20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka min a fêrbûna kurdî

Şerîf Yilmaz

Hevalno ez ewil ji we re bibêjim. Ez ne pisporê zimanê kurdî me. Lê ez evîndarê zimanê kurdî me. Ez bawer im sala 2002’yan, rojnameya Azadiya Welat derdiket. Kesê pir nedixwend. Min got ez kurd im, vaye rojname jî bi kurdî ye. Çima ez nikarim bixwînim. Min biryara xwe da ku ez fêrî xwendin û nivîsîna zimanê kurdî bibim.

Ferhengoka kovara Pîneyê hebû. Min ferhengok û Azadiya Welat standin û dest bi xwendinê kir. Ez fêrî xwendin û nivîsandinê bûm. Li Semsûrê Kurdî-Der hat avakirin. Ez beşdarî xebatên Kurdî-Derê bûm. Min got hewce ye ez mamostetiya zimanê kurdî bikim. Ez çûm perwerdeya mamostetiyê. Min di sala 1978’an de dibistana navîn qedandibû. Ez rêzimana tirkî jî û ya kurdî jî nizanibûm.

Di perwerdeyê de mamoste dibêje lêker, ez dibêjim mamosteyê hêja lêker çi ye? Mamoste dibêje fiîl e. Lê fiîl çi ye? Dema mamoste digot fiîl ew sewalê mezin dihat bîra min. Dibe ku bi hevalan ecêb were lê mixabin rastiya me ev e. Ji bo ku deshilatdaran nehiştiye ku ji heft saliyê şûn da em bi çand û zimanê xwe mezin bibin, ez wateya lêker û fiîlan nizanim. De werin hevalno ji bin vî barê giran derkevin. Ku tu çi karî bikî, evînî tune be tu bi ser nakevî.

Min ewil gotibû ez ne pisporê zimanê kurdî me lê ez evîndarê zimanê kurdî me. Ji bo ku eşqa zimên bi min re hebû min lêker û fiîl bi hev re hîn kirin. Rêziman gelek kedê dixwaze. Niha jî ez mamostetiya asta yekemîn û ya duyemîn dikim. Hevalên hêja û rêzdar bi kurt û kurmancî, ger  hûn naxwazin ziman, çand, dîrok, nasname, wêje, ax, welat û hebûna we wenda bibe li zimanê xwe xwedî derkevin.

Kesên bibêjin em nikarin fêrî zimanê kurdî bibim, ger evîna zimên bi wan re hebe,  ez bawer dikim ku dê di demeke kin de fêrî xwendin û nivîsîna zimanê kurdî bibin. Kî bibêje ez nikarim hînî xwendin û nivîsîna zimanê kurdî bibim, ez ê ji wan re jî wiha bibêjim;  gotinek li bajarê Semsûrê heye, dibêjin kîloya mena tijî nabe. Ez dê nivîsa xwe bi gotineke gorbihuştê nemir Bedirxan Beg bi dawî bikim. Dema Bedirxan Beg dike biçe ser dilovaniya xwe ji zarokên xwe re dibêje; “Hûn bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin.  Ku hûn bi zarokên xwe re bi kurdî neaxivin zarokên we dê zimanê kurdî ji bîr bikin. Ku zimanê kurdî ji bîr bikin dê Kurdistanê jî ji bîr bikin.  Ziman hîmê welat e.”

Ez bi van hest û ramanan xwendevan û gelê me bi dil û can silav dikim.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê