Rojnameya Heftane

Çîroka Mele Remezan û mirovekî bêçare

Adil Başaran

Mirovê feqîr, bavê wî diçe ber dilovaniya xwe. Cara ewil e ku ji malbata wî yek çûye rehmetê. Mirovê feqîr tu carî neçûbû ser mirî û goristanan.

Di emrê xwe de neçûbû serxweşî û mizgeftan lê vê carê bavê wî rehmet kiribû. Dest û lingên wî li hev geriyabûn hew dizanibû wê meytê bavê xwe çawa rake.

Axir dostekî bavê wî yê mele hebû û hema berê xwe da mala dostê bavê  xwe û xwe avêt mala wî.

Mele dema derî vekir dît ku lawê dostê wî Xelîlo ye. Xwêdana li ser rûyê wî zîpik zîpikî ji jor de dikeve ser sînga wî û bi kelecan ji mele Remezanê dostê bavê xwe re got: “Mele Remezan, bavê min mir, ez çi bikim? Ma bavê min ê mirinê bû; ma qey di emsalê wî de mirov hebûn; de ka ji min re bêje ez ê çi bikim?

Mele Remezan destê xwe di serê Xelîlo re bir û anî û jê re got: “Serê te sax be.” Melê da pêşiya Xelîlo û çûn ser meytê bavê wî. Wî rakirin, şûştin û birin goristanê. Tevî mele, li ser goristanê 5 kes temam bûn. Ji ber ku kesekî feqîr bû, tu kes nehat ser gora bavê wî û alîkariya wî nekirin.

Xelîlo gelekî li ber mirina bavê xwe ketibû. Mele li ser piyê qebrê li ser tutikan bi her du destan veşartina meyt nîşanî Xelîlo da lê devê Xelîlo ji girî bi zor digeriya û ji mele Remezan re got:

“Seydayê min ma qey bav, mîna bavê min hatibû dinê, de ji kerema xwe re tu jî dakeve hundirê tirbê da ku tahdeyî li bavê min nebe were alîkariya min bike.”

Mele ew neşikand û daket gorê. Pişta wî da bakur û serê wî zîvirand; berê rûyê wî da qibleyê û derket. Paşê bi hev du re ax avêtin ser.

Xelîlo li hawirdora xwe meyzand. Li ser goristanê tevî wî û mele 5 kes hebûn. Dilê wî bi wî şewitî û di dilê xwe de got, niha ez kesekî dewlemend bûma dê hemû gundî bihatana ser gora bavê min û ji mele re got: “Seydayê min tu çiqas pere bixwazî ez ê bidim te. Li ser bavê min ayet û yasînan bixwîne, dia û fatîheyan bixwîne.

Mele Remezan jî dilê wî nehişt û dest bi xwendina ayet û yasînan kir, piştî ku belav bûn ji mele re got: “Ez dixwazim mewlûdekê ji bo bavê xwe bidim lê perê ku ez pê kar û berxan bikirim tune. Ma nabe ku ez çend mirîşkan bikirim û tu jî mewlûdekê li ser bixwînî?” Mele gelek dilê wî pê şewitî û got: “Çima nabe? Dibe dibe.” Hema Xelîlo destê xwe avêt berîka şelwarê xwe û pere derxist, xist berîka kirasê melê û ji melê re got hema hindik be jî tu yê qebûl bikî, bavê min şêrê serê çiya û zozanan bû.

Dema mele nêzî malê bû meraq kir û destê xwe avêt berîka kirasê xwe. Destê xwe di berîka xwe de bir û anî. Dema pelek kaxiz ket destê wî derxist dît ku tenê 5 hezar kaxet e ku pê kîloyek şekirê nokan nake. Mele qeherî û di ber xwe de got, Xwedê cihê wî bike dojeh, min jî got qey niha tiştekî hêja ye û bû niçeniça wî lê dema mirîşk kirî û bangî melê kir da ku li ser mewlûdê bixwîne mele got: “ Heyran ez gelekî nexweş im ez ê biçim nexweşxaneyê nikarim mewlûdê li ser mirîşkê bixwînim.” Piştî ku mele nehat, Xelîlo pênc mirîşk ser jê kirin û dayika wî rabû mirîşk birin li cîranan belav kirin. Xwedê li ber destên miriyan bigerîne.