Friday, September 17, 2021

Çîroka ’Newroza Me’

Ayhan Erkmen
Ax! Welato

“Newroza Siltanî
Toqmaqê xwe hilda hanî
Bihar û zivistan ji hev deranî”

Şaşayê Apê min wiha dest bi çîroka Newrozên Berê kir. Heya sala 1954’an di Bazarcixa Dîgorê de Newroz bi eşq û şên tê pîroz kirin. Çima heya sala 1954’an? Ez ê behsa wê bikim lê ji berî wê dixwazim behsa hin rêûresmên newrozên heya wê salê bikim.

Li gorî vegotina Şaşayê Apê min; êvara Newrozê li serxaniyan agir tên vêxistin, dora êgir, serê şeniyên malê yek kevirên sêl (pehn) tên danîn. Her kes kevirê xwe nas dike. Sibetirê li binê keviran mêze dikin, di binê kevirê kê de bihok (kêzik) hebin, qeder û qismet serê wan in.

Dîsa di serê daran de qutîkên teneke dikutin, hundirên wan tijî xweliya sobê dikin, niftê hirdişînin ser û êgir berdidinê. Di destê her kesî de ji wan yek, du çira, di nav gund de dimeşin. Şaşa digot: “Di zarokatiya min de ji şevên gund ên herî xweş ew şevên Newrozan bûn. Ji aliyekî ve li ser xaniyan agir vêdiketin û ji alî din ve jî di destên me de çira, me stran digotin û em dimeşiyan.”

Dayikên ku zarên wan di çaxê zewacê de ne, kilorên pir şor lêdixin. Keç û xort nîvê kilorê dixwin û nîvê din jî diavêjin ber kûçikan; kûçik bixwe û li kîjan alî mêzeke, qismetê wê keçikê an jî wî xortî, ji wê taxê an jî ji gundê wî alî ye.

Lê wek gotina Şaşa, ev pîrozbahî heya sala 1954’an dikişîne. Di sala 1954’an de fermandarek tê tabûra Bazarcixê; ew mezinên gund dicivîne û dibêje “ev edetê kafiran e, çi karê we bi vî agirî, ve şevê û Newrozê re heye.” Her çiqas yek, du rûspiyên Bazarcixê dibêjin “Na, ev ne edetê kafiran e, me ji kal û bavên xwe girtiye, Newroz, Newroza me ye” jî kêr nayê, fermandar fermanê derdixe, dibêje “Qe-de-xe-ye”. Ji wê rojê şundatir li Bazarcixê Newroz êdî heya sala 1979’an nayê pîrozkirin.

Halbûkî agir tim li ba me pîroz bû. Dayikan agirên tendûran di kulfikên wan de bi rojan vedişartin, xwedî dikirin û bi wî tendûr ji cardin vedixistin. Agir vemirandin hela bi avê, gunehekî pir mezin bû. Dema av serdakirana û dengê çiziniyê pêketa, dilê mirovan di şûna êgir de dişewitî û fîza dikirin.

Erê di sala 1979’an de mamosteyekî ji Dêrsimî hate Bazarcixa me. Mamoste Maqal yekî cuda bû. Bixwe cizlavêt pê dikir, meaşên xwe jî ji bo feqîr û fiqaran xerc dikir. Mamostê Fenê bû lê destê wî zîv û zêr bû, ji her tiştî fêm dikir. Nexweşiyên mirovan û heywanan, çekirina amûran… Dengê wî pir xweş bû û sazeke pir xweş jî lêdixist. Wî ji nû ve ruh da Newrozê; çîroka parîvekiribû efsûnî bû û ji tavilê ji hemû malan belav bûbû.

Di devê her kesî de ev çîrok hebû: “Dibêjin padişahekî pir zalim hebûye, navê wî Dehaq bûye. Derdek dikeve govdê wî, di sermilên wî de birîn dertên, di her birînekê de marek hebûye. Hekîm û loqman çareyê jê re nabînin. Çawa dibe hekîmek tê û jê re dibêje “dermanê derdê te mêjiyê zaran e.” Wê gavê kurd di bindestê wî de ne, Dehaqê zalim her roj serê du zarên kurdan lê dixê û mêjiyên wan dide ser birînên xwe. Demekê şûn de dilê celadan êdî vê yekê ranake, dewsa du zaran, zarekê dikujin, yekê berdidin, li şûna wî jî berxekê serjê dikin. Yên ber didin, dikişin çiyayan. Roja ku dor tê kurê Kawayê Hesinkar yê herî biçûk, Kawa tê xîretê kurê xwe nadê. Ji bo hevdîtinê diçe ba Dehaq, lê dixe serê wî difirîne, êgir berî qesra wî dide, yên ku li çiyayan e, dema çavên wan bi êgir dikeve, ji çiyayan dadikevin deştê û hildiweşînin textê zordestiyê.”

Li çar hêlên Bazarcixa me çiyan e. Çiyayê Porsix, Topa Şatiroxliyê, Topa Biçûk, Ziyareta Gulheyranê… Maqal tekerên kamyon û traktoran bi tevî xortan derdixistin ser wan çiyayan û şeva Newrozê di heman seatê de agir berdidanê. Li çar hêlên gund li ser çiyayan agir vêdiket. Gundiyan jî di nav gund de agir vedixist. Wekî berê, keç û xortan çira hildigirtin, distran û dimeşiyan. Hê jî li Bazarcixa me, agirê Newrozê bi ruhê çîroka Maqal tê vexistinê.

Naveroka berêNexweşiya Alzheimerê
Naveroka ya piştî vê2021 Newroza azadiyê ye