Duşem, Çile 25, 2022

Çîroka Dêra Mor Behnam

Welatê Qoserî

Ji destpêka mirovahiyê dest pê kiribû; biryar hate dayîn cureyên cuda hatin afirandin. Her cureyekê rengek, her rengek jî bedewiyek da jiyanê. Bi Zerdeşt berdewam kir. Dualîtî, başî, xirabî, tarî û ronî bi hev re watedar bûn. Bi hev re xweşik, bi hev re rengîntir. Navê vê ‘cudahî’ bû. Çiqas cudahî ew qas rengdarî.

Birûskê lê xist. baranek hûrik bariya… ew ji cudahiyê bû. Vê cudahiya bibereket bi xwe re keskesoreke heftreng anî. Ax xweşiktir, esman bedewtir û mirov rengîntir bûn. Navê vê cudahî bû. Mirovan li keskesorê nêrî cudahî parast. Sumerî, akadî, elamî, suryanî, keldanî, kurd, ereb, ermenî kî hat rengê xwe, cudahiya xwe, çanda xwe li ser her kevirekî danî, koland. Li her kevirekê çandek, hestek, baweriyek û bedewiyek pêça. Dêr, mizgeft, havra, sînagok, kuçik, ateşgede bi hev re geş bûn.. bajar wekî gerdeniyeke zêr û ziv li sûtiyê girekê hate badan. Bajarê rengîn, taca şaristaniyan Mêrdîn wekî bû dergûşa cudahiyan.. Her cudahiyekê rastiyek, her rastiyê çîrokek. Ji van cudahiyan yek jî Dêra Mor Behnam bû. Werin em çîroka Dêra Mor Behman guhdar bikin.

Dêr li Taxa Şar li Rojavayê Dêra Mor Yûsûf hatiye avakirin. Dema qralê yewnanan Arsus li Mêrdînê serdest bû 7 dêr li Mêrdînê ava kirine. Yek ji van dêran dêra Behnam Saro ye. Tê gotin ku ev dêr hezar û 450 sal beriya niha hatiye avakirin. Dêr li ser 12 stûnên stûr û qewîn hatiye avakirin.

Li ser Dêra Mor Behnam du çîrok têne gotin. Li gorî rîvayetê; vê dêrê navê xwe ji çîroka xwişk û birayên hev Mor Behnam û Saro girtiye. Saro bi nexweşiya cuzzamê ya bêderman dikeve. Behnam xwişka xwe dibe cem Mor Matay ê Ezîz. Piştî demeke nêzîk xwişka Behman Saro rehet dibe. Behnam vê yekê ji bavê xwe Senharîp re dibêje. Senharîpê asûrî ku qralê Mêrdînê ye, li ser vê yekê ji bo ev bûyer belav nebe û kes nebihîze ku kurê wî ji xirîstaniyê bawer kiriye Behnam û Saro dikuje. Li gorî qralê Mêrdînê Suryan Senharîp, ji ber zarokên wî Behnam û Saro ji Matay bawer kirine û bêrûmetî kirine û wan dikuje.
Piştî demekê qral Senharîp ji ber êş û kerba zarokên xwe nexweş dikeve. Li ser nexweşiyê hevsera Walî Senharîp jî wî dibe cem ezîzên xirîstiyana Mor Matay. Ew jî wekî keça xwe Saro rehet dibe. Li ser vê çîrokê, ji bo Behnam û Saro nemir bimînin li ser navê Mor Behnam û Saro Hezar û 450 sal berê li Mêrdînê Dêra Mor Behnamê saz dikin.
Çîroka din jî ser 40 kesan e ku li dijî komkujiya xirîstiyanê derketine. 40 kes têne girtin û îşkenceyê li wan dikin. Împaratorê wê demê Dukius van 40 kesan dibe şer. Dukius beriya ku van 40 xirîstiyanan bibe şer davêje gola cemedê. Li rex gola cemedê jî hemama germ heye.

Lê belê ji van 40 kesan yek li hemberî sermayê xwe nagire û direve hemamê, lê dîsa dimire. 39 kesên din jî di nava gola cemedê de ji serma dimirin. Navê dêrê yê din jî li van 40 xirîstiyanên berxwedêr hatiye kirin. Tê gotin ku hestiyê van 40 şehîdan li Dêra Mor Behnam hatiye veşartin.
Her çiqas dêr ji aliyê suryaniyan ve bi ked û evîneke mezin hatibe avakirin jî, piştî Artukiyên ku esl û feslê wan ne diyar e hatine herêmê serdestî kirine, dest danîne ser hemû nirxên suryaniyan. Artûkiyên bêrehm ku koka xwe ji turkmenan dihatin; ev dêra ku ji bo bîranîna xwişk û bira Saro û Behnam ava bûbû, di sala 1170’an de ji dest suryaniyan girtin û bi zorê kirin mizgeft.

Vê dêrê wekî dibistanê xizmet kiriye. Di sala 1789’an de bi awayekî fermî deriyê dilê xwe ji perwerdeyê re vekiriye. Bi dilekî nizm û ezîz nêzî 150 salî ji bo perwerdeyê malovanî kiriye û zarokên suryaniyan di dilê xwe de vehewandine. Wê demê di asta dibistana bilind de perwerde dida. Heta sala 1928’an wekî dibistanê hate bikaranîn.
Dêr, heta niha sê caran hatiye nûkirin. Di sedsala 12’an, 17’an û 18’an de bi tevahî 3 caran hatiye restorekirin. Dêr ji 3 beşan pêk tê. Beşa îbadetê, beşa rêveberiyê û beşa metropolît. Salonên perwerdeyê û xaniyên peyvirdarên dêrê ye.
Beriya ku mirov derbasî dêrê bibe pêwîst e hinekî ber bi kelehê ve bi pêpelokên Merdînê ve hilkişe. Pişti çend pêpelokan, mirov di neqeb û kolaneke kevirên sipî re derbas dibe, deriyekî mezin û kevnare yê bi hesin û mîxên dirêj hatiye kutan, mêvanên xwe pêşwazî dike.

Heta ku mirov ji kolanê xwe digihîne dêrê pewîst e 3 deriyan li pey xwe bihêle. Piştî mirov ji kolanê di dergeyê mezin û awarte ku bi darên gûzê û hesinê stûr hatiye fesilandin derbasî hewşê bû, hewşeke fireh û mînareyê naqosê mêvanê xwe pêşwazî dike. Li rojhilatê hewşê qlûb û mînareya naqosê, li bakurê hewşê avahiya dêr û metropolît, li başûrê hewşê jî gulên zer û malên papaz û şamazan mêvanên xwe silav dikin.
Li milê bakur ê hewşê dergeyekî din ku bi heman hunerî hatiye sazkirin, mirovan pêşwazî dike û riya dêrê li pêşiya mirovan vedike. Deriyê sêyem jî dilê dêrê ji mirovan re vedike û bi hezkirin û dilnizmiyeke mezin xêrhatineke germ dide mêvanên xwe.
Avahiya dêrê beriya hemû beşên din hatiye avakirin. Her ku dêr mezin bûye û hatiye nûkirin beşên din li ser dêrê hatine zêdekirin. Salona dêrê ji 5 nefiyan pêk tê û her nefiyek bi deriyekî vedibe hewşê. Ev deriyên salona dêrê jî bi darên gûzê û hesinên Mêrdînê hatine pêçan. Bi mîxên stûr hatine hûnandin û neqişandin. Ev derî di sala 1797’an de ji aliyê Patrîk Matîyûs ve hatine nûkirin. Salona dêrê ku ayîn lê têne kirin hîn bi awayekî awarte zindî maye û ayîn lê têne kirin. Li dîwarên dêrê tabloyên ezîz û rahiban hatine daliqandin.
Li rohilatê dêrê 5 apsîs ango bi awayekî awarte û hunerek mezin hatiye xemilandin. Deriyên mezbahê ku aliyê Qduş Qutşinê diparêze ji darên gûzê ne. Ev deriyên dîrokî û gelek alav û nexşên Qdûş Qutşînê 200 sal beriya niha ji aliyê Patrîkê 3’emîn Petrûs ve hatiye sazkirin. Gelek alavên milê apsîsê ji zîv û hêmanên curbe curpêk tê. Li pişt her apsîsekî ango Qdûş Qutşînekî gudoyek heye. Û li ser van gudoyan pirtûkên pîroz ku bi nivîsa suryanî hatine nivîsandin ji bo xwendinê amade ne.

Ji ber ku dêr hîn bi awayekî zindî ayîn lê tên kirin, hefteyê nêzî 400 suryanî li hev dicivin û bi civatî ayina xwe dikin. Qendîl ji agirê zeytê derdorê xwe ronî dike. Ji ber zindîbûn û geşbûna xwe gelek fîrmo bi rêzê balê dikişînin ser xwe. Ev firmoyên ku agir û busmeyan dixin hundir û dûyê agirê wan bi ser civatê ve belav dikin qor bi qor xwe bi ser deriyê Mezbahê ve berdide.

Li milê başûrê dêrê mînareya naqosê ber bi ezman ve bilind dibe û di her wextê ayinê de dengê xwe li beriya Mêrdînê belav dike. Li dêrê li gel ayinê dîsa gelek ders lê têne dîtin. Dêr niha ji cimeta suryaniyan re vekiriye û gelek rastî eleqeyên turîstên derve tê.