20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka balkêş a herêma Pêncşêr a Afganistanê

Rizoyê Xerzî

Herêma Pêncşêr ya ku niha bi tenê li derveyî desthilata Talîbanê maye di hemû dîroka xwe de li ber xwe daye û navê xwe ji serpêhatiya lehengên xwe girtiye. Eslê navê herêmê ‘pênc şêr’ e lê ereb bi kurtahî navê Benşêr lê dikin.
Çîroka navê vê herêmê ji bûyereke dîrokî tê. Li gorî ku xelkê herêmê dibêjin; di sedsala 10’an de pênc birayan bendavek li pêşiya lehiyê ava kirine û bajarê xwe parastine. Lewre navê pênc şêr li wan birayan hatiye kirin.
Navê pênc şêr li wê newalê hatiye kirin û herêm jî bi wî navî tê naskirin. Herêma Pêncşêr 130 km dûrî paytext Kabulê ye û dikeve aliyê sînorê Pakistanê. Derdora 173 hezar kes li herêmê dijîn û piraniya wan ji neteweya tacîk in.
Li vê herêmê di dema hewldana Rûsyayê ya dagirkirinê de jî û di dema desthilata Talîbanê de jî tu caran neketiye bin desthilata kesekî. Yek ji kelehên berxwedana li dijî dagirkeran û Talîbanê bû.

Niha jî piştî ku dîsa Talîbanê desthilatiya Afganistanê xiste bin kontrola xwe, cîgirê serokê Afganistanê Amrulah Salih û Ehmed Mesûdê kurê Ehmed Şah Mesûd berê xwe dan herêma Pêncşêr û banga berxwedanê li gelê herêmê kirin.
Ehmed Mesûd dixwaze ku herêma wan bi rêveberiyeke nenavendî were birêvebirin û her kes di bin banê edaleta civakî, wekhevî û azadiyê de bijî.
Xelkê herêmê bi berxwedana xwe ya li hemberî Rûsyayê û ya li hemberî Talîbanê serbilind in. Herêma Pêncşêrê bi serkêşiya Ehmed Şah Mesûd 10 salan li hemberî Rûsyayê jî li ber xwe dabû û der barê berxwedana Ehmed Şah Mesûd de lêkolînerê rûsî prof. Mark Galeotti wiha dibêje: “Şêr li vê herêmê hirçê rûsî kedî dike.”

Wekî din jî ev herêm ji aliyê erdnîgariyê ve jî cihekî pir asê ye û xwedî çiyayên bilind û şikeft û newalên asê ye ku ji bo berxwedanê cihekî gelekî guncav e.
Lê niha pirs ew e ku gelo dê kurê Ehmed Şah Mesûd jî karibe wekî bavê xwe li hemberî Talîbanê bi ser bikeve an na. Rewş û şert û mercên heyî gelekî hatine guhertin û wiha tê payîn ku bêyî alîkariya hêzeke derve ew dê nikaribin zêde li ber xwe bidin.
Hêjayî gotinê ye ku niha herêm ji aliyê çekdarên Talîbanê ve dorpêçkirî ye û bang li Ehmed Mesûd tê kirin ku Pêncşêrê radestî wan bike. Li hemberî wê yekê Ehmed Mesûd jî hin şert û mercên xwe ji bo diyalog û çareseriyeke aştiyane rêz dike lê heta niha bi hev re negihane tu encamekê.