû û wekî hemû tiştên asayî ev tişt zêde bala me nedikişand. Halbûkî tarîtî jixwe xwe li ser tiştên rojane, rûtîn, asayî ku me serê xwe pê nediêşand ava dikir. Hemû cihên kolektîf ên ku “ên din” lê bûn, bi rê û rêbazên xwe ji cih û warên li mehlê cuda bûn.

Lîseya ku ez diçûmê li gorî derfetên bajarekî biçûk cîkî baş bû. Zar û zêçên walî, emnîyet midirî û çend payebilind ên din jî dihatin oqila me. Çend ji wan nav heftê her roj bi me re siwarî heman servîsê dibûn. Yanî servîs ya wan jî bû. Lê digel ku ew du – sê kes bûn, dîsa jî deh yanzdeh kesên ji me em tevde bi qodên wan tevdigeriyan.  Ji me re xweş dihat. Helbet ji wan re jî. Çimkî bi nezera me hemû kesên parlax û xweşik mîna wan bûn. Wekî wan diaxivîn, wekî wan pot û cilan li xwe dikirin. Hîç guman lê nîne ku wan temsîlîyeta tiştekî dikir.1  Lê ji vê wêdetir ev qodên gava ku em li cem wan bûn hîn dibûn, tesîra xwe her di mala me de jî nîşan didan. Me ew kîtên hînbûyî di têkilîyên xwe de li ser dildarên xwe diceribandin, bi hevalên xwe re ji nû ve ava dikirin, me pê forsa xwe davêt.

Feqet ji xeynî vêya, cudabûneke mekanî jî hebû. Cihê wan û mehla me jev cihê bûn. Li taxa me rûnediniştin, yên rûdiniştin jî bi serê tayê encax dihatin hejmartin. Yan dihatin ji me şîr distandin an jî dema qurbanê dihatin bo pez û dewarên me. Me digot qey em çiqas ji wan re baş bin ew ê ewqas ji me hez bikin. Aqilê zarokane yê bindestiyê…

Lê dîsa jî ti tişt tunebû ku nîşaneya jiyan an jî utopyayeke hevpar bide pêş me her du aliyan. Ev sekn yekser ji bertekeke siyasî nedihat helbet, tevî salan hêdîka di hişê me yê kolektîf de bi cî bûbû. Lê ev cudabûna mekanî hingê ne ewqas beloq bû. Cihên wan diyar bûn lê ne zêde xema kesî bû çimkî jiyana me û ya wan a civakî nediqelibî ser hev.

Lê piştî demeke dirêj gava ku vê hindê çûm bajêr, min çavdêrîiya halekî ecêb kir. Nasnemaya bajêr gav gi gav na lê fîceten, di nav van çend salên dawî de hatibû guhertin. Mehla filehan ji binî ve hatibû rakirin û li şûna wê avahiyên Tokiyê hatibûn çêkirin. Bi qelewbûna zanîngehê re li her derê cafeyên kitsch vebûbûn ku xebatkarên wan timî jev re digotin bey û hanimefendî. Esnafan wekî her caran li gor bedewiya tirkîaxaftinê miemeleyê dikirin.

Mekan bixwe langaja kesên li wan mekanan jî diguhere û bivê nevê wek ku bibe sîmulasyona serdest û bindestiyê, xeta neqeba her duyan tund û stûr dike, ditewîne û ji nû ve ava dike. Bi qewlê Lefebvre, jiyana rojane (everyday life) êdî ne aîdî nişteciyên wê derê bixwe, lêbelê bêşegeh û fabrîqeya dîskûra «ên din» dibe. Çimkî çima nebe?

Hatbiniyek: Ev tiştên li jor li milekî, her veger taliya talî dibe hesabdîtinek ji bo min. Wek ku min li dereke  din jî nivîsibû, pêşxortaniya min nelet li vî bajarî dibarand, qelbê min hey şid dibû çaxa ku ev şehr bi per û baskên xwe yên hûbelî bi ser min de dihat. Diviyabû ez jê derketama, ji pey min biqetiya. Piştî hindê salan gava lê vedigerim, dibêm baş e ku me dilê hevdu qenc hiştiye. Hê jî jê aciz im, lê hê jî lê vedigerim. Bajarek ku di xortaniya mirovan de nebûbe dijminê xortaniyê ne ti bajarek e.

* Navê resmekî Salvador Dalî (1904 – 1989) Dream Caused by the Flight of a Bee Around a Pomegranate a Second Before Awakening, 1944.

  1- Ji bo mînakeke qenc hûn dikarin li destpêka kitêba Sebahattin Şenî binêrin (Gemideki Hayalet, Türk Sinemasında Kürtlüğün ve Türklüğün Kuruluşu, Metis, 2019).