Monday, September 27, 2021

Çîroka Wezîrê Nadirî

Di şîrovekirina deqên wêjeyî de nirxandina di ser nivîskêr re rêbazeke kevn e bes hê jî derbasdar e. Jiyana nivîskêr, tecrube û helwestên wê/wî ji bo şîroveyên me dibin pîvan. Lê mesafeya navbera berhemên wêjeyî û nivîskarên wan jî divê neyên jibîrkirin, an ku nivîskar û berhem teqez ne yek û heman tişt in. Rexnegirên wêjeyî timî dijwariya têkildarkirina metnê û nivîskarên wan anîne ziman. Lewre xwendina metna edebî ya li ser nivîskêrên wan di sedsala dawî de cihê xwe ji xwendina navend-metnî û navend-xwînerî re hişt. Dîsa jî nivîskar hê jî faktoreke referans e ji bo nirxandina berhemê. Têkiliya nivîskêr û berhemê bi tercîha cureya edebî, bi şêwaza nivîsînê, bi ton û hewaya berhemê û bi helwesta nîvîskêr xwe dide nîşan. Kesayet, jiyan û ezmûnên nivîskêr tev li ser tercîha wê/wî ya cureya wêjeyî, li ser şêweya nivîsînê û li ser mijarên ku tercîh dike tên nîqaşkirin.
Dema min der barê jiyana Wezîrê Nadirî de hin tişt xwendin û pirtûka wî ya bi navê Nûbar nirxand, ez dîsa li ser têkiliya jiyana nivîskar a bi tercîhên wî yên wêjeyî re mijûl bûm. Em bi çend gotinên der barê Wezîrê Nadirî de behsê vekin. Nadirî di temenekî biçûk de sêwî dimîne û di nav kuştin û qirkirinên salên 1916’an de ji gundê xwe yê qeraxa gola Wanê koç dike û berê xwe dide (Qafqaz) Kavkazê. Wezîr perwerdehiya li ser ziman û edebiyatê, bi taybetî jî edebiyata farsî dibîne. Dibe serokê beşa îranî ya rêxistina îstixbarata Sovyetê û têkiliyên dîplomatîk li gel Qazî Mihemed û rêvebirên Komara Kurdistanê çêdike. Heta tê gotin ku Wezîrê Nadirî pîlaneke sûîqastê ya li dijî Stalîn aşkera dike û bi saya wî Stalîn ji kuştinê rizgar dibe. Di mirina Nadir de jî hin angaştên cuda hene. Li gor agahiya fermî di sala 1946’an de di qezayeke trafîkê de dimire. Lê li gor agahiyên ku Eskerê Boyik ji kesên wek P. Mihoyî û Kînyazê Îbrahîm radigihîne, Wezîrê Nadirî piştî hilweşîna Komara Kurdistanê bi awayekî nepen tê kuştin. Her wekî tê zanîn Wezîrê Nadirî li heyama şerê duyem ê cîhanê bi ser navê rêxistina îstixbarata Sovyetê û wek kurdekî welatperwer têkiliyên berfireh li gel Qazî Mihemed û kesayetên din datîne û di avakirina Komarê de xwedî rol e. Di encamê de jî reng e ku wek berpirsekî tevgera kurd a wê demê û wek kesekî xwedî zêde-agahî hatibe kuştin.
Berhema Wezîrê Nadirî, Nûbar, cara yekem di sala 1935’an de ji aliyê Neşra Hikumeta Ermenîstanê ve li Rewanê tê weşandin. Pirtûk hem bi versîyona çapa yekem û hem jî bi tîpguheziya latînî ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve di sala 2016’an de hat çapkirin. Di Nûbarê de helbest û çîrok hene. Çîroka destpêkê ya bi navê “ÇAXIRBEGÊ DA” hêmanên çîrokên dedektîfî dihewîne. Li destpêka çîrokê vebêj-leheng dikeve li pey şopa Dara Maşûr ku atmosfereke nepeniyê û hewayeke sosret çêdike di çîrokê de. Dîsa vebêj bi heman helwesta dedektîfî devê hin bûyerên paşerojê vedike. Çîroka kelefê xaniyê Hamê, ku li destpêka çîrokê wek şûnwareke bixof ji xwîner re tê pêşkêşkirin, bi diya xwe dide gotin û pê re jî bûyerên din tên vegotin. Bûyerên wek kuştina birayê xwe, karesata ku li ser mala Hamê çêdibe û zordariyên ku Elî beg dide kirin, reva leheng a ji gund û pîlansaziya wî û dergîstiya wî Têliyê ya der heqê kuştina Arif Begê de tev dirûvê çîroksaziya dedektîfiyê didin.
Tiştekî aşkera ew e ku Wezîrê Nadirî bi awayekî rasterê lehengê çîrokên xwe ye. Vêca mirov li ser jiyana Wezîrê Nadirî ya di salên 1940’î de bifikire ku bi têkiliyên kompleks ên siyasî û dîplomatîk, bûyer, belge û şahidiyên nehînî jiyaneke bi têra xwe têkilhev e; û wan tiştan jî bi bûyerên ku 20-30 sal berê pêk hatine û bûne mijarên çîrokên wî yên salên 1930’yî têkildar bike, hingê rê û peywendek ji bo hin şîroveyan vedibe, helbet dibe ku ew şîrove wek zêde-şîrove bin jî. Tiştê ku di vê nimûneyê de bala min kişand ji tercîha Nadir a cureyeke edebî bêtir -lewre camêr helbest, çîrok û pîyes jî nivîsîne- têkiliya navbera mijara çîroka wî, honandina bûyeran, atmosfer û tona vegotinê û qedera wî ya şexsî bû.
Jiyana Wezîrê Nadirî, tercîha wî ya cureyî û şêweya afirandinên wî bi vê deqbendê dikare rêça şîroveyên me yên edebî diyar bike. Gelo Wezîrê Nadirî bûyerên zaroktiya xwe di xortaniya xwe de ku wek ofîserekî îstixbaratê kar dikir, ji nû ve honand û reng û dirûvên bûyerên paşerojê bi çavê îroya xwe ji nû ve hevrêst? An bûyerên heyama zarokatiya wî wek pêşbîniya xirab (premonition) a çarenûsa wî li ber çavên wî xuya bûn û jê re bûn hêmanên çîrokî? Dibe ku Wezîrê Nadirî serpêhatiya xwe ya 20 sal berê bi dawiya xwe ya 20 sal şûn de di nav çîroksaziya çîrokekê de gihandibe hev û bi rêya efsûna edebiyatê dawiya xwe hîs kiribe û ew nivîsîbe. Rêya pirs û şîroveyên bi vî rengî vekirî ye û xwîner dikarin mijarê hin zêdetir veçirînin eger ku konteksta şîroveyê kifşe be. Jixwe tiştê ku qîmeta wêjeyî ya berhemekê çêdike jî ew bêserûbiniya şîrove û pêhisînan e.