25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka evîneke utopîk: Cîm û Gulperî-I

Şener Ozmen
Şener Ozmen
Weswese 2

Baş e, em ferz bikin ku Cegerxwîn di ‘Cîm û Gulperî’yê de, bi gotina Baxtînî pîşekariyeke taybet nekiriye; ne di asta zimên de –ya ku niha em di nav de xenî bûne– û ne jî di tevnê de –ya ku niha bûye taybetiyeke xwendin û nirxandinên me yên post-struktural, me serî jê girtîye!–, bi tenê ji tiştên mayîn yên di vê novelê de ku bi ya min, şahberhemeke Cegerxwîn e, em dişên xwendineke berawirdî jî bikin.

Li gund: Baxçe û elîfba

Çîrok, bi devê kesê yekemîn (erê, Cîm e ew) wekî serpêhatiyekê tê katkirin û heya dawîyê jî bi vî terhê xwe yê destpêkê diherike: Gundê me, keçikên gundê me, keçeke cîranê me… sêyemîn hevoka Cîm û Gulperîyê dibe ev: Jin û mêr xwe ji hev venaşêrin. Lê dibêje Cîm; bi tenê keç û xort li diyarî çav dûrî hev diçin. Keçikên gundê Cîm, bejinbilind, dêmdir û têrgoşt in. Lê divê em çi ji van her sê taybetiyan fam bikin? Belkî êdî wexta lêhûrbûna keç û jinên nîgarkêşê fransî Pierre-Auguste Renoîrî hatiye, yê ku têgiha delalî û xweşikiyê, li bejna yarikên xwe, hevalên xwe, modelên xwe yên profesyonel, keçikên ciwan yên li kûçe û kolanên Parîsê hevûdin nas kirine û li lîstikvanan kiriye û wan fena heybereke sermedî ya jirêderêxistinê û vesazkirina jîndar ya huner û bedewîyê dîtiye. Badilhewa nîne wekî Marcel Proust di Li Pey Şopa Dema Wenda (Le Côté de Guermantes, 1920-1921) de dibêje; “Jin, ne weke wan dem û dewranên berîn di kuçe û kolanan re dibûhirin, çi ku niha wek jinên Renoîrî ne, yên ku bi xazokî me nedixwest em wan bibînin.” Cîm, li gundekî Kurdistanê dijî û Gulperî (hevala wî ya zarotiyê) bi rindî li vî gundî deng daye. Gulperî keçeke ne pir qelew, lê têrgoşt û dêmspî û çavbelek e û çiqas rind û xweşik be jî, tu tişt nayê bîra wan: “Me çiqas henek dikir, hev hembêz dikirin, awir ji hev didan, me çavên xwe ji hev nediqurmiçandin. Ji ber ku me bîr nedibir, dê û bavên me jî gazin ji me nedikirin.”

Cîm jî, Gulperî jî, ji tiştên xweşik hez dikin (dema diçin çolê, devbiken, êrîş dibin gul û kûlîlkan, Gulperî yên zer, Cîm jî yên sor diçîne) û wan dipesinînin. Li vir em navberek bidinê û berê xwe bi ‘Utopia’ya Thomas More ve bikin, ma dê çi be!? Di beşa Rêwitiya Bo Utopyayê de More, qala xweşiyên Utopyayîyan dike; wekî ji çi hez dikin, çi û çi xweşiyeke bêpayan dide wan, wan jî disenifîne helbet; cureyên xweşiyê yên ew weke rastiyê dipejirînin; hinek ji wan cestî ne, hinek jî aydê hiş û bîrî ne û utopyayî wer dizanin ku mezintirîn xweşî, xweşiya hişî ye. Ev jî di nav xwe de tên senifandin, lê dirêj nekim û serê we neêşînim, çi ku rojên xweş yên gulçinînê wek kefa sabûnê diherikin, Cîm xwe li mizgefteke hilweşiyayî, di xwendegeheke kevnare de dibîne. Kalekî pêncî salî, şivik bi destan, rûniştî, şaş, kum, mîtan, sayî tev spî wergirtî, bavê wî yê ku êdî kalekî heftê salî ye, jê re temen dike, dibeze destê wî. Seyda, elifbayek destnivîsî dide destê Cîmî, wekî çêlkewê di kundir de li nav hevalan biyanî ye, çavek li Seyda, yek li şopa bavê xwe, wilo gerdenşikestî dinihêre. Çawa tê wir? Di kur re derbas dibe? Gava baxçeyê (baxçeyek her heye) derbas dike bêguman, di tevna novelê de derbaskirina baxçeyan, yan derbasbûna nav baxçeyan cihekî xwe yê taybet heye. Jiyana bextewarî, bi derbasbûna baxçeyekê re vediguhêze, hem jî di nav sî û tavê de! Gulperiyê jî bi ser bavê xwe de digirî, dixwaze here bixwîne. Seydayê heftê salî dibêje; “Xwedê biparêzî, Gulperî Xatûn wê bixwînî û jineke hêja jê derkevî, gelek ciwanmêr wê xwe li ser bidine kuştin.”

