20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka bîra elektrîkê ya Farqînê

Qedrî Esen

Li Anatoliya û Mezoptamyayê dîroka ceyranê heta sala 1888’an diçe. Bikaranîna ceyranê, destpêkê di serdema Osmaniyan de di sala 1888’an de bi kargeheke biçûk ku li Tersaneya Halîçê ya Stenbolê hatiye avakirin dest pê kiriye.

Santrala yekemîn a ceyranê di sala 1902’an de li navçeya Tarsûsê ya Mersînê hatiye vekirin. Ji ber vê sedemê piştî Stenbolê cihê ku cara yekemîn ceyranê lê hatiye bikaranîn Tarsûs e. Piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê di serî de Edene û Enqere hin deverên din jî gihîştine ceyranê. Mînak di sala 1954’an de ceyran çûye Îzmîrê.

Çûna Stenbolê

Dema ku li rojavayê Tirkiyeyê ji bo ceyranê ev hewldan tên dayîn, li navçeya xweş û şêrîn Farqînê siyasetmedarê kurd Dr. Yûsûf Azîzoglû şaredar e. Azîzoglû, kesekî welatparêz, şareza û ronakbirekî pêşbîn bûye.

Hê wê demê ku his û pisa ceyranê li Kurdistanê tunebûye, Azîzoglû anîna ceyranê ya Farqînê ji xwe re dike xem û ji bo vê dest bi projeyekê dike. Di dawiya salên 1940’î de Azîzoglû, çend teknîker li Farqînê li hev kom dike û ji bo hînbûna teknîka hilberandina ceyranê ew dişîne Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê.

Vegera Farqînê

Piştî perwerdeya xwe ya 5-6 mehan ev koma teknîker vedigere Farqînê û dest bi xebatên hilberandina ceyranê dikin. Li rojavayê Tirkiyeyê cihên ku nû ceyran li wan hatiye bikaranîn santralên mezin hatine avakirin. Lê li Farqînê ji bo avakirina santereleke wiha mezin derfet tunebûye.

Di serî de Azîzoglû vê koma teknîker ku mil dane ber vî karî (yek ji van teknîkeran Tûran (Koçer) Beg e) bi biryar in ku ceyranê bînin Farqînê. Di encama lêkolînên xwe de biryar didin ku ava Kaniya Mezin di hewzekî de depo bikin, mekanîzmeya santrala hîdroelektrîkê deynin serê û ceyranê hilberînin.

Hilberandina ceyranê

Piştî vê xebata ku bi xema Azîzoglû bi kedeke mezin pêk tê, cara yekemîn di sala 1949’an de ceyran li Farqînê tê hilberandin û belavkirin. Destpêkê kuçeyên Farqînê bi ceyranê tên ronîkirin, piştre mal û xan pê tên ronîkirin. Herî dawî ev ceyran ji Hezroyê re jî tê şandin.

Li Farqînê hilberandina ceyranê weke li rojavayê Tirkiyeyê bi derfet û santralên mezin pêk nehatiye. Weke ku li jor jî çîroka wê hat vegotin tenê bi bîr, bawerî û nêrîna farqiniyan ceyran hatiye hilberandin. Piştî ku ceyran bi vê keda mezin gihîştiye Farqînê 3 sal şûn de li Dîlokê û 5 sal şûn de jî li Îzmîrê hatiye bikaranîn.

Serbilindî maf e lê…

Ji ber vê serkeftinê mafê farqîniyane ku bi pêşiyên xwe yên jîr serbilind bin. Lê xwezî bi qasî serbilindiya xwe li vê mîrateya pêşiyên xwe jî xwedî derketina. Ji ber ku lê xwedî derneketine, ava Kaniya Mezin ku li deşta Farqînê pê bi hezar doniman çandinî hatiye kirin û bûye mijara kilaman, niha firikek jî jê nemaye. Dîsa avahiya Bîra Elektrîkê ku diviya niha muze bûna, bûye kavil.

Berî xebatê tekîker bûye

Piştî ku min van agahiyan ji Mehmet Aktrarli yê niha li ser medya civakî bi nasîna Farqînê re mijûl dibe û ji bo navçeyê amadekariya hin projeyan dike hîn kir, bi kurê Tûran Beg ê niha li Edeneyê dimîne Sadûn Koçer re ketim têkiliyê. Koçer, piştrast kir ku bavê wî di vê xebatê de cih girtî ye û salên dirêj vê xebatê domandiye.

Koçer, diyar kir ku bavê wî berî ku tevlî vê xebatê bibe jî ji tiştên teknîkê fêm kiriye û wiha got: “Ji ber ku me cotkariyê dikir, traktorên me hebûn. Bavê min traktorên me nedibir pîşesaziyê (sanayî), wî bixwe li malê temîr dikir. Ji ber vê jîrbûna wî dema ku ev xebat hat destpêkirin, gazî bavê min jî kirin û wî jî di vê xebatê de cih girt.”

Darbe destê wan ji Farqînê dike

Di berdewamê de Koçer, destnîşan kir ku bavê wî bi vê xebatê re girtine şaredariyê û ev tişt anîn ziman: “Heta ku ceyrana Kebanê hat Farqînê jî Bîra Elektrîkê vekirîbû û bavê min lê kar dikir. Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê em ji navenda Farqînê derbasî gundê Çirikê bûn û ji vir çûn Edeneyê. Ji ber ku vî karê ji bavê xwe hîn kir, em niha li Edenê jî karê bavê xwe dikin.”

Derbarê rûmetdayîn Bîra Elektrîkê de jî Koçer, bi lêv kir ku ew cihê ku lê ji dayik bûye û mezin bûye ji bîr nake û got: “Niha jî avahiya Bîra Elektrîkê heye. Lê niha ew teknîka zikê wê nemaye. Berê borî û amûrên ceyranê têde hebûn. Heke di pêşerodê bibe muze û cihekî bîrdariyê tişta ji me bê xwestin em ê li gorî derfetên xwe bibin alîkar.”

Nîşe: Wêneyê yekemîn hundirê bîra elektrîkê ye û ji her sê kesên di wêne de tenê navê Tûran Beg tê zanîn. Kesê rûniştî û şewqe li serê wî Tûran Beg e. Wêneyê duyemîn jî avahiya Bîra Elektrîkê ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê