24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka evîneke utopîk: Cîm û Gulperî – II

Şener Ozmen
Şener Ozmen
Weswese 2

Min herî dawî gotibû ‘Cegerxwîn êdî komunîstekî nestêleye lew’ û derheqa komunîstiya wî de gelek bend û nivîs hatine nivîsandin, her weha bi tenê li ser vê ranêzîkbûna wî ya mêjûyî, di saxiya wî de gelek hevpeyvîn jî pê re hatine kirin, yên ku exleb bîrdoziya wî derxistine pêş, wekî çawan veguheriye û berê xwe –helbet wek wan– daye şewq û şemala ji Ûrisetê belavî cîhanê bûyî. Lê ka haya Bolşevîkan ji wî hebû? Ji berhemdariya wî, ji helbestên wî, ji jiyana wî ya ji serî heta dawî xebt û koş, kefteleft û têkoşîn bû, hebû gelo? Ma pirtikek ji wê şewq û şemalê para wî nîn bû!? Ji Nifşê Zîvîn ya edebiyata Sovyetiyê? Çi ku ji hingê ve–ji hinga ku dinya tep bûbû– çepgirên Kurd û Tirk pifî aqilê hev dikirin, herçî derdorên siyasî –û wêjeyî– yên Roma Reş bûn, tenê di warê sosyalîzmê de dilê wan li helbest û helwêsta Cegerxwînî spî dibû, Seyda, wekî dibêjin, dilê wan bi savarê xweş kiribû, ew Cegerxwîn bû ku bi tu tehrî dargopalê xwe danenîbû, Kurd bû û daw û doza yekîtîya Kurdan dikir, belkî zêdetirî ji vê. Bixwe gotiye: “Cara yekem e têm girtin. Cara yekem e dibim hevalê komunîstan û cara yekem e dubendî ketiye navbera min û malmezinan… Hê ji nû ve min xwe da xuyakirin û rêça xwe da guhertin. Çûme ser oleke din û kevneperestî bi şûn xwe ve hişt û gavên xurt û hêja ji bo welatparêzî û aştîxwazî û gerdenazadîyê bi pêş de avêtin.”

Li bihuştê (ango li Bêrûdê), li çayxaneyeke li qeraxa avê, du evîndar him çaya xwe vedixwin û him jî ji xwe re –helbet ji xwe re çi ku ev gotin tenê di Kurdî de heye û weke hemû gotinên ku ihtîmala şaştêgihîştinê bidin der, alegorîk e û alegorî, wekî ku Paul de Mann jî dibêje, bi fîgûran saz dibe û di esasê xwe de metafor in– li deryayê temaşe dikin. Rewşa avê gelekî bi wan xweş tê, ji her tiştî bêhtir, du mirovên ji elektrîkê çêkirî, dêhn û bala wan dikişîne, yên ku di qiraxa avê de bi şûr û mertalan tên hev. Gulperî ji Cîmî dipirse;

– Heval tu nizanî ev çi ne?

Cîm, bersivê

didiyê;

– Ji elektrîkê çêkirine, lê ez jî nizanim ka ew çawa çêkirine.

Peyker in qey, gengaz e ku fena wan peykerên mekanîk yên di lûnaparqan de bin. Ne bi hindê peykera ‘Alî û Nîno’ya peykersaza Gurcî Tamar Kvesitadzeyê çêkirî romantîk be jî (Alî û Nînoya Kvesitadzeyê ya heft mîtro, ya ku qala ciwanekî Azirbêcanî dike, ku dil daye dotmîreke Gurcî, lê ji telebext re, di şerê weteniyê de jiyana xwe ji dest daye û bi miraza xwe şad nebûne. Peyker, evîna Romeo û Jûlîetê dinimîne û gihîştina wan ji kompîturekê tê birêvebirin), bi temaşekirina wan re, daxwaza tiştekî din di dilê Jûlîeta me de peyda dibe. Di nav avê de xort û keçên rût û tazî ji xwe re melevaniyê dikin. Kelek û hûrgemî diçin û tên. Bi gotina Cegerxwînî, ew jî kincên avê (mayo) li xwe dikin (di ser wan re hin kincên avê daleqandîne!) û çavên xwe li kelekvanekî digerînin. Hingê xortekî bi navê Torin tê nik wan, tîne dibêje;

– Ma hûn sazbendekî naxwazin, saz û naz li ser avê pir xweş in.

Divê bibêjim ku ji bo xwendina Cîm û Gulperiyê (heye ku ji bo hemû bend û nivîsên alegorîk), seretayeke rast, yan reçeteyeke berdest nîne, çi ku dibêje Mann, hemû vebêje jixwe algorîk in, dawîya dawîn, vedigerin ser tiştekî derî xwe. Mann vê xebt û koşê, bi ‘azara trajîk ya lengûîstîkê’ bi nav kiriye, xwendin çalakiyeke sermedî ye, naqede û ji bo çalakiyeke bêrade ye, her hewleke xwendinê, dê wateyine din li ser wateyên em wan fena heqîqeta vêbêjeyê dibînin, zêde bike.

Cîmê ku her diçe ber dasa xwe fireh dike, vê carê doza ‘dengbêjeke sazbend’ dike, hebe baş e, Torin di cî de diçe û bîstek bi şûn de bi dengbêjeke ciwan re vedigere nik wan. “Gulçîn dengbêjeke ciwan û zana û bejin zirav û bilind, ne pir qelew, lê têrgoşt û laşnerm, tazî û çavbelek û gewr û lêvsor û diranzêr, porşeng û gulîbadayî, serê birûyan ber bi rûdêman de berjêr dibû, cotên memikan li ser sîngê wek du hêkên kewan bilind bûbûn.” Di vê beşê de gotinên ku derdikevin pêş ev in; “Gulê kenî û got; Qey ez benî li vir jî heye heval”, “…bonjûreke zirav û dirêj ji nav lêvên wê herikî û got”, “Em diçin, lê nizanin bi ku ve diçin”, “ma ji îşev xweştir çi heye?”, “Ax jîn çi xweş e, îşev pir xweş e!”, “Kurd li dana xwe poşman nabin. Tiştê ko me da venagerî heval”… Cîmê ku keyfa ser kelekê dike, fena ku ji nîşkê ve bi Rojhilatiya xwe hisiyabe, kirasekî teng yê sincparêziyeke dirû li xwe dike û rewşa Madam Gulçînê dinirxîne: “Lê dilê min pir pê dişewitî ku vê jinika ciwan û hêja ji bo pereyan xwe xistiye vî rengî. Ev hemû sûc û gunehê Ewrûpayê ye. Em welatê Rojhilata Nêzîk pir li paş mane.” Berî vê nirxandina seyr, gotinên sosrettir tên; “Çi qas xwe bi min şîrîn dikir, lê dilê min pê xweş nedibû. Ji ber ku dosta bi pereyan yara her kesî ye.” Torin wan dibe otêleke Kurdan, ya rast Kurd û Eceman. Li ser derê wê Mehmendar nivîsîye, ango Mêhvandar. Hingê Cîm tîne dibêje; “Jixwe em Kurd in, li otêla Kurdan digerin.”, sibehê çaxa Torin tê otêlê, qala xweşiya xewa li Bêrûdê dike ji wan re. Hingê em pê agahdar dibin wekî Torin jî Kurd e, Kurdekî ji Ekarê, hin dibêjin bi Selahedîn re û hin jî dibêjin bi Keykawis re hatine û li Bêrûdê akincî bûne. Pirs dike Cîm wekî Bêrûdî ji wan xweş in yan na? 

“Belê, pir ji me û bi me xweş in, li me dibine xwedî. Lê em ji xwendinê direvin. Ji lew re tu dibînî em li her derê bindest û belengaz in.” Na na dike Cîm;

“… metirse Kurd nema dimirin, hêdî hêdî dixwînin û ciwan radibin û pîr dimirin” Pirsa min jî ev e: Ka folklor!? Û ji ber çi gorbihuşt Mehmed Uzun Cîm û Gulperiyê, fena kurtçîrokeke dirêj û folklorîk bi nav dike? “Kovaran riyeke girîng, balkêş û nû li ber kurteçîroka Kurdî vekirin. Ji nivîskarên HAWAR’ê Cegerxwîn, bi navê Cîm û Gulperî kurteçîroka xwe ya dirêj û folklorîk di sala 1948’an de weşand.” (Destpêka Edebiyata Kurdî, Uzun, r. 76) Çi ku –li gorî bîr û boçûnên Uzunî, Cîm û Gulperî ne çîrokeke modern e, yan jî hîn negihîştiye asta moderniyê, ji lewre peyva folklorîkê (di wateya kêm dîtinê de helbet) bi kar anîye. Propp li hemberî van pêşaneyên wehakîno radibe, ya ku folklorê, tenê di ser tewekekê civakê re dixwîne û pê re pê re li çanda gundîtiyê hûr dibe. Mijara lêkolanê ne bi tenê daringî û arişî ye (spîrîtual), mijara lêkolanê ne bi tenê gundiyê welatekî ye ku pirî caran ev gundiyê wî lêkolînerê/î ye. Her çiqas di navbera cîhana daringî û arişî de pêwendiyek hebe jî, divê ji hev bên cudakirin û wek du qadên serbixwe bên nirxandin. Mesele kevnareya zindewer e! Uzun, di pirtûka Bir Dil Yaratmak de (Afirandina Zimanekî), li ser pirsa Ronî Alasorî (Tebax 2000) dibêje; “… ya herî girîng jî dengbêjên Kurd. Bêyî ku ez xwe bigihînim van çavkaniyan, zehmet bû wekî romaneke nûjen a Kurdî biafirînim. Çi ku hemû bedewî û dewlemendiya zimanê Kurdî û wêjeya wê, di wan de veşartî ne.” Di heman berhemê de li ser pirsa Jean Claude Hussaisî jî dibêje;“Divê em ji bîr nekin ku edebiyata nûjen encax bi saya rabirdûyê pêk tê.”

Bi gotinên James Joyceî biqedînim; “…Birêz Goyert: Min hîna Ulyssesa Almanî nedît. Min ji gotina ‘So sind sie in Dublîn’  jî hema qet hez nekir. Ev e nabehelwêsta min, heke bûbûya jî, dê bûbûya So sind wir in Dûblîn . Lê min ji herduyan jî hez nekir. Heke Dûblînî ne pêkan be, In Dublin Stad yan Dublin an der Liffey çawa ye? Ji kerema xwe min agahdar bike…”

 1Li Dublînê weha ne.

 2Em li Dûblînê wilo ne.