Rojnameya Heftane

Çîrok li Hezexê dest pê dike

Çendek berê, di rojnameya Milliyetê de nûçeyek derbarî belgefîlmekê de derçû ya ku Koça Suryanîyan kat dikir. Di wêneyê rengîn ê li jora nûçeyê de (li gorî nivîsa li jêr, wêne di sala 1989’an de li beyarê Hezexê hatibû girtin), min çend hevalên xwe yên zarotiyê –her weha heya bi demekê yên dibistanê jî– dîtibûn ku wexteke gelek û gelek dirêj bû ku min derheqa wan û jiyana wan ya li xerîbiyê de ti salix û silûx hilnedabûn. Di destpêka 90’an de min terka Hezexê dabû û ji hingê ve, ne ji dûr, ne ji nêzîk ve, min Hezexa ku ez lê ji dayîk bûbûm, nedîtibû, ne jî di xewnan de! Heya sala 2011’an, bi helkefta pêşangeheke xwe ya takekesî (solo), bi tevî Zelal û Robînê me yê çar salî, min berê xwe dabû Stuttgartê. Kuratorê pêşangehê, her weha gerînendeyê saziyê Misal Adnan Yıldızî, li maleke pariyekî dûrî navendê û Künstlerhaus Stuttgartê ji bo çend şevan cih ji me re veqetandibû û gotibû gava em biribûn wir; “Ji ber ku hûn ji welatekî çetîn tên, min xaniyeke aram ji we re peyda kir ku di heman demê de medîtasyon jî lê tê kirin. Hûn bi dilê xwe ne, heke we ji pir û pergala vira hez nekir, ez dişêm veguherînim. Lê hûn ê hez bikin…” Xwediya xênî ku pisporeke yogayê bû, destê nîva şevê cihên hevpar şanî me dabû; çavên min bi jûreke mezin ketibûn ku ji xênc çend cil û corên curbecur û berdûyan û wêneyên Hindistanê, tu têkberên zêde û mobîlya tê de tune bûn. Helbet benik di guhên min re kiribû wekî divê mêr jî li ser klozetê rûnên û hêja destava xwe ya piçûk bikin! Herçî Robînê me bû, ne kurikekî şûm bû, ne dîwar xêz dikirin û ne jî tişt û mişt divirvirandin. Me nezanî bê çawan li me bû sibe, serê sibehê, bêyî ku ez ji xwediya xênî re bêjim, me terka wir da. Seqaya medîtasyonê li min nehatibû, ya rast ne laşê min ne jî hiş û bîra min ji vê yekê re (di kûr de çûyînê re) amade bû, axir, me xwe li otelekê nêzî Künstlerhausê dîtibû. Spêdêyek, bi zengilê dêrî re şiyar bûbûm û hevalê min yê Suryanî, hevalê min yê zarotiyê, destbirakê min yê Hezexî li ber derî bû, Ferit Sağ hatibû Stuttgartê! Bi dû xoş û bêşekê re, nehiştibû ku em li otelê bimînin, rabûbû em biribûn Nagoldê, jîngeha xwe, nik malbata xwe. Beriya ku pêşangeh vebe, çend şev jî em li mala wan mabûn. Herdu kekên wî jî hatibûn, wan ez nas nedikirim, belam bavê min baş nas dikirin. Piştî bîst û şeş salan, me hevûdin li xerîbiyê dîtibû, xerîbî dibêjim lewre Ferit, bi tu teherî Almanya wek welatê xwe nedidît, çavên wî her li ser rê û li roja vegerê bûn, lê veger ne pêkan bû.

***

Filleyên ku bi salan cîranên me bûn –ya rast em bûbûn cîranên wan– li Hezexê, li Taxa Filleyan, di xanîyekî wan de yê dabûn me, min guh didêra tingetinga naqosê ya ku hema hema dihat bihîstin. Ciyawaziyên pelepûçî yên ku di navbera me “Mihemedî”yan û wan de (ew jî Mesîhî bûn) hatibûn danîn, ji dirûtiyê pêvtir ne tiştek bû. Hîn wan çaxan jî, hinên ji ehlê gundan ku hatibûn li Hezexê binecî bûbûn, mîna ku ga û gîsnê wan li hev asê bûbin, diranên xwe ji gede û gudeyên wan re tûj dikirin û kef bi ser devê wan yê çewalkî diket. Îmana ku bi xwe re anîbûn, li navçeyê, bi hebûna Suryanîyan re tûndûtûjtir bûbû û bîza wan ji zarokên wekî min diçû yên ku hevaltî bi zarokên Filleyan re dikirin û tewqê xwe ji wan nedibiriyan. Lê em zarok bûn, digel wî temenî jî dilê min li “Mihemedî”yan spî nedibû, Hezex, wekî dibêjin, di nav devê gur re derbas dibû, ji hêlekê ve Roma Reş û ji hêlekê ve misilmanên tundrê ku Suryanîyan dixistin dewsa kafiran û giregirên wan yên ehmeq jî, êrîşkariya li hemberî wan rewa didîtin. Lêbelê barûdox bi tenê bi ehmeqiyê, bi çavkoriyê, bi nezaniyê nedihat derbirîn, hin tiştên din jî hebûn, wek rêkûpêkiya êrîşan û bîr û boçûnên reşeqîr yên ku bi rêya tevgerên olî (şimika dewletê jî danîbûn ser serê xwe) ketibû nav wan û di nav wan civatan de dihat bi nan û avkirin.

***

Ji berê de jî min ji van “cîranan” hez dikir, ji gerdîşên wan, ji kelepora wan û ji zimanê wan, hîn çaxa bavê min li gundekî wan (li Basibrînê) kar dikir, ez hîn zarok bûm û hêja leşkeran dest danenîbûn ser her tiştekî ruhber, îja kalepîrên Êzîdî jî dihatin û tevlî şevbihêrkan dibûn, xewê zora min bibira jî, çîrok û metelok heya derengê şevê bêetlahî dom dikir. Heye ku li beramberî teknolojiyê û zemanî ev tiştên han dê piştî demekê giş bûbûna firek av, lê ne bi vê ecebê, ne bi vê telaqreşiyê. Em nanxûrê hev bûn, ma ne wilo!? Feritê me di sala 2018’an de wêneyek parve dike li ser hesabê xwe yê Facebookê, ku ji komeke têvel (ji keç û xort û zarokên Suryanî) pêk tê. Piştî parvekirinê, dênh û bala derhêner Hakan Aytekinî dikişîne, camêr radibe li Ferit digere û dixwaze belgefîlmê vî wêneyî bikişîne, aha ser û binê meseleyê ev bû! Hakan Aytekinê ku di sala 2011’an de yekem belgefîlmê xwe yê derheqa Suryanîyan de çêkirî (Ronahî Li Dengê Xwe Digere), li pey şopa wêneyî û kes û kesanên ku di wêneyî de cî girtine dikeve, “enstANtane” piştî vê gerê derdikeve, wek dîmeneke ku derhêner bi rasthatinî pêrgî wê bûbe. Belgefîlmê Aytekinî, di Mîhrîcana Sînemayê Ya Navtetewî Ya Londrayê de, Di Mîhrîcana Belgefîlmên Sînoran Nasnake Ya New Jerseyê de û li Tirkîyeyê di Mîhrîcana Fîlmên Koçberan Ya Navtaneteweyî de seba pandemîyê wekî online tê şanîdan û her weha di Mîhrîcana Fîlmên Navnetewî Ya Enqereyê de jî cî digire. Lê tu li îşê Xwedê! Piştî hevdîtina me bi çar salan, Ferit rabû wêneyekî me yê reş û spî yê zarotiyê ji min re şand, ew wêne, di pêşengeha min ya takekesî ya bi navê “There is a way out” (2015, Stenbol) de bû cêwî, bi hev ve zeliqî, gelek kes pirsa vî wêneyî û wê çarçoveyê ji min kirin, wekî çi ye û çima wilo ye. Çunkî em bi hev ve bûn, çaxa bi darê zorê û bi fen û fûtan em ji hev hatin veqetandin, em têk çûn.

***

Û heman wêne, di rojên min yên li New Jerseyê de jî bû rêderek ji min re, min ew kopî kiribû û bi dîwarê studyoya xwe li Zankoya Montclairê ve kiribû. Rojekê kuratora me ya li NYC’yê Işın Onol hat serdana min, pirsa wêneyî kir, min jê re kat kir û qala Feritî kir, wê jî bi telefona xwe ez kaş kirim, piştî demekê ew vîdeo bi navê “The Photograph”ê di sala 2018’an de, bi kuratoriya Livia Alexander & Işın Onolê li Zankoya Columbiayê di pêşangeha “Unleashing”ê de hate nîşandan, piştê wê jî li gelek deverên cîhanê. Kanîn Suryanîyên me, li kuderê ne? Niha ku êdî Hezex û deverên din yên Kurdistanê ji Suryaniyan (Filleyan, Mesîhîyan, Îsewîyan) xalî bûye û tingetinga naqosê nema êdî tê ber guhan, em di nav vê kerafiyê de jî bi hev dikevin û çi çaxa mijar tê ser wan, em di cihê xwe de dişemirin û wekî ku darikê fesadiyê ne em bin, dibe niçeniça me. Zilm û çanda zilmê, nola meytê marê reş li ser sînga me mexel hatiye û em neşên çîçkek jî xwe tev bidin.

Çi digot Kavafis di helbesteke xwe de;

“Vaye rûdinim niha wilo bêhêvî û peregende

Mejiyê min dikoje vê qederê, tiştekî din nîne di hişê min de…”