Li bajêr: Nûkurd û Xwendewar Axa

Çaxa Comerdê dostê bavê wî, ew bi xwe re dibe bajêr û Cîm xwe li cîhaneke bi tu awayî naşibe gundê wî, dibîne, dest bi pênasekirina hêmaya bajêr dike; xwe ji otomobîl û paytonan diparêze. Li bajêr, xwendegehên taybet yên ji bo keçikan hene. Ne bi tenê ew jî, nimreyên xanîyan hene û dîsa nîgaşa baxçeyekê û pariyek jî nostaljî! “Baxçe li gund hebû, ji lew re ji vir xweştir bû.” Li ku tiştekî xweş dibîne –ne min gotibû ji tiştên xweş hez dikin– dikire, li ber keviyê baxçeyekî Gulperîyê dibîne. Sêv Gulperî ye, mişmiş ew e. Teqnekî digerin. Qala rojên xwe yên li gund dikin, gotin dîsan vedigere ser baxçeyan û xweşikiya wan. A soxîn, berê xwe didin sînemayê. Nexwe bajar; otomobîl, payton, xweparastin, xwendegehên taybet yên keçikan, nimreyên xaniyan û sînema ye. Li Pêxwasekî Mêrxas temaşe dikin. Beşa duduyan a novelê, çîrok e, ango bi navê çîrokê dest pê dike, çîroka di nav çîrokê de! Bidin dû gotinan ji kerema xwe; Bajar, Kurdistan, pêxwas, çayxane, nêrgela, marpêça nêrgelayê, kovar û rojname… va em di Amedê re derketin! Ji ber çi navê rojan dide? Roja Çarşemê kartek ji seydayê wan re tê, roja înê tevde diçin temaşeya beza hespan, ya li Derê Çiyê. Fermaneke; “Roja Înê li Derê Çiyê beza hespan heye, divê her suxte bi serbestî bête temaşeyê.” Bajar qewl in, bajar jivan in, bajar roj in; Çarşem, În…û bajar xewnreşek in, lê di heman demê de deriyê einfühlungê (nasirîyê) jî li Cîm vedike; piştî çi? Piştî fîlmê, ji qewlê Cîmî ve, piştî temaşekirina çîrokê. Di vê beşê de Cegerxwîn, yekem derba xwe ya postmodern–nekenin!– li tevnê dixe; hîpodromê vediguhêzîne arenayê, dem û dewran li bin guhê hev dikevin, tu yê bibêjî qey dîmenek ji rêzefîlma Game of Thrones e, tiştên di wê qaşogiravî meydanê de rû didin û lîlandinantên xemilandin, hostatiya Seydayê Cegerxwîn jî dide der. Li hîpodromê, Perîşana dotmama Ciwanî (ji mala Nûkurdan, ji neviyê Xwendewar Axa ye), qala çîroka xwe û wî dike, wekî çawan Xwînxwar Axayê mêrkûj ew ji xwe re xwestiye, hatiye ser cila xwazgîniyê! Bi şûr û mertalan radiperikin hev, kefikên mertalan ji dest hev direvînin, kolosên hev ji serên hev difirînin, pêlên axê bilind dibin, şingînên şûran, reqînên mertalan guh li siwaran ker dikin. Em temaşeyî şerê Ciwan û dijiminê wî dikin. Dev li ken li Cîm vedigerîne; “Em Kurd hemû wilo ne.”

Li Bêrûdê: Madam Gulçîn, saz û naz

Dema xwendegeha wan derê xwe li ber suxte û şagirtan digire, herkes berê xwe didemala xwe, ev ên me jî, roja Sêşemê çente û hûr mûrên xwe li tenişta forteke biçûk girê didin û didin ser rêya Bêrûdê û roja Pêncşemê li ber qiraxa avê, li derê çayxaneyekê peya dibin. Bêrûd wek bihuştê ye, hema bibêje bihuşt bixwe ye! Zagonên tûndûtûj yên civakî, rê û rêzikên rewiştî, bi dengê Madam Gulçînê re, ya bi kurdî û tazî û karisî û efrencî dibêje, hêdî hêdî sist dibin. Di kelekê de, weke ku di çemekî ji wan çemên bihuştê de bin (heye ku di Çemê Hemr de) dest, ji memik û ristika pê ve li tu deran nagerin. Cîm, ji xwe re li ayîna kesnedîtî temaşe dike û haya wî ji Gulperiyê nemaye. Ji wê şevê pê de bi dilovanî û qenciya Bêrûd û Bêrûtiya mijûl dibin. Bêrûdî dilnerm û dilovan û çavvekirî û ber gola mirovaniyê de pir çûne. “Xwezî rojhilat hemû wekî Bêrûdê bûna.”, dibêje Cîm. Ziman, zimanê wî ye, tev, tevna wî ye, ku Baxtîn vê weke pirsgirêka karnavalbûyî ya edebiyatê bi nav kiriye û di navbera cidîyet û komîkê de hema hema nîvenîv parve kiriye. Tam jî li vir, li hemberî zimên û cîhanê helwesteke sext derdikeve mexderê. Cegerxwîn êdî komûnîsteke nestêleye lew!

(Dê dom bike)