spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çîroka Qeraşê Beraşan

Çi hewiye çi tunewiye, rîvîk û qeraşik hewiye. Rûkê rîvi qerêş ra diwê, were am ta bi kaçika paşê ve bizewicînin! Qeraş diwê, halê me li ûrtê ye, em li ku kaçika paşê li ku! Rîvi qerêş ra diwê, wî îşî ti mi ra bihêle! Qeraş diwê temam!

Siwetirê, rîvi qerêş ra diwê rawe em dikin harin keçika paşê bixwazin, xwa hazir ke! Qeraş diwê, az barê de hazir im, hare ware kincikî min haya, aw î jî li min e. Rîvi diwê, ti rawe hele am ê îşikî bikin! Qeraş radiwe bi rîvi va dikevin rê, tên ber çakê. Rîvi, qerêş ra diwê kincê xwa derxe! Qeraş, diwê rîvi, ti şaş biwîye, çima a kincên xwa derxim, am ê xwa li çayê xin harin! Rîvi diwê, qeraşê mi ti guhu mi de, kincê xwa derxe! Rîvi dewam dike û diwê, qeraş, binir taza az ê harim mala paşê az ê biwêm walle em rê ve dihatin ku warin mala wa, kincên havalê min çayê da çûwîn. Ku mala wa hawi, hawîn bikanin kincina bidin, az berim havalê xwa ra. Paşa diwê temam! Paşa radiwe kincini fûdil dide rîvi, diwê, ha va kincan bere havalê xwa ra bira li xwa ke! Û paşa diwê dixwaze bira çend peyayên mi jî rev te warin! Rîvi paşê ra diwê, garak nake, diwê hwîn tanê hespikê bi mi din bas a. Paşa wê ra jî diwê tamam û hespikê didin rîvi. Rîvi, haspê û kincan tev digire û tarra hinda qerêş. Qeraş wexta ku dihwîne rîvi bi kincên xwaş û haspik dîri va hat, şaş diwe! Qeraş diwê, havalê rîvi, te av kinc û haspa li ku hanîn? Rîvi, hal meselê pê ra diwê.

Qeraş kincan xwa dike û şun da, pir pê camêr diwe. Paşê li haspê siyar diwe û bi rîvi va dikevin rê. Wexta tarin digîjin mala paşê, paşa dihwîne ku peyakî têye ti çitlî biwê werg e! Rîvi û qeraş tên ber qûnaxa paşê li haspa xwa dadikişê. Paşa, qerêş ra diwê ti derbasi quncê jûrin we. Qeraş tarra riwîdine û pir narre nan tê. Wexta ku nên dixwin, qeraş gûşt dixwe û hestiyan jî dikute bin balîvê. Paşa rîvi ra diwê çima wa hestiyan dikute bin balîvê? Rîvi diwê li malê pisik misikê wî hana, wê sewê aw wer dike. Axa e’mel dike. Nanê xwa dixwin û şun da, rîvi kaçika paşê sewa qerêş dixwaze. Paşa diwê çima ne, diwê az ê li wa rintir wekî din kê bihwînim?

Qeraş û rîvi, kaçika paşê digrin û tarin. Rê va, qeraş nîzîki rîvi diwe û diwê: Havalê rîvi, ma kaçika paşê girt lê am ê vê berin têkin ku? Ma ne xani ye ne qûnax e! Rîvi dîsan diwê, ti wî îşî mi ra bihêle, az ê hal kim! Qeraş diwê temam! Pir narin rîvi tarra qerêş ra diwê a dikim pîşiyê da harim haziriyê bikim sewa we. Qeraş diwê temam, diwe! Ti hare am ê jî hîdî hîdî warin.

Rîvi tarra derkê ku, pirikik li bere qûnaxika mazin li ber naxirika mazin a. Rîvi nîzîki pîrê diwe, diwê xaltiyê, va naxir û qûnaxa ê kê ne? pîr diwê, ê min in, xêr we? Rîvi diwê xaltiyê, askarên paşê vir ve têne, çi têye pîşiya wan dikujine. Pîrik ditirse, diwê, rîviyê min ûxil, az çir kim? Rîvi diwê, xaltiyê, wara têkeve bin vê gidîşê. Tarra dikava bin gidîşê şun da, rîvi tarra arikî berdide gidîşê û pîrê dişewitîne. Paşê naxir û qûnaxa pîrê jî xwa ra digre. Rîvi diwê, me şina manê jî hal kir, maka az ber vi qerêş harim mîzginiyê bidimê. Ber vi qerêş tarra, diwê, qeraşê mi, mi şina manê jî hal kir. Qeraş pir şa diwe û kaçika paşê digrin tarrin dikavin qûnaxa pîrê.

Rûkê, rîvi diwê ha naka, a xwa carê mirin nim hala vana diwên çi!? Rîvi tarra xwe mirin dine. Qeraş dihwîna ku rîvi eyni mîna miriyan dirêj biwîye, tarra diwê rîviii, rîviii! Li rîvi dang nayê! vir da dike wê da dike li rîvi dang nayê! Diwê te dî, rîvi miriye! Bangi jinika xwa dike, diwê, jinê ‘paçan bigre destan, bûçê bigre bavê kaşan!’ Jinik tarra pêç digre ku pê bûçika rîvi bigre bavê, rîvi radiwe ser xwa û diwê: “Qeraşê beraşano, mi ti kir êniştê paşano, taza jî ‘paçan bigre destan, bûçê bigre bavê kaşan!’ diwê dême werg a hêê!” Paşê kaçika paşê diwê dêma az bi qeraşikî va zewicîme!? Radiwe ku su hare, rîvi tarra pîşiyê, diwê ku da? Diwê te bi xwa negût “qeraşê beraşano mi ti kir êniştê paşano”. Rîvi diwê, xwîşka min, em birê hav in, wexta am li hav diqarên, am her tiştî hav re diwên! Ti çime dike rawe sewa wê qisa mi su hare!? Kaçika paşê e’mel dike vadigere tê mala xwa.

Rûkê rîvi rastî dimire, bin dikeviyê, kurm dikevinê lê qeraş nawêre tiştikî biwê!..

Berhevkar: Sadiye Eser

*Çîroka, gundê Açmeyê yê Semsûrê 

**Bi devoka gundê Açmeyê hatiye nivîsandin

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê