19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka Nazmî

Dîyarî Asûr

Ev çîrok çîroka nazmî ye. Nazmî yê ku haya wî ne ji bûyerên welatê wî ne jî ji yên cîhanê hebû. Li gorî Nazmî jiyan ewqas ne hêja bû ku mirov serê xwe pê re biêşîne. A girîng ew bû ku ew kêliya tê de bû dijiya. Tim digot ev dinya xan e hinek dimirin hinek dijîn îro ez im sibê tu yî. Ew jî weka hemû heyiyên din ên li cîhanê dixwar, vedixwar, diçû, dihat, radiza û hwd. Pir jî cudahiyek di navbera wî û heyiyên din de tunebû. Nazmî gelek caran tenê ji bo ku tiştekî bêje tiştekî digot. Ji bo xeber bide xeber dida. Ne girîng bû çi digot hema çawalêhato xeber dida. Peyv û gotin li welatê Nazmî gelkî erzan bûn û ji ber wê jî li ba Nazmî peyv erzan bûn, wisa bi rehetî dihatin mezaxtin di devan de.

Ji bo Nazmî çiqas balkêş bû ku mirov serê xwe bi tiştinan an jî bi jiyanê ra diêşandin. Bi wî gelkî ecêb dihat û ya rast Nazmî ji wan kesên ku serê xwe bi wateya jiyanê re diêşandin hez nedikir, henekê xwe bi wan dikir. Bixwîne, bifikire, cardin xwendin û cardin fikirîn. Êêêê encam? Encam tune ye. Xwe bi xwe xeber dida. Ma gelo bi qasî ku mirov serê xwe pê re biêşînin hêja ye ev jiyan? Tev derew in. Mirov carekê tê dinê dijî û dimire. Piştre? Piştre tiştek tune, kî bêje heye jî derew e. Min bixwe qet pêwîstî nedît ku ez li ser jiyanê bihizirim. Ez ê ji bo çi bihizirim? Ez bixwe va heme û dijîm ma ev ne bes e? Tew îca ez ê rabim bi ser de ev tişta ku jixwe tê de me bifikirim? Na, ez ê tu car nefikirim û nikarim bifikirim jî. Hema kêlîka ku ez hay jê dibim ku difikirim êş dikeve serê min. Ev însan xweş zanin bi tiştên ne tişt dakevin û xwe pê mijûl bikin. Ew bi xwe qet najîn û bi ser de radibin hevokên qirase rêz dikin wek morîkên gerdeniya diya xwe. Naêşin û behsa êşê dikin, kêfê nizanin lê bahsa kêfê dikin. Ev însanên ku najîn û li ser jiyanê difikirin û li ser wateya jiyanê hevokan saz dikin, hinga dikevin etra gotinên xwe yên li ser jiyanê ka dê çi bêjin ji bîr dikin ku bijîn. Kenê min bi wan tê.

Bîra Nazmî gelkî ko bû, tişta zû ji bîr dikir. Navên mirovan kêm di bîra wî da diman. Carna jî ji bo navê hin kesan ji bîr neke ew bi xwe navekî din li wan kesan dikir. Ne tenê navan, bûyer û serpêhatiyan jî li gorî xwe bi navên cuda qeyd dikirin di hişê xwe de, da ku rojek peyv bê ser yek ji wan kesan an jî bûyeran bikare çend tiştan bibêje. Tiştên ku digotin jî ji ber ku heman tişt bûn piştî demekê gotinên wî dubare sêbare dibûn. Weke qeydiya bandekê. Wexta bahsa meseleyekê dikir mirov dizanî dê li pey kîjan hevokê çi bê gotin. Yek ji van meseleyên Nazmî ku her tim dikarî dubare bike û her cara weke ku ji nû ve gotibe wisa xweş behs bike çîroka Ûsif û Durdaneyê bû. Wexta ku behsa çîroka wan dikir tew… Çiqas kêfa wî dihat, weke zarokekî bi çîroka xwe şa dibû. Li gorî ku Nazmî digot;

Durdane keçeke têra xwe delal bûye. Delaliya wê li ser tu keçeke din ên li taxê nîn bûye, çi cilûbergên ku tu kes nedikarî û nediwêrî li xwe bike Durdaneyê li xwe dikir û zahf jî lê dihatin. Lê heyfa Durdaneyê ku bextê wê bi qasî delaliya wê nîn bû. Wê dan mêrekî ku di emrê kalikê wê da bû. Mahra wê bi extîyarekî ra birîn. Navê vî extîyarê me jî Ûsif bû. Ma devê xelkê ne doxîna mirov e ku mirov pê bigre û bişidîne, wisa jî xelk li ser zewaca wan xeber dida. Li gorî şimopiviyê xelkê Durdane ji bo perekê Ûsif pê re zewicîbû. Nazmî wexta vana dibêje xemgîn dibe ji ber ku esil ev xeberdanê ha tev derew bûn. Durdane ne keçeke wisa bûye û têra xwe bi esil bûye. Ji qewlê Nazmî ve ew weke milyaketeke xwedê ewqas pak, diltenik, nazenîn û henûn bûye. Bi mêrê xwe re her daîm rast bûye.  Nazmî li vira di carekê de peyvê tîne ser mirina Ûsif. Ûsif dimire û Durdane careke din nazewice. Xwedî li miriyê xwe derdikeve û heya dawiya emrê xwe jî pê re dilsoz dimîne.

Nazmî her cara ku vê çîrokê digot xemgîn dibû. Zahf hez dikir ji vê çîrokê. Wî dikarî di carekê de dest bi vegotina vê çîrokê bike û bi dawî bike. Destpêk û dawî… Li gorî Nazmî her tim destpêkek û dawîyek hebû. Mirov tên dinê û dimirin. Mirov ji ber ku xwedê dixwest dihatin dinê, ev destpêk bû û cardin ji ber ku xwedê dixwest rihê ku bi emanetî daye wan ji wan bistîne distand, ev jî dawî bû. Dawiyeke mecbûrî. Û di dawiyê de Nazmî cardin dihat serê destpêka peyva xwe û digot; ma hewce ye mirov ewqas serê xwe bi jiyanê re, bi bûyeran re û bi dinê re biêşîne? Ma dinya ji kê re maye ku ji min re bimîne. Dinya ne milkê bavê kesî ye û ji kesî re namîne. Dinyaya ku ji Siltan Silêman re nemaye qey wê ji min û te re bimîne..!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê