20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka dînekî biaqil: Şewuşen

Di her tax, gund û bajarekî de em bûne/dibin şahidê jiyana dînekî/dînekê. Di dîrokê de jî jiyana gelek kesên ku wekî dîn tên binavkirin bûye mijara çîrok, roman, stranbêjî û felsefeyê jî. Em dibînin ku feylezofên wekî Erasmûs (Pesindayîna Dînîtiyê) û Micheal Focault (Dîroka Dînîtiyê) bal kişandine ser vê mijarê. Erasmûs dînîtiyê wekî ‘zanayî’yê yan jî zanayîyê wekî dînîtiyê pênase dike. Foucault jî berê xwe dide dîroka dînîtiyê û dibêje ku dîroka dînîtiyê di heman demê de xetên dîroka aqil jî nîşan dike. Belkî jî dînîtî sekna li hember jiyaneke heyî ye!
Em ê di vê nûçeya xwe de qala dînekî jîr ê li kuçeyên Dêrsimê jiyayî û qala Seyid Huseyîn, Huseyîn Tatar an jî bi navê wî, ê popîler Şewuşen bikin. Şewuşen di sala 1930’î de (lê li gorî agahiyên malbata wî di sala 1924’an) li gundê bi navê Beydam ê girêdayî Mazgîrtê (Dêrsimê) tê dinê. Li gorî agahiyên ku malbata Şewuşen parve dike piştî qirkirina Dêrsimê derûniya wî xera dibe û bi tu kesî re nakeve têkiliyê. Piştre her diçe ew berê xwe dide ajalan, xwezayê û kuçeyên Dêrsimê, rêhevaltiyê bi pisîk, kuçik, pirpirik, kevok û kewan re dike. Carinan bûye şivan carinan jî gavan. Edî ew î berê xwe tim daye xwezayê.

Derûniya şewuşen

Allahverdî Tatar biraziyê Şewuşen e û der barê Şewuşen de da zanîn ku di dema qirkirina Dêrsimê de 14 salî ye. Di ber gundê Beydamê re ji ava çemê Mûnzûrê derbas dibe. Di dema qirkirrinê de kesên ku ji aliyê dewletê ve tên kuştin jî cenazeyên wan diavêjin çem. Rojekê dema ku Şewuşen li ber ava çem sekinî rastî cesedên ku bi avê ve tên, tê û hêdî hêdî derûniya wî xera dibe. Piştî vê bûyera ku cesedan li ber keviya avê dibîne jî êdî li navenda Dêrsimê dema rastî bûyerên mîna jimariya nifûsê tê yan jî dema kuçeyên Dêrsimê vala dibîne li ber polîsan disekine û bi qîrînî ji wan pirsa “Kanî her kes çûne ku çima kuçe, tax vala ne? Qey we dîsa her kes qetil kir?”

Şahidekî Qirkirina Dêrsimê

Her çiqas ku Şewuşen wekî dînekî tê pênasekirin jî dema em derbarê jiyana wî de rastî hin anekdotên wî tên ji bilî dînîtiyê şarezabûn an jî fikirîna wî ya li hemberî jiyanê derdikeve pêşiya me. Şahidbûna Qirkirina Dêrsimê birîna wî ya herî kûr e ango destpêkirina jiyaneke bêserobin e.

Ji pereyan hez nake

Tê zanîn ku di jiyana kesên ji aliyê civakê ve wekî ‘dîn’ tên hesibandin de tu qîmeta peran tune ye. Ligel vê yekê jî tiştên wekî ‘menfiet’ an jî ‘dirûtiyê’ tûne ne. Bi her awayî ji mijarên ku di navbera mirovan de dibin sedema kuştinê jî bi van kesên dîn re tûne ne. Li gorî agahiyên ku Allahverdî parve kirî Şewuşen jî yek ji wan kesên ku ji pereyan qet hez ne dikir û ev tişt anî ziman: “Dema ku Şewuşen ji navendê dihat gund, zarokên gund hemû li derdora wî kom dibûn ew pereyên ku xelkê dixist berîkên wî li wan belav dikirin. Ti eleqeya wî bi pereyan tune bû.”

Sûka Dêrsimê û kevirek

Her ku temenê Şewusen pêş de diçe êdî dev ji hatina gund jî berdide. Di nîvê meydana sûka Dêrsimê de serê xwe tim daniye ser kevirekî û bi salan wisa jiyana xwe berdewam kiriye. Heta roja ku ew kevir dibe mezelê wî jî tim li vê qadê jiyaye.

Kuştineke li berbangê

Di sala 1994’an de mamostayekî ku tayîna wî hatiye Dêrsimê û ji şagirtên xwe aciz e, bi wan re dikeve nîqaşê. Piştî nîqaşê hêrs dibe û ji sinifê derdekeve diçe. Heta beriya ku ji sinifê derkeve ji şagirtên xwe re dibêje ku ‘heta ez yekî ji we nekujim naçim’. Piştî wê yekê jî roja din saet li 5’ê serê sibê berê xwe dide qada sûkê. Li ciyê îro ku pêykerê Şewuşen lê hatiye dayîn, ew mamoste kevirekî li serê şêwuşen dixe û dikûje.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